Here naverokê

Hozan Fatê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Fatê hat beralîkirin)
Hozan Fatê
Hozan Fatê di Newroza Swîsrê de (adar 2008)
Hozan Fatê di Newroza Swîsrê de (adar 2008)
Jiyan
Jidayikbûn1973
Gundê Ermanes (Wan)
Cureyê muzîkêMuzîka kurdî
PîşeStranbêjî
biguhêreBelge

Hozan Fatê (jdb. sala 1973, li gundê Ermanes, parêzgeha Wanê) hunermendekê kurd e.

Hozan Fatê xwe di hevpeyvînekê de wiha dide nasîn: Ez biraza Kato, keça Kemalê Xanî, ji malbata Ehmedê Xanî me.[1]

Wê di sala 1973an de li gundê Ermanas a parêzgeha Wanê jidayikbû. Di zarokatiya xwe de dest bi xwendina stranan kiriye. Bandora apê wê sitranbêj û dengbêj Kazo gelek li ser wê bûye.[1] Ji ber ku stran xwendina jinan di civatê de biyanî hatiye dîtin, wê di destpêka kariyera xwe de bi tenê di komên biçûk ên jinan de destpêkir. Wê bi gelemperî stranên apê wê Kazo û kilamên nas ên herêmê dixwend.

Di sala 1986an de ew digel ap û pismamê xwe Koma Şîrvan damezrandine. Kom bi taybetî li herêma Wanê çalak bû û hunera xwe di def û mîhrîbanên kurd de dianîn ziman. Bi ji holê rakirina qedexeya li ser zimanê kurdî kom di sala 1991ê de dest bi kişandina yekem albuma xwe dike.[2]

Navê yekem albuma komê Zimanê kurdî bû û di sala 1992an de hat weşandin. Strana komê ya bi navê Zimanê kurdî zimanê me ye rastî gelek ecibandine tê û dibe straneke klasîk a komê.

Fatê di sala 1994an de ji koma Şîrvan vediqete û navberek dide muzîkê. Di sala 1994an de koçî Almanyayê dike.

Fatê di sala 2008an de li Swîsreyê di pîrozbahiya cejna Newrozê de performans pêşkêş dike.

Di sala 2017an de, wê du albûman weşand, Stranên Bijartî û Ey Welat ku deh sitranan pêk tîne. Di sala 2025an de, albûma wê ya Hepsa Diyarbekir hatiye weşandin.

  • Zimanê kurdî (1992)
  • Stranên bijartî (2017)
  • Ey welat (2017)
  • Hepsa Diyarbekir (2025)
  1. 1 2 "Hozan Fatê Biyografisi". Kürtçe Bilgi - KurtceBilgi.Com (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 adar 2026.
  2. "Hozan Fatê kimdir, nerelidir, hayatı, albümleri". Bernamegeh (bi tirkî). 8 kanûna pêşîn 2019. Roja gihiştinê 27 adar 2026.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]