Gijok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Gijok
Common buckthorn
Common buckthorn
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Beş: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Rosales
Famîle: Rhamnaceae
Cins: Rhamnus
Binecins: Rhamnus
Cure: R. cathartica
Navê zanistî yê latînî
Rhamnus cathartica
L.
Rhamnus cathartica

Gijok, rîxok, mûrdeşe dareke wek hejan e. Bejna wê li gor cih û cûre 1- 4 metroyan bilind dibe. Bi qasî 150 awa û cûreyên wan hene. Hinek ji wan cûreyan xweser li welatekî hêşîn tê û navê wî welatî lê tê kirin. Wek mînak (Rhamnos Kurdikus ) “ Gijika Kurdan “. Ev gijok li çîyayên Bedlîs, yên Wanê û li çîyayê Gare yê li başûrê Kurdistanê li zinaran û cihên firok yên ji 1800 metro berjortir tê dîtin . Lê babeta nivîsa me gijoka normal e.

Ew di nava daran de xwe bi xwe hêşîn têt. Çiqên wê li hember hev, serê çiqan bi strî ne. Şitilên wê yên nû rengê xweliyê yan jî zîvane ne. Belgên wê keskê vekirî, biriqok û hokane ne. Rexên wan wek mişare hûr in. Dirêjahiya belgan 3-6 û firehî 2–4 cm in. Kulîlkên wê di binê belga wê de derdikeve û 4-12 lib bihevre ne. Kulîlk keskezer, biçûk û 4 pel e. Serê pelê kulîlkan tûj û rimane ne.

Di navika kulîlkê de tozdankên dolkirinê (bergirtinê) hene. Fêqiya wê wek morîkên bi qasî şoqilxatîna ( bezelye) ye. Berê kesk û paşê jî hêdî hêdî ber bi şînêtarî yan jî reş ve diguhêrin. Tama fêqiya wê tahlemiz e û çar dindik têda nin. Alman jêre dibêjin “ Kreuzdorn”, bi Tirkî navê wê “Akdîken anjî barut axaci “ ye. Li Ewropa jibo xweşikahî di nava parqan û baxçan de tê çandin.

Welat û dîrok[biguherîne]

Rhamnus cathartica - Köhler–s Medizinal-Pflanzen-255.jpg

Welatê rîxokê Asiya Bakur, Ewropa û deverên Behra Spî ye. Ji wan deveran belavî welatên din bûye. Dîroka wê baş nayê zanîn, lê di demên gelek kevnar de li hember xurîn (xurandin) û qebizbûnê wek derman hatiye xebitandin. Herweha dermanê qebizê û rûviknermkirinê jê tê çêkirin. Ji ber ku kebizê radike û îshalê çêdike, navek wê jî bi Kurdî rîxok e.

Berhevkirin: Di mehên êlûn û cotmehê de fêqî, belg û tûvilên wê tên berhevkirin, li ber sîberê tên hişkkirin, hûrkirin û di nav firaxên cam de tên parastin. Li gor hewcedariyê tên xebitandin.

Naverok[biguherîne]

Têdahî: Şekir, Asîtênorganîk, Rûn, Madeyên rengên zer yên bi navê Rhamnoxanthîn û Lokaîn, madeyên kimyevî yên bi navên Rahmnoemaodîn, Emodîn, Crysophanol, Antrakînon, Glîkozîtên Flavon Vîtamîn C û hwd.

Bikêrhatin[biguherîne]

Rhamnus catharticus.jpg

Kêrhatî: 1- Sabxor (qebizê ) ji holê radike. 2- Rûvikan nerm dike. 3- Xurê dibire. 4- Bi kêrî zerikê tê. 5- Dilkutê (kelecan-heyecan) kêm dike. 6- Êşên qirikê dibire.

Li gor rapora Komîsyona Ewropa, fêqiya gijokê li henber qebizê, bawesîrê, jibo piştî emelîyatan, nermkirna rûvikan tê xebitandin. Divê fêqiya wê ya negeheştî qet neyê xebitandin. Heke fêqiya wê ya geheştî jî zêde bê xebitandin, wê bibe sebebê arêşeyên zikêş, êşana reh û jiyan.

Fêqiyê rîxokê di mehên êlûn û cotmehê de tê berhevkirin, hişkkirin û hêran. An jî tereter tê givaştin û şirûba wê tê çêkirin. Cureyên Antrakînonên di nava wê de di rûvikên stûr de mêtina avê digire, gemarên di nav de nerm dike. Heke 10 ji liban zêdetir bê xwarin, wê navhinavan bibe (virikî –îshal bike)”

Glîkozên wê destava zirav (mîz) zêde dikin. Ava fêqiya wê jibo tevahiya xetimînên rêyên destavê , bêhnê û xurînên çerm tê xebitandin. Heke bi hingiv ve bê bêtîylê (tevlihev) kirin û xwarin, wê êşên qirikê û dilkutê hilîne.

Bikaranîn[biguherîne]

Karanîn: 1- Çaya Rîxokê 2- Şirûba Gijokê 3- Toza Mûrdeşê .

Çay[biguherîne]

Jibo her kevçiyek qehwê fêqiya gijokê ya hişkkirî û hêrayî, yan jî pel û tûvil (qaşil) bikin nav firaxekê. Qedehek avê ava kelandî berdin ser, bila 10 deqan di dema xwe de bimîne, biparzinin û spêdê berî xurîniyê qedehekê jê vexwin .

2- 10-15 libên fêkiyê bikin nav çaydankekê, 400 ml ava kelandî ( 2 qedehên avê) berdin ser bila 10- 15 deqan di dema xwe de bimîne, biparzinin û berî xwarinê qedehekê jê vexwûn

3- Kevçiyek çayê toza Mûrdeşê bikin nav qedehek avê yan jî bê av daqurtînin.

Şirûb[biguherîne]

Fêkiya rîxokê ya taze bigivêşin, hinek şekir tev bikin, hinek avê berdin ser û deynin ser agir bila bikele. Paşê biparzinin û bikin şûşan, li gor hewcedariyê kevçiyek şorbê berî xwarinan jê vexwin.

Mexcûn[biguherîne]

Kevçiyek çayê toza fêqiya gijokê bikin nav kevçiyek xwarinê û bi hingiv tevlihev kin, spêdê berî lexînî (xurînî ) bixwin. Hûn dikarin 10 lib fêqiya ter jî bixwin. Lê hewceye pîvana (qirara) me gotî nebuhrînin. Heke bibuhre, wê zikêş û anormalbûna rehan û jiyan peyda bike.

Çavkanî[biguherîne]

  • Bavê Jîndar, Lotikxane.com, 10/2009