Gotûbêja bikarhêner:Abdurrahman Gok

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gundiyên reqayî: Ewrên reş û tarî belav bûn, roj bi ser me de hilat

REQA - Şervanên Xezeba Firatê yên ji bo azadkirina Reqayê ketin rê, gelek gund ji DAIŞ'ê safî kirin û li gel vê TEV-DEM jî li van gundan, pêdiviyên gel bi cih tîne. Yek ji van kesên beşdarî van xebatan bûye jî endamê TEV-DEM'ê Mihemed Hewê ye. Em dibin şahidê vegotinên Hewê, yên piştî 6 salan cara ewil digihê dostên xwe yî ereb. Jinên ereb bi van gotinan pênaseya azadiyê kirin:"Roj bi ser me de hilat, ewrên reş û tarî cihên xwe dan ronahiyê. Îro, roja derketina me yî ji girtîgehê ye."

Şervanên Xezeba Firatê, yên ji bo azadkirina Reqayê di 10'ê kanûnê de starta pêngava 2'yemîn dan, gelek gund azad kirin û rêya xwe didomînin. Fermandariya Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê diyar kir ku, ji bo rizgarkirina bajarê di bin hukmê DAIŞ'ê de, ciwanên ereb, suryanî, kurd û ciwanên reqayî yên ji ber zilmê reviyane û hêzên wek; Şûheda El Reqa (Tûgaya Şehîdên Reqayê), ehrar El Reqa (Tûgaya Azadiya Reqayê), SûwarTilEbyad (Şoreşgerên TilEbyadê), Lîwa El Tehrîr (Tûgaya Azadiyê), KetîbeîŞûheda El Firat (Tabûra Şehîdên Firatê), KetîbeîŞehîd El Cîmo (Tabûra Şehîd El Cîmo), Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, ji êla Şemarê ya ereb Ceyş El Senadîd (Artêşa Egîdan), Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û YPG/YPJ'ê cih digirin. Di merhaleya duyemîn a operasyonê de hêzên nû yên wek; Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê, Hêzên Nûxbeyê, Teyyar El Xad (Tevgera Pêşerojê) û Sûwar El Reqa (Şoreşgerên Reqayê) jî beşdar bûn.

DI OPERASYONÊ DE HETA NIHA WINDAHÎ TUNE NE

Piştî civîna çapemeniyê ya li Gundê Şabdaxê yê girêdêdayî Bajaroka Silûkê, ku li başûrê rojhilatê Reqayê dikeve, hêz wek Kadîriye û Kerdoşanê dabeşî du milan bûn û li gundan dest bi paqijiya DAIŞ'ê kirin. Di her du milên operasyonê de gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Her wiha heta niha, tu qeindahiyên şervanên operasyonê jî tune ne. Tê diyarkirin ku, operasyon bi awayekî temkîniyî û serkeftiyî tê meşandin.

EM JI KOBANIYÊ DIKEVIN RÊ

Gundên bi salan di bin zilmê de man, yeko yeko ji çeteyan tên paqijkirin, lê em miraq dikina da gundî çi dikin. Ji ber vê yekê, ez û hevalê xwe yê Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Zana Seydî bi hev re, li gundan ji bo xebatên çareserkirina pirsgêrêkan ê di bin banê TEV-DEM'ê te tên kirin, li cihê cih bibînin, ji Kobaniyê dikevin rê.

Li gel me Hevserokê TEV-DEM'a Kantona Kobaniyê Ehmed Şêxo, Rêveberê TEV-DEM'a Sirrîna Kantona Kobaniyê Ebdûrrehamn Demîr û Endamê TEV-DEM'ê Mihemedê Hewê heye.

Di rê de Ehmed Şêxo yê pirsên me bê bersiv nahêle, dibêje em ê ji milê Kadiriyeyê serdana gundên hatine azadkirin ên wek Sêgola Şerqî, Kiradî, Cabir, Merwan, Şibil, Efat, Ebû Cihef, Mezra Şêra, Gireş û Tiluzeyê; ji milê Kerdoşanê gundên wek Hêmer, Şitrîye, Bastirkî Şerqî, Bastirkî Xerbî, Diraniyê bikin û li cihê cih guhdariya pirgirêkên gel bikin û hewl bidin çareser bikin.

