Here naverokê

Ferhûd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ferhûd
  • Pogrom Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
  • 1 hezîran 1941 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema bidawîbûnê
  • 2 hezîran 1941 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmara miriyan
  • 180 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ferhud (bi erebî الفرهود, DMG al-Farhūd) "desteserkirina tund" tê wateya qirkirina li dijî nifûsa cihû ya Bexdayê li Iraqê ji 1 û 2ê hezîrana 1941an. Qirkirin hema piştî serkeftina Brîtanya di Şerê Îngilîstan-Iraqê de ji ber valahiya hêzê qewimî. Piştî hilweşîna hukûmeta Reşîd Elî ya alîgirê Nazî, bajar di rewşek bêîstiqrar de bû tê de gelek talan û kuştinên bêqanûn rû dan.[1][2]

Rûdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qirkirin piştî têkçûna bilez a Reşîd Elî ji aliyê hêzên brîtanî ve rû da. Vê yekê serdemek dilgeşiya nijadperest afirand, û bi îdiayên ku cihûyên iraqî alîkariya Îngiliztan kirine gurr bû. Zêdetirî 180 hemwelatiyên cihû hatin kuştin[3] û 1000 jî birîndar bûn, tevî ku hin serhildêrên necihû jî di hewldana jinavbirina tundiyê de hatin kuştin. Mal û milkên cihûyan hatin talan kirin û 900 malên cihûyan hatin wêran kirin.

Wêneyek ji hezîrana 1941ê: Di nava du rojan de 179 hemwelatiyên cihû hatin kuştin, bi hezaran birîndar bûn û gelek mal, kargeh û saziyên cihûyan hatin wêran kirin.

Ferhud di cejna cihû ya Şavuot de pêk hat. Ew pogromek wekî beşek ji Holokostê jî tê binav kirin.[4] Bûyer bû sedema koçkirina cihûyên iraqî ji derveyî welêt, her çend têkiliyek rasterast bi koçbûna cihûyan ji Iraqê ya 1951-1952 jî tê nîqaş kirin,[5][6] ji ber ku gelek cihûyên ku yekser piştî Ferhûd ji Iraqê derketin, paşê vegeriyan welêt, û koçberiya daîmî ya cihûyan ji Iraqê heta salên 1950-1951an bi awayekî berçav lez nebû.[7][8]

Li gorî Hayyim Cohen, Ferhud nimûneya wisa ya tenê bû ku dikan û kinîştên cihûyan hatin wêrankirin û keçên cihû rastî destavêtinên komên çete hatin. [9] Bi vî havî Ferhûd wek şîdeta girseyî li dijî cihûyên Iraqê tê zanîn. Dîroknas Edy Cohen dinivîse ku heta Ferhûd, cihûyan li Iraqê bi misilmanan re di bin şert û mercên pir xweş û aştiyane de derbas dikirin.[10][11]

Gelek hemwelatiyên misilman hewl dan ku cîranên xwe yên cihû li hember qelebalix biparêzin. Gelek ji wan bi canê xwe bedel dan, wek mînak rêberê şîe Seyîd Ebûl Hesen el-Muqsawî. Bi saya destwerdana wan a wêrek bû ku netîceya qirkirinê hîn xerabtir nebû.[12]

Li dû Ferhûd, çend çewisandinên din ên siyasî li dijî civaka cihû hatin kirin. Wek encama vê pêvajoyê, di sala 2005an de li Iraqê tenê 76 cihû mabûn, û ev jimar di sala 2016an de daket 5an. Berevajî vê, di sala 1930an de 135,000 hemwelatiyên cihû hebûn.[13]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Green, David B. (2 hezîran 2013). "1941: The beginning of the end of Iraq's Jewish community". Haaretz (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 hezîran 2024.
  2. ^ "The Farhud". encyclopedia.ushmm.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 hezîran 2024.
  3. ^ Kaplan, Robert D. (20 adar 2014). "In Defense of Empire". The Atlantic (bi îngilîzî). ISSN 2151-9463. Roja gihiştinê 8 hezîran 2024.
  4. ^ Wien, Peter (2006). Iraqi Arab nationalism : authoritarian, totalitarian and pro-fascist inclinations, 1932-1941. Internet Archive. London ; New York : Routledge. ISBN 978-0-415-36858-2.
  5. ^ Shatz, Adam (6 çiriya paşîn 2008). "Leaving Paradise". London Review of Books (bi îngilîzî). Cild 30 hj. 21. ISSN 0260-9592. Roja gihiştinê 8 hezîran 2024.
  6. ^ "Jewish Voice". web.archive.org. 10 tebax 2017. Ji orîjînalê di 10 tebax 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 hezîran 2024.
  7. ^ Gat, Moshe (1997). The Jewish exodus from Iraq, 1948-1951. London, Portland, OR: Frank Cass. ISBN 978-0-7146-4689-3.
  8. ^ Marqusee, Mike (2008). If I am not for myself : journey of an anti-Zionist Jew. Internet Archive. London ; New York : Verso. ISBN 978-1-84467-214-1.
  9. ^ columnist, Edwin Black/Guest (31 gulan 2015). "Edwin Black: Remembering the Farhud massacre of June 1941". Winston-Salem Journal (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 hezîran 2024.
  10. ^ petrad (12 tebax 2014). "Shoah Memorial, Paris". www.ehri-project.eu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 hezîran 2024.
  11. ^ Cohen, Edy (1 hezîran 2020). "This Day in History: The Nazi-Arab Massacre of Iraqi Jews". Israeltoday.il.co. Roja gihiştinê 8 hezîran 2024.
  12. ^ "Matthias Küntzel: 80 Jahre „Farhud": Das vergessene Massaker an Juden in Bagdad". www.matthiaskuentzel.de (bi almanî). Roja gihiştinê 8 hezîran 2024.
  13. ^ "Der Farhud: Geschichte der »jüdischen Nakba« im Irak". www.mena-watch.com (bi almanî). 13 adar 2023. Roja gihiştinê 8 hezîran 2024.