Gaza rondikbar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gaza rondikbar

Gaza rondikbar wek gaza rondikrêj, rondik dibarîne jî tê nasîn. Gaza rondikbar çekekê kîmyewî ya nekûjer e ku esebên korneayê hişyar dike yên li çavî û dibe sedema rondikan,janan û hetta koriyê. Gazên rondikbar yên hevpar Spreya bîberê (gaza OC), gaza CS, gaza CR, gaza CN(fenasîl klorîd), nonîvamîd, bromoaseton, ksîlîl bromîd, sîn-propanetiyal-S-oksîd (ji pîvazan) û Mace (têkelbûneke) dihundirîne.

Ajanên rondikbar bigiştî ji bo kontrola serhildanê tê bikaranîn.Bikaranîna van çekan wek ajanên şerên kîmyewî bi dûçûna hinek hevpeymanên navnetewî qedexe ye.Wextê Şerê dinyayê yê yekemîn de, ajanên rondikbar yên toksîktir hatin bikaranîn.

Tesîr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gaza rondikbar dixebite li gel mukoz membranên îrrîteker li çavî, difinê, devî û li cegerî û dibe sedema girîn, bênijîn, kuxîn, bêhngirtina dijwarî, jan di çavî de, korbûna demkî, hwd. Li gel gaza CSê sîmptomên îrrîtasyonê xuya dibin li 20-60 saniye piştî dûçarmanê û bigiştî di 30 deqîqeyên jêdûrbûnê de tesîra wê dawî dibe. Li gel spreya bîberê(gaza OC), destpêka sîmproman bi hundirîna wendabûna motor kontrol, di demeke kin de dibe jixwe, %90 erîşkar reftarên xwe yên êrîşî terk dikin. Tê fikirîn ku gazên rondikbar hereket dikin bi erîşkirinê li dijî fonksiyonî komên sûlfîdrîl yên li enzîman. Yek ji hedefên proteîn ya pêkantirîn îyon kanala TRPA1ye ku tê îfade kirin li esebên sehkirinê yên çavan,difin û devî.

Rîsk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gel hemû çekên nekûjêr an jî kêmkûjêr, hindek rîskên brîndarbûnên ciddî-mayî an jî mirin heye bi bikaranîna gaza rondikbar.

Bikaranîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tedawî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî dûçarmanê, tedawiyên cur be cur dikare bên bikaranîn.Alîkariya yekem ya standart ji bo sojînên li çavî avdana çavî ye û hinek îspat pêşniyar dikin ku solûsyona dîfoterîn dikare bibe alîkar wek berhemekê alikariya yekem ji bo spreyên kîmyewî û dikare bibe alîkar ji bo sojînên çavî.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]