Ehmed Şêxo yê ji aliyekî ve em agahdar dikin, li aliyê din jî bi rêya telefonê bi hêlan re hevdîtinê pêk tîne, ji bo peydakirina pêdiviyên sereke yên wek zexîre, nan, sotemenî û hwd. daxwaza zorandina şert û mercan dike.

JI BO GUNDÊN REQAYÊ FIRINA LI TIL USMANÊ HAT AVAKIRIN AMADE YE

Ehmed Şêxo diyar dike ku, kapasîteya firinên nanî yên li Kobaniyê hatiy zêdekirin û wê çend rojan bêheq nan ji gel re peyda bikin û got, wan li Bendava Rojavayê (Tişrîn) li Til Usmanê fabrîkayeke nanî ava kiriye û piştî çend rojan dema têkeve faaliyetê, wê pirsgirêka nanî ya gel bi temamş bê çareserkirin. Li gor mezinahiya qada wê bê rizgarkirin û gundên li bejahiya Reqayê, agahiya amadekariyên vekirina 3 firinên din jî dide.

EHMED ŞÊXO: GEL BI HÊVIYÎ LI BENDA ME BÛ, EM Ê JÎ BIBIN BERSIV

Li gel baran û seqemê jî, şervanên Xezeba Firatê gundan rizgar dikin, TEV-DEM jî ji bo bicihanîna pêdiviyan bênavber di nav hewldanan de ye. Li gundên dengê teqînan tê, rewşa welatiyan a asayî bala me dikêşe. Ehmed Şêxo vê rewşê bi van gotinan rave dike: "DAIŞ, nûçeyên wek ên kurd û hêzên operasyonê gundiyan qetil bikin belav dikir. Lê belê, hem munasebeta gundiyên li vir û kurdan, hem jî li qadên azadkirî nêzîkatiya me yî bi gel re, hemû propagandayên DAIŞ'ê bêbandor kir. Ji ber vê yekê, tenê rojekê li derve man û piştî ewleyiya gundan pêk hat, paşê vegeriyan malên xwe. Ev ji bo me jî rewşeke cihê şanaziyê bû. Vê zivistanê ne gel rastî zehmetiyan hat, ne jî hewcetî bi çêkirina kampan û neqilkirina gel a ji devereke din ma. Bi rastî jî, her devera ku em diçinê, li wechê gelê ku pêşwaziya me dike îfadeya 'hûn li ku man' peyda dibe. Gel bi hêviyî li benda me bû. Em jî dixwazin bibin bersiva vê hêviyê."

MIHEMEDÊ HEWÊYÊ KURD, PIŞTÎ 6 SALAN MIRAQA DOSTÊN XWE YÎ EREB DIKE

Dîsa Endamê TEV-DEM'ê Mihemedê Hewê yê li gel me di heman wesayîtê de ye, ji ber berê li herêmê jiyaye, ev nasîna wî ya herêmê rêxistinbûyîna xebatan leztirîn dike. Hewê li Gundê Şêranê yê Kobaniyê rûdinê. Di sala 1999'an de, ji ber bêkarîtiya li Kobaniyê, berê xwe dide Gundê Sêgolayê, ku ev gund li herêmê mezintirîn gund e, û li vir bi karê çandiyê re bilî dibe. Mihemed, piştî 6 salan bi peroşiya dê wan darên berê li bin siha wan xwe vedihesand, wê xaka çandinî lê dikir, wan dostên xwe yî ereb ê av û nanê wan xwariye û zarokê xwe bibîne, di dema rêwîtiyê de her li derdora xwe dinihêre û bîranên xwe yad dike. Di rê de, her gundê em çav lê dikevin, bîranîneke Mihemedê Hewê lê heye. Qezayên di rê de pêk hatine, bîrên av jê vexwarine, dikanên danûstendin lê kirin, malên dema di rê de maye bûye mêvanên wan, yeko yeko nîşanî me dide. Mihemdê Hewê diyar dike ku, ji ber di dema şerî de telefon tune bûye û çûnhatine çênebûne, wî tu agahî ji dostên xwe yî ereb wernegirtine û difikire, bê ka ji wan kî sax e yan miriye û wê dostên xwe bibîne yan na. Ji ber vê, Ehmedê Şêxo û Ebdûrehman Demîr jî hin navan jê dipirsin.

