Goristan Cengî ya Bexdayê ya Deriyê Bakur

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Goristana Cengî ya Bexdayê ya Deriyê Bakur (bi inglîzî: Baghdad (North Gate) War Cemetery) goristaneke li paytexta Bexdayê ya Iraqê ye. Ev goristan aramgeha dawî ya 4480 kesî ye, gelek ji wan kesên leşkerî ne yên ku di Şerê Cîhanî yê Yekem û Şerê Cîhanî yê Duyem de li Îraqê hatine kuştin.[1] Di 2012an de bingehên nû yên bibeton yên 511 kêlikan ji aliyê Commonwealth War Graves Commission (CWGC) ve hatine çêkirin û tanên nû li dor hatine avakirin.

Li xeynî gorên kesên leşkerî yên Commonwealtha brîtanî, 127 gorên kesên din ên ku di şerên cîhanî de hatine kuştin, ji nav wan 100 mezelên tirkan û 41 gorên kesên sivîl jî hene.[1]

Goristan li taxa Wezîriye ye ku dikeve navçeya Rusafe ya Bexdayê. Deriyê sereke yê goristanê ber Koleja Hunerê û Enstîtuya Rêvebiriyê ya li Zanîngeha Bexdayê ye.[1]

Goristan ji hêla sê nifşên malbata Ferî ve tê xemilandin û parastin.[2]

Kesên navdar ên ku li Goristanê veşartî ne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c "Baghdad (North Gate) War Cemetery". Commonwealth War Graves Commission.
  2. ^ Louise Callahan (20 sibat 2020). "Iraqi keeper begs for help to save British war graves". The Times. Roja gihiştinê 25 sibat 2020.