Gotûbêja bikarhêner:Feqîyê Teyrann

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Cejna Gaxandê[1][çavkaniyê biguhêre]

Li gorî kevneşopîyê zilamek xwe dixe qilixê kalekî û yek xwe dixe qilixê bûkekê digel alîkarekî wan bi lêxistina dahol û zurnê direqisin û ji esnafan xwarinê berhev dikin û sersala welatîyan pîroz dikin. Kaynak: Li Dêrsimê Cejna Gaxandê hatîye pîrozkirin. Di lîstikê de hinek welatî hewl didin bûka kalo birevînin û kalo jî bi gopalê xwe bera wan dide.Pîrozbahî di bin barîna berfê de bi dahol zurneyê û dîlanê dewam kirîye. Pişt re jî xwarinên ku hatin berhevkirin, li hola dawetê ya şaredarîyê hat îkramkirin.Ji koma govendê Emre Koçî got ku kevneşopa Gaxandê di nava çanda Elewîyan de ye û wiha pê de çû: "Em li sûk û bazarê li esnafan digerin, ev roj ji bo me pîroz e. Rojî tê girtin, loqme tên belavkirin, danûk tê kelandin û ji bo zêdebûna heywanan ew danûk li axur û goman tên daleqandin. Kevneşopa Gaxandê çalakîyeke derûnî ya qedîm e. Berê herkes li taxa xwe, li gundê xwe mal bi mal digerîyan, rûn, nan, ard berhev dikirin û dûv ra digel gundî taxeyîyan dixwarin û beşek wê jî li feqîran dihat belavkirin." Kaynak: Li Dêrsimê Cejna Gaxandê hatîye pîrozkirin. Derbarê Cejna Gaxandê deLi Dêrsimê weke sersal tê qebûlkirin. Li gorî Salnameya Hicrîyê tê pîrozkirin. Di çanda kurdên elewî de rojeke girîng e. Di vê rojê de mêrek an jî zarokek kur bi hirîyê riheke spî ji xwe re çêdike û xwe dixe şiklê kalekî ku navê wî Kalo ye, dîsa mêrek an jî zarokekî kur xwe dixe şiklê pîrekê ku navê wê Fato ye. Koma bi serpereştîya Kalo û Fatoyê derdikeve rê, li gund mal bi mal digerin û xwarinê kom dikin, govendê digerînin. Kaynak: Li Dêrsimê Cejna Gaxandê hatîye pîrozkirin

GUHAZTINA KARBONA DÎOKSÎDÊ DI NAV XWÎNÊ DE[çavkaniyê biguhêre]