MIHEMED HEWÊ: GUNDÊN REQAYÊ RÊPÊKETIYA GELÊ ME YÎ KOÇERTIYÊ DIKIRIN BÛN

Mihemedê Hewê yê herêmê baş dizane û 11 salan lê ma ye, dest bi vegotinê dike: "A rast, berê bav û bapîrên me pir hatine vir. Gundên Reqayê, herêmên rêpekitiya kesên bi sewalvaniyê re bilî dibûn. Wan nav jî li hin deran kirine. Mînak, gundên hîn di dest DAIŞ'ê de ne ên wek Keçelî (Karawan), Mahmûdoxlî, Bîra Xwar (Êwec)...bavê min behs dikir. Heta salên 1960'î jî ev wisa bû. Di navbera kurd û ereban de, danûstendineke zêde ya mal û çandeyî hebû. Lê bi Baasê re êdî kurd nikaribûn koçeritiyê bikin. Ev erd berê hemû yên agayekî ereb, Xelîl Haçim bûn. Gelê herêmê jî 'peya' bûn. Ji Sirrînê heta Tebqayê hukmê wî hebû. Xelîl Haçîm koçî Lazkiyeyê kir û kurê wî yê mezin Tirkî li wir mir. Tiştê dizanim, zarokên wî yên din hîn jî li Suûdî Erebîstanê dijîn. Tabî hikûmet, li vir xak li gel belav nekir. Yanî a rast gelê li vir 'fellah' (karkerê çandiniyê) ye. Erd dajo, lê ne malê wî yî bitapû ye."

‘GELO DOSTÊN MIN DIJÎ?'

Mihemedê Hewê dibêje, hema bêje em û ereban ferdên heman malekê bûn û wiha didomîne: "Dema ez li Sêgolê bûm, xwarin û vexwarina me bêyî hev nedibû. Lê belê, bi şer re ji nişka ve hemû têkiliyên me qut bûn. Carinan bi yên ji gund reviya bûn re me hevdîtin pêk dianîn; lê belê bi yê li gund man re, bi tu awayî me agahî ji hev wernegirtin. Niha bi wê peroşiyê diçim gund. Belê, niha di dest min de çekek heye, lê belê ev çek ne ji bo hukumraniya li ser wan gundiya ye, hem ji bo parastina min hem jî ji bo ya wan e. Ji ber herêmê baş dizanim diçim û em ê li gundan ji bo pêkanîna komîte, komunan zemînê biafirînin. (Dikene) Hevalan xwest ez xatir ji hevjîna xwe û zarokên xwe bixwazim. Lê belê, li gel hemû hewldanan jî, ne di serdema rejîmê de, ne jî di serdema DAIŞ'ê de erebên li vê herêmê bi tu awayî bi hesta tilhilgirtinê nêzî kurdan nebûn. Ez hay ji vê taybetiya wan heme û bawer dikim. Ji ber vê, min xatir nexwest."

LI HER GUNDÎ ŞOPÊN ŞERÎ HENE!

Li aliyekî ez guhdariya bersiva Mihemedê Hewê ya jiyana hevpara a li dijî wê dijminayetiya li herê tê xwestin guhdar dikim, li aliyê din jî ez li gundên em tê re derbas dibin û şopên şerî li bîra xwe vedikolim. Ji Kobanî FM'yê ya hefta borî bi nûçeya xwe yî sulha li gundê Xizênê olan da û guhdarîkirina stranên herêmê re, em Sirrînê derbas dikin. Hîn dibim ku, gundê em rastî wî hatin Gundê Şuhedayê ye, alîgirê DAIŞ'ê ye û dema DAIŞ hatiye herêmê hemû gundî gund terikandine. DAIŞ'iyên li gund bi cih bûne û mala ku wek qerergah bi kar anîne serobino bûye. Di rê de em dibînin ku, hema bêje hemû menfeze bi mayinkirinê hatine teqendin û dawiyê bi axê hatine tijekirin.

