Gotûbêja bikarhêner:Karazindan

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kujerên bi hezaran kurdî: Hîzbullah


Rêxistina Hîzbullahê ku di bin banê dewletê de hate organîzekirin û bi hezaran kurdî qetil kir, li Tirkiyeyê rojeva yekemîn e. Pêşengên Hîzbullahê ku tiliya wan di qetil û xwîna kurdan de ye û ev 10 sal in di girtîgehê de bûn, serbest hatin berdan. Ev pêşeng niha naxuyin û tê îdiakirin ku derbasî Îranê bûne.

Kovara me Warvîn, derbarê rêxistina Hîzbullaha ku di salên 1990’î de bi hezaran kurdên welatparêz kuşt û ji aliyê dewletê ve hate parastin, dosyayeke ku ji 2 beşan pêk tê amade kir. Piştî vê dosyayê, dê hemû xwînerên Warvînê rastiya Hîzbullahê baştir fêm bikin.

Hîzbullah ji bo kurdên li Bakurê Kurdistanê tê wateya kuştin, îşkence, xwîn, xaniyên bi gor… Navê Hîzbullahê li Tirkiyeyê cara yekemîn di sala 1979’an de hate bihîstin. Ev rêxistin di bin banê serokatiya Huseyîn Velîoglu de, li Batmanê li derdora Pirtûkxaneya Îlîmê dest bi xebatên rêxistinî kir. Ev rêxistina ku xwe li ser hesasiyetên olî yên kurdan birêxistin dikir, piştî salên 1980’î biryara şerê çekdarî girt. Van kesan li hemberî PKK’ê û alîgirên wê dest bi şerê çekdarî kir. Huseyîn Velîoglu ku li Kercewsa Batmanê hatibû dinyayê û ji malbatake kurd bû, di salên 1980’î de di Fakûlteya Zanyariyên Ramyarî ya Zanîngeha Enqereyê de dixwend. Velîoglu endamê “Yekîtiya Xwendekarên Tirk” (Türk Talebe Birliği) bû û ev rêxistin li hemberî kurdayetî û komunîzmê têdikoşiya.

‘Heke neyêm heqê xwe helal bikin’

Hîzbullaha ku beriya derbeya leşkerî ya 1980’an a li Tirkiyeyê hatibû damezrandin, 10 sal bêdeng sekinî. Di salên 1990’î de, dema ku PKK li Bakurê Kurdistanê bi hêz bû û li gelek bajarên kurdan “herêmên rizgarkirî” îlan kiribû, careke din derkete ser dikê. Li bajêran jî di bin navê JÎTEM’ê de alîgirên PKK’ê bi awayeke kiryar nediyar dikuşt. Digel ku dewletê li hemberî PKK’ê operasyonên pir berfireh dimeşand jî nedikarî hêza PKK’ê û têkiliya wê ya bi kurdan re bibire. Ji ber vê yekê divê riyeke din bihata dîtin; ev rê jî polîtîkaya “Seg berde segî” bû. Yanî li hemberî PKK’ê divê hêzeke kurd û odlar hatiba bikaranîn. Ev jî Hîzbullah bû.

Di salên 1990’î de ji ber vê yekê ligel êrîşên JÎTEM’ê (Tîmeke leşkerî ya Artêşa Tirk), êrîşên Hîzbullahê jî dest pê kir. Li Amed, Êlih, Mêrdîn, Şirnex û navçeyên Farqîn û Cizîrê her roj li kolanan bi dehan kurd dihatin kuştin. Hîzbullah li hemberî jinên kurd jî dest bi êrîşê kiribû. Jinên ku serê wan vekirî bû û pantor (şal), etek li xwe dikirin, rastê êrîşên Hîzbullahê dihatin. Endamên Hîzbullahê, bi hinceta ku serê wan vekiriye, poz û guhê hin jinan jêkiribû. Li hin cihan jî ling û rûyên jinan bi ava kezabê şewitandin. Wisa bibû ku êdî li Bakurê Kurdistanê kes ji tirsan nedikarî derkeve derve û yên ku derdiketin derve jî bi îhtîmala ku dê êvarê venegerin malê ji malbata xwe “helalî” dixwestin. Dema saet dibû 17.00’ê êvarê, hemû kolanên bajêran ji tirsan vik û vala dibûn.

Gund kirin biryargeh

Wan deman navê gundê Sûsaya bi ser navçeya Farqîna Amedê, weke efsaneyek bi tirs û xof li ser devê xelkê bû. Hîzbullah li vî gundî birêxistin dibû û gund weke “biryargeh” bi kar dianî. Endamên ku li vî gundî dihatin perwerdekirin, dibûn tilîkêş (tetikkeş), kujer û li dûv kuştina welatparêzan diketin. Ne tenê kesên ji rêzê, parlamenter, siyasetmedar û rojnamevanên kurd jî bibûn hedefa Hîzbullahê. Ji ber vê yekê kurdan ew weke “Hîzbî-kontra” bi nav dikir. Çimkî piştî her kuştinek, kujer bi serbestî ji cihê bûyerê dûr diket û nedihate girtin. Gelek kurdên ku ji ber welatparêziyê dihatin binçavkirin, didan zanîn ku wan li Hêzên Çevîk ên Polîsan endamên Hîzbullahê dîtine û li wir têne perwerdekirin.

Girtina Ocalan û operasyona li hemberî Hîzbullahê

Piştî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê sibata 1999’an de li Kenyayê hate girtin û ew anîn Tirkiyeyê, êdî hewcedariya dewletê bi Hîzbullahê nemabû. Lewre li gorî pisporan piştî girtina Ocalan êdî dê PKK hilweşiya û têk biçûya. Ji ber vê yekê dewletê biryar da ku hevkarê xwe Hîzbullahê ji holê rake. Di sala 2000’î de li Beykoza Stenbolê li hemberî mala Rêberê Hîzbullahê Huseyîn Velîoglu operasyonek hate destpêkirin û Velîoglu di vê operasyonê de hate kuştin. Hemû belge, arşîv û dokumanên Hîzbullahê di vê malê de hatin desteserkirin. Di van dokumanteran de asta hovîtiyê û kuştinan bi awayeke zelal derketibû holê.

Di sarincan de termên mirovan

Du roj beriya operasyona li hemberî Velîoglu