Ga (tuxm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ga tuxmek ji nivişê gayan e ko bi rengekê kehîkirî heye. Ga lawirekê kehî ye û niha li cîhanê nêzî milyarek û nivan ga hene. Bi vî awayî, ga yek ji mişetirîn memikdaran e.

Mirov gayan jibo goştê wan, kevil, şîrî û karkirnê (mîna bikaranîna wan di cotkirina zeviyan da) bikardiînin.

Di zimanê Kurdî da, ji tuxmê gayî ra bi giştî dibêjin ga. Lê, eger merem pê diyarkirineka nemazeyî bit, ga tenê cinsê nêr ji vî lawirî vedigirit. Kurd ji cinsê mê yê vî tuxmî ra dibêjin çêl anko çêlek. Navên dî jî di kurdî da dihên bikaranîn ko her yek ji wan coreyek an temenek ji gayan diyardikit. hindek ji wan navan ev in: golik, ji zaroyê gayan ra dihêt gotin. Ji golikê nêr ra dema piçekê mezintir dibit, dibêjin conega. Ji golika mê ya ko hêşta nezabit ra dibêjin mêgan.