Gêzer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Gêzer
Gêzer
Gêzer
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne eşkere ye) Eudicots
(ne eşkere ye) Asterids
Kom: Apiales
Famîle: Apiaceae
Cins: Daucus
Cure: D. carota
Navê zanistî yê latînî
Daucus carota
L.
Daucus carota subsp. maximus

Gêzer (latînî:Daucus Carrota) (navên din ên bi kurdî: gizêr, gîzêr, gizêrk) pincareke weke tiviran ku rayê xwe weke singan di erdê re berdide. Li cîhanê 60 cureyên wê hene. Gêzer xwediyê rengên pirteqalî, zer, reş û xemrî ne. Tê bawerkirin ku welatên gêzer jê tên li Ewropa û başûr-rojavayê Asyayê ne. Herwiha tê bawerkirin ku cureya derewîn a gêzeran ku Daucus Carrota pêktîne pêşî li welatên mîna Îran û Afganistanê hêşîn bûye.[1][2]

Welat û dîrok[biguherîne]

Li ser welatê wê gelek fikrê cuda hene. Piraîya otorîteran li ser Ewropa, Asya û Afrîqa bakur hemfikir in. Hinek dibên “Amerîqa” ye, Hinek dibên “Afxanîstan, îran û Kurdistan” e. Berî mîladê li mezopotamya û welatên Derya Spî û Egeyê dest bi çandinîya wê kirine. Berî wê jî li bejayê xwe bixwe hêşîn dihat û jibo dermanan dihat bikaranîn. Di sedsala 13 an de li Ewropa û Çînê jî dest bi çandinîya wê tê kirin. Di 1609 an de bi awayê hinekî islahkirî li Amerîka, eyaletênVîrjînîa û Îndîana dest bi çandinîya wê tê kirin. Di sedsala 20 an de ku qîmeta madeya “beta karotên “ provîtamîn A“ û giringîya wê tê famkirin, îro li hemi deverên dinê gêzer ji ber madeyên di hundirê xwe de dihewîne, di hemi demsalan de tê peydakirin, xebitandin xwarin

Têdahî[biguherîne]

Kalorî, proteîn, karbdîhîdrat, kolesterol, rûn, lîf, fosfor, kalsîûm, hesin, sodyûm, potasyûm, magnezyûm, madeya Acethylcolîn, asîdên folik, şekir, provîtamîn A, Vîtamîn B1, B2, B3, B6, A C , E û 17 madeyên jibo nexweşîya Alzheîmer. Prof. Dr. Îbrahîm Saracoglû di derbarê gêzerê de dibêje: “Di gêzerê de dervayî madeya Acethylcolîn 17 madeyên din ku jibo nexweşîya Alzheimer bikêr in hene. Gêzer ketina (kesên cigarekêş jî têde) rîzîkoyên penceşêra pişikê tîne asta herî jêr. Lêkolînan tesbît kirîye ku kesên gêzeran pir dixwin, nexweşîyên penceşêra qirik, mesane (kîskê mîzê- kunmîz), malzarok, rûvikên stûr, prostat, borîya xwarinê, % 50 bi wan re kêm bûye (daketiye). Li gor lêkolînên Unîversîta Harvardê, di hefteyê de 5 rojan xwarina gêzerê % 68 rizîkoya ketina kirîza dil û destistan ( felcbûnê) ji holê radike.

Prof.Dr. Ahmet Marankî dibê: “Gêzer herwekî dostê dil e, jibo daxistina kolestirolê jî rêya herî hêsa ye. Gêzer ji ber hewandina lîfên hundirê xwe, jibo arêşeyên qebizê pir bikêr e”. Teybetîya wê ya xwînçêkirinê heye. Gêzer dibe alîkarê xebitîna rehên gurçik, mejî û dil. Herwaha pirzik, brîn û kulên aşikê (mexde) dikewîne. Bandorek gelekbaş jibo zindebûn û pirbûna malzaran (hucreyan) heye. Çavan bihêz dike. Bi engînarê re xwarina wê dermanê kezebê yê herî başe. Jibo şêlav, (girêz), kezeb, sefra (zirav) û sîqal (denge) kirina kolestrolê dibe alîkar. Jibo pirzikên balixbûnê û ketina deng pir başe. Xwarina gêzerê jibo jinên pêgiran (bi zaro) tê pêşniyarkirin. Rûvîkan dixebitîne, dibe sedemê bilezûbez kewandina kul û brînên nava rûvîkan. Heke pelûka (lapa) gêzerê li ser brîn û sotinîyan xin, wê wan bikewîne. Rojê du qedehên çayê ava gêzeran ya nûgivaştî an jî xwarina 4-5 gêzeran dermanê van nexweşîyên me li jor got û ji gelek nexweşîyên din re şifadar e. Ya herî baş ewe ku mirov gêzerê baş bişo û bi xavexav bide ber gezan, neqeşêre ji ber ku piranîya vîtamîn û mîneralan di qaşilê wê dene. Dema gêzer bê rendekirin vîtamînên wê yên B û C winda dibin. Û hwd

Kêrhatî[biguherîne]

Qebizê hiltîne 2- Edavên aşik (mexde) û rûvîkan radike û xwîna wan rediwestîne. 3- Ji alzheimê û ji jibîrkirinê re dibe alîkar 4- Navçûyînê (virik- ishal) dibire 5- Bêxwewîyê hiltîne 6- Şîrê dayikê zêde dike 7- Hêza zayendî (seksî) zêde dike. 9- Pêşîya nexweşîyên çerm û çavan digire û çavan bihêz dike. 10- Zindetî û tazetîyê dide çerm û kurîşkên çerm rast dike. 11- Êşên gurçikan disekinîne, zindetîyê dide beden, iştahê vedike, jibo kewîna brînan dibe alîkar. 12- Goştê diranan bihêz dike. 13- Pêşîya qirîza dil û destistanî (felc) yê digire, têgeheştinê (fahmê) zêde dike. 14- Pêşîya bêhntengî, bêdesthilatî (jênehatin, bêkêrî, nekarîn) digire û tedawî dike. Jibo kêmbûna serêş û êşên mîgrenê dibe alîkar . û hwd. Karanîn1- Dohn (rûn) ê gêzerê. 2- Bizirê gêzerê. 3- Xwarin, rêçal, tirşî, selete, paste, kek û hwd


Çavkani[biguherîne]

  1. Rose, F. (2006). The Wild Flower Key (O'Reilly, C., revised and expanded edition) London: Frederick Warne ISBN 0-7232-5175-4, p. 346
  2. Mabey, R. (1997). Flora Britannica. London: Chatto and Windus ISBN 1-85619-377-2, p. 298
  • Malpera Lotikxane, beşa Dermanxaneya Xweristê, Bavê Jîndar