Gola Beyşehirê

Gola Beyşehirê
Herêm Anatolyaya Navîn, Herêma Deryaya Navîn
Bilindî 1 121 m
Rûber 651 km2
Dirêjî 50 km
Firehî           26 km
Kûrahî 10 m
Qeware 2.751.000.000 m3
Koordînat 37°46′55″Bk 31°30′27″Rh / 37.782°Bk 31.5076°Rh / 37.782; 31.5076
Gola Beyşehirê li ser nexşeya Qonye nîşan dide
Gola Beyşehirê
Gola Beyşehirê
Gola Beyşehirê (Qonye)

Gola Beyşehirê (bi tirkî: Beyşehir Gölü) goleke avşîrîn e ku navbera bajarên Qonye û Ispartayê de ye. Gol di nav korteke tektonîkî çêbûye û ji aliyê rojava û başûr bi Çiyayên Torosê, li rojhilat Çiyayê Erenlerê ya volkanîk, li aliyê bakurê rojava û başûrê rojhilat ve ji aliyê Çiyayên Sultan û Çiyayê Anamasê ve dorpêçkirî ye.

Hîdrografya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qada ku avên xwe dişîne Gola Beyşehirê (Hewza Gola Beyşehirê) 4200 km² ye. Ruava 651 km² ye, avên qadeke 6-7 qat ji xwe mezintir tov dike. Hebûna lehiyên cihêreng ên di golê de rê li ber diyarkirina ava hatinî û derketina golê digire. Gol ji aliyê nêzîkî 30 çeman ve tê xwedîkirin. Her çend di demsala havînê de hinek çem ziwa bibin jî, ava kaniyan her demsal digihîje golê. Bi girtina navînî ya îstasyonên derdorê, rêjeya barîna salane ya li ser rûyê golê wekî 726 mm hatiye pîvandin.[1]

Li Hewzeya Gola Beyşehirê rêya herikîna avên bin erdê ber bi golê ve ye. Îro li hinek deverên golê ava avdanê ji golê ji bo zeviyên çandiniyê yên derdorê tê kişandin. Di lêkolînê de ger rûbera çandiniyê ya ku tê avdan ji 100 hezar hektarî derbas bibe, asta ava golê dakeve 1118,6 m. Dema ku qada avdanê 80.000 hektar be, avdanî dikare bê kirin, lê asta golê kêm dibe. Qada ku asta golê tevî avdaniyê lê bê parastin wek 40 hezar hektar hat diyarkirin.[1]

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b "(PDF) Beyşehir Gölü Havzasının Yeraltısuyu Akım Modellemesi Esaslı Hidrojeolo-jik Özelliklerinin Değerlendirilmesi". ResearchGate (bi îngilîzî). doi:10.29048/makufebed.358206.