Wêne:Bioloj-foto-1.jpg


Xurekên wekî glukoz, asîdên amînî û çewrî di nav xaneyên de tên hilweşandin ji boy bi destxistina gerda ATP yê Ev karê xaneyê wekî henasedana xaneyî tê bi navkirin Bi henasedana xaneyî li gel ATPyê hin madeyên din ên wekî av, karbona dîoksîd (CO2) û amonyak jî peyda dibin Karbona dîoksîd û ji boy xaneyê madeyek ziyanbexş e, divê ji xaneyê bê dûrxistin Xane ji pişik û sikildanokên hewayê dûr in, loma divê CO2 a xaneyê bi navbeynkariya xwînê ber bi pişikan ve bê guhaztin Aresteya guhaztina CO2ê, ji xaneyên şaneyan ber bi pişikan ve ye Xestiya CO2a xaneyan, ango pestoya qismî CO2a xaneyan ji ya nav xwînê bilintir e, loma CO2 bi hêsanî ji parzûna xaneyê belavbûniya nav xwînê dibe CO2 bi sê rêbazê cuda di nav xwînê de tê guhaztin 1 Guhaztina di nav plazmaya xwînê de bi şêweyî gaza CO2 CO2 li gor Oksîjenê, hê pirtir tiwaweyê li nav xwînê de Bi qasî % 7ê CO2ê di nav plazmaya xwînê de dihele(ditiwawe) Karbona dîoksîd bi şeweyî tiwawe ber bi pişikan ve tê guhaztin Di mûlûleyên xwînê yên li derdora sikildanokên hewayê de ji plazmaya xwînê derbasî nav sikildanokên hewayê dibe, bi henasedayinê ji laş tê dûrxistin 2 Guhaztina li gel hemoglobînê bi şeweyî karbamînohemoglobîn Hinek ji CO2 bi hemoglobînê an jî bi proteînên plazmayê ve girêdan çê dikin bi van proteînan ve tên guhaztin % 23ê gaza CO2ê bi navbeynkariya xirokên sor, li ser hemoglobînê tê guhaztin Bi hev re girêdana CO2 û hemoglobînê wekî karbamînohemoglobîn tê bi navkirin Di xirokên sor de, CO2 ne li komeleya hemê lê bi asîdên amînî yên proteînên hemoglobînê ve tê girêdan Girêdana CO2ê ya bi hemoglobînê reaksiyonek pêçewane ye Ango aresteya reaksiyonê dualî ye Gava CO2a bi hemoglobînê ve girêdayî digihîje pişikan, CO2 ji hemoglobînê vediqete 3 Guhaztina di nav plazmaya xwînê de bi şêweyî bîkarbonat Pirraniya CO2 jî bi şêweyî HCO3 di nav plazmaya xwînê de û wekî (H+) bi hemoglobînê ve gîrêdayî tê guhaztin Bi qasî % 70yê karbona dîoksîdê bi şêweyî îyonên bîkarbonat di nav plazmaya xwînê de tê guhaztin Pêşî, CO2 dikeve nav xirokên sor, di nav xirokên sor de bi navê anhîdraza karbonî( bi îngilizî: carbonic anhydrase) enzîmek heye Enzîma anhîdraza karbonî, CO2ê bi avê ve girê dide û asîda karbonî peyda dibe ji ber ko CO2 bi zûkahî diguhere boy asîda karbonî, di nav xwînê de xestiya CO2ê zêde nabe, loma ji xaneyan, ber bi xwînê, belevbûniya CO2 nasekine Asîda karbonî asîdek lawaz e Ji ber wê yekê, bi hêsanî hildiweşe boy îyonên bîkarbonat û hîdrojenê Piraniya îyonên hîdrojenê bi hemoglobînê ve tên girêdan û ligel xirokên sor, di nav xwînê de ber bi pişikan ve tên guhaztin Heke rêjeya îyonên hîdrojenê di nav xwînê de zêde bibe, wê gavê asîdîbûna xwînê zêde dibe, ango pHa xwînê kêm dibe Girêdana hîdrojenê ya bi hemoglobînê, derfet e ji boy rêkxistina pH xwînê Hinek ji îyonên hîdrojenê jî bi proteînên plazmaya xwînê ve girêdan çê dikin û di nav plazmayê de tên guhaztin Her ko hilweşîna asîda karbonî didome, xestiya îyonên bîkarbonatên di nav xirokên sor de zêde dibe Ji boy hevsengkirina xestiya bîkarbonata plazmayê û ya xirokên sor, îyonên bîkarbonat ji xirokên sor derbasî nav plazmaya xwînê dibin Di heman demê de ji plazmayê jî îyonên klorînê (Cl – ) derbasî nav xirokên sor dibin Alûgorkirina îyonên bîkarbonat û klorînê bêxerckirina enerjiya ATP rû dide Ji ber ko her du îyon jî bi barê nerênî(negatîf) barkirî ne, alûgorkirina bîkarbonatê bi klorê ve, tu bandor li ser guharina barên elektrîkê ya hawîrdorê nake Hemû bîkarbonat di nav plazmayê de tê guhaztin ji boy pişikan Gava xwîn digihîje sikildanokên hewayê, di nav xwîna mûlûleyên pişikan de, îyonên bîkarbonatê bi îyonên hîdrojenê ve yek dibin û carek din asîda karbonî peyda dibe Bi alîkariya anhîdraza karbonî, asîda karbonî tê hilweşandin ji boy av û karbona dîoksîdê Di heman demê de Karbona dîoksîda bi hemoglobînê ve girêdayî jî serbest dimîne Di xwînê de pestoya qismî ya CO2ê ji ya hewayê nav sikildanokan bilintir e, loma CO2ji xwînê belavbûniya nav sikildanokên hewayê dibe

[2]

Wîkîpediya Meha Asyayê/2020[çavkaniyê biguhêre]

Silav Feqîyê Teyrann,
Em te vedixwînin ji bo beşdarîkirina wîkîmaratona Meha Asyayê.
Wîkîpediya Meha Asyayê pêşbaziyeke Wîkîpediyayê yê salane ye ku pêşdederxistina naverokên asyayê bi zimanên curbicur armanc digire. Her civateke beşdar li ser wîkîpediya xwe û bi zimanê xwe di meha çiriya paşîn de maratoneke wîkiyê (edit-a-thon) bi rê ve dibe. Meqseda vê wîkîmaratonê ji xeynî welatê xwe, çêkirin û pêşxistina gotarên nû ên derbarê mijarên asyayê de ye. Kurdistan û zimanê kurdî jî yek ji welatên Asyayê tê qebûlkirin. Lewma di wîkiyên kurdî de gotarên derbarê Kurdistanê de ji bo vê wîkîmaratonê nayên hejmartin. Beşdarî ne tenê bi welatên Asyayê sînordar e, welatên ne li Asyayê jî dikarin vê maratonê li ser wîkiya xwe li dar bixin û bi vî awayî naverokên di derbarê Asyayê de çêkin an bi pêş bixin.
Ka were û em di vê maratonê de pevre ala Wîkîpediyayê bilind bikin û gotarên bi zimanê xwe bi pêş bixin.

Jiju (gotûbêj) 17:39, 12 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

  1. ^ http://www.rupelanu.com/li-dersime-cejna-gaxande-hatiye-pirozkirin-8680h.htm
  2. ^ https://krd.riataza.com/2019/12/20/guhaztina-karbona-diokside-di-nav-xwine-de/