Gotûbêja bikarhêner:79.193.230.104

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ensîklopediyekê mecbûr e ku bêalî, akademîk û laîk be. Erê kêmasiyên me hêj gelek û gelek in lê rastî ev e. Bi dehan şax, mezheb û baweriyên olan hene. Bibore lê ew hêj bihev nakin ka ensîklopedî çawa rê bidin nakokiyên wan?

Bi ya min însan divê xwe nekin berdevkê Xwedê û li ser navê Xwedê polîtîkayê nekin. Li ser navê Xwedê çendîn car e dinya dibe gola xwînê? Gelo ma Xwedê wekaleta xwe da hinekan û got li dinyayê menfaetên min biparêze? Ka wekalet? Dema Ereb bo belavkirina ol tên Kurdistanê, şerekî 100 salî diqewime. Tenê di hefteyekê de ji ber ku kelîme-î şehadet neanîne, zimanê 25.000 mirovî hatiye jêkirin. Ma em bêjin? Li ser navê Xwedê li Bexdayê Tirkan (Osmanî) ji serê 120.000 Elewîyan bircên dehşetengîz çêkirine (evana hemî di qeydên dîrokî de bi taybetî di yên Osmaniyan de cih digirin, ne mubalaga ne).

Ma êdî bes nîne ev qetlîmana? Ma Xwedê çima ji qetlîaman hezbike? Bi kurtî ji xwe re kar û partiyên xwe bimeşînin lê ne li vir. Gotarên me yên olî mixabin hemî çewt û propaganda ne, em ê rojekê sererast bikin. Gelê Kurd laîk e, hurmeta wê ji hemî olan re heye. Lê tu serê wêjê bikî qîma xwe bi radîkalîzmê, fûndamentalîzmê nade. Dembaş. --Bablekan 11:47, 16 adar 2008 (UTC)[bersiv bide]


Ev rûpela gotûbêjê ye ji bo bikarhênerên nediyarkirî ku hîn hesabekî xwe çênekirine an jî bi kar nayînin. Ji ber vê yekê divê em wan bi navnîşana IPyê ya hejmarî nîşan bikin. Navnîşaneke IPyê dikare ji aliyê gelek kesan ve were bikaranîn. Heger tu bikarhênerekî nediyarkirî bî û bawer dikî ku nirxandinên bê peywend di derheqê te de hatine kirin xêra xwe ji xwe re hesabekî veke an jî têkeve da ku tu xwe ji tevlîheviyên bi bikarhênerên din re biparêzî.