Frankenstein

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
"Frankenstein, an jî Prometeusê Nûjen", çapa pêşîn ku di 1818an de derketiye.

Frankenstein: or, The Modern Prometheus ("Frankenstein, an jî Prometheusê Nûjen"), ku bi kurtahî mîna "Frankenstein" tê zanîn, romaneke nivîskara îngilîz Mary Shelley ye. Roman di 1'ê rêbendana 1818'an de hat weşandin û wekî yek ji çîrokên pêşî yên cureyê tirsnakê yê nûjen tê hesibandin. 

Di romanê de qala çîroka zanyar Viktor Frankenstein dike ku ew ji bedenên bêrih cinawiran çêdike û bi hêrs û tolhildanê mirovan dikuje. Tê gotin ku nivîskar di bin bandora galvanîzma wê demê de ev romana xwe lêkiriye. Ev ciribîn nîşan dide ku dema elektrîk didin laşê kesê kidî ew dibe sedema herikînen û mirî ji nû ve zindî dibe. Mary Shelley di pêşgotina romanê de wisa nivîsîbû: "Divê xwendevan newêre li dora xwe binêre, xwîn di rehê wî de bicemide û dil bilez lê bide."

Yekem car di sala 1910'an de fîlmekî bêdeng ji çîroka vî romanî hat kişandin.

Derhêner James Whale di sala 1931'ê de ji vê romanê fîlmekî kişand û Boris Karloff serlîstikvaniya wê kir; fîlm di nav yek ji fîlmên navdar cih girt. 

Fîlm li Cenevreyê tê kişandin, li Meydana Plainpalais peykerê Frankestein heye ku hê jî bala tûrîstan dikişîne.[1]

Çavkanî[biguherîne]

  1. "DiyarName.Com". diyarname.com. Retrieved 2018-04-06.