LI TILIYÊN ZAROKAN NÎŞANA SERKETINÊ KÊM NABE

Li gundên heta demekê di bin zilma DAIŞ'ê de bûn, zarok û yên gihandî, her wesayîta di rê de diçin, bi nîşana serketinê wan silav dikin.

Ewil em diçin gundê Kadîriyeyê. Li vir heyeta ku ji 5 kesan pêk tê û ji aliyê TEV-DEM'ê ve hatiye avakirin pêşwaziya me dike. Ev heyeta ku di tespîta pêdiviyan de alîkariya TEV-DEM'ê dike, piştî der barê gundan de agahiyan dide, ji bo belavkirina nanê ji Kobaniyê hatiye tevdigere.

GUNDÎ: NEDIHIŞTIN EM BI KURDAN RE TÊKILIYÊ DEYNIN

Her gundê em diçinê, bi taybetî jin TEV-DEM'ê bi tilîliyan pêşwazî dikin. Gundî behsa zilma DAIŞ'ê dikin. Diyar dikin ku, piştî DAIŞ gundê wan dagir kiriye, pêwendiya wan î bi her derî re qut kiriye û dibêjin, ew nikarin biçûnan Reqaya di bin rêveberiya DAIŞ'ê de ye jî. Gundî tînin ziman ku, her tişt ji bo wan hatibû heramkirin; ne dikaribûn biçin ser bijîşk, ne jî dikaribûn zarokên xwe bidin xwendin. Ji niştecihên Gundê Marwanê welatiye wiha dibêje: "Nedihiştin em bi kurdan re têkiliyê deynin. Nedihiştin zarokên me biçin dibistanê. Zarokên me nikarin navên xwe jî binivîsînin. Çûyîn me yî bajaran qedexe bû û em niakribûn biçin nexweşxaneyê jî."

JIN: ROJ HILAT, EWRÊN REŞ Û TARÎ BELAV BÛN

Ji Gundê Cabir jinên ku heyetê bi tilîliyan pêwazî kirin jî wiha dibêjin:"Piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatin, ewrên reş û tarî yên li ser me belav bûn. Li ser me roj hilat, ewrên reş û tarî cihê xwe dan ronahiyê. Îro, roja derketina me yî ji girtîgehê ye. Dema em di bin zilma DAIŞ'ê de bûn, serdan xizmên me jî qedexe bû. Bi sala ye, min xizmek xwe, dostek xwe jî nedîtiye. Hemû pêwendiyên me qut kirin."

Dema em li gundan digerin, perdên hatine vekişîn bala me dikêşin. Gundî dibêjin, ji bo mêrên cîran jinên cîranan nebînin, bi fermana DAIŞ'ê bi zorê hatine kişandin.

LI KOBANIYÊ NAN BI 40, LI GUNDÊN REQAYÊ BI 700 LÎREYÎ YE

Gundiyên Reqayê diyar dikin ku, dema gundê wan di bin venêrîna DAIŞ’ê de bû, berê nan bi 400 lîreyî, di demên dawî de bi 700 lîreyî dikirin. Gundiyên bihîstin heman nan li Kantona Kobaniyê bi 40-50 lîreyî ye, dest nîşan dikin ku DAIŞ bi her awayî zilm li wan kiriye. Her wiha dîsa, 200 lître warîla mazotê, li Kantona Kobaniyê bi 9 hezar pereyê Sûriyeyê tê firotin. Gundî dest nîşan dikin ku, li gundên Reqayê yên di bin rêveberiya DAIŞ’ê de bûne bi 40 hezar lîreyî dihat firotin.

‘XWEDÊ TEALA BI WE RE BE’

Her cihê em çûnê me dît ku, bê Ehmed Şêxo û hevalên wî yên dema bajarê Kobaniyê di bin dorpêçê de û bajar neterikandibûn, çawa pirsgirêkan bi lez û bez çareser dikin û çawa ji derûniya gelên di bin şer de mayî fêm dikin û bi rihetî pêwendiyê bi wan re datînin.

Rêveberên TEV-DEM’ê destên extiyaran maç dikin, li hal û ehwalên wan dipirsin û extiyar jî rêveberên TEV-DEM’ê maç dikin û dibêjin: “Xwedê Teala bi we re be. We em ji qeda û belayek mezin parastin. Xwedê Teala jî we biparêze.”

KÊLIYA KU MIHEMED HEWÊ DIGIHÊ DOSTÊN XWE

Dema em li Gundê Cabirê digerin, ji nişkave Mihemedê Hewê bi leqayî du dostên xwe yî bi navê Îbrahîm û Îsmaîl tê. Dûr û dirêj hevdu hemêz dikin. Kêliyên hestiyariyî xwe didin der. Îbrahîm dibêje, wî hevjîna xwe winda kiriye û behsa ku ev 6 sal e çi jiyane dike. Lê Mihemed dibêje, ew ê li cem wan be û dûr û dirêj sohbet bikin û pişt re em ber bi Sêgolê tevdigerin.

Sêgol, 90 kîlometreyî dûrî Kobaniyê, 40 kîlometre jî dûrî Reqayê ye. Li vî gundê stratejîk, bi dehan malbat dijîn. Em diçin qada gund. Welatiyên me dibînin, bi rûkenî pêşwaziya me dikin. Dema Mihemedê Hewê ji wesayîtê dadikeve, ji nişka ve wiha diqîrin: “Mihemed.” Welatiyên ereb ên piştî 6 salan çav li dostê xwe yî kurd Mihemedê Hewê dikevin, bi hêsirên çavên xwe nikarin û xwe davêjin stûyê Mihemed. Yek wî berdide, yên din hembêz dike. Herî dawî dema Dayika Gutnê ya 60 salî ji nav derî dertê û çav Mihemed dikeve, dest bi tilîliyan dike û dibêje “Xwarziyê Mihemed” û xwe davêjê stûyê wî. Lê belê, Miheed jî dibêje: “Dayê ne dema rûniştinê ye, divê em pêşî vî nanî li gund belav bikin, ez ê dawiyê werim. Çawa be êdî em ji hev naqetin.”

‘CIXARÊ NAKÊŞIM, LÊ JI RIKA EZ Ê YEKÊ VÊXIM’

Li Sêgolê welatiyekî extiyar cixareyekê dixwaze û lê zêde dike: “A rast ez cixarê nakêşim. Lê îro li ser şerefa rizgarkirina ji DAIŞ’ê dixwazim vê cixareyê vêxim.”

Mihemed li gund dimîne û em serdanên gundan didomînin. Gundên em diçinê, em rastî gundiyên bi motorên xwe cot dikin, yên heywanên xwe diçirînên tên.

‘WEXTA BÛ TEQEREK ŞÎR DI BIZINA DE NEMA’

Mihemed Hewê di rêwîtiyê de, veqetîna xwe yî 6 sal berê a ji Sêgolê bi gotina pêşiyan “Wexta bû teqereq şîr dibizina de nema” pûxte kiribû. Lê belê, em li hêlekê dibin şahidê domandina şer, li hêlekê jî dibin şahidê mirovên ku karên xwe yî rojane dikin û ev li ber çava radixîne ku, her çeka diteqe heman encamê nade der, carinan çeka diteqe dibe sedema pêkanîna azadiyê. Lewra, mirovên dest bi karên xwe yî asayî kirine, ji her wesyaîta dibînin re silavdayîna wan î nîşaneya serketinê û gotinên wanî “we ewrên reş û tarî ji ser me qewirandin”, vê nîşan dide.

Abdûrrahman Gok - dîhaber

15 Kanûn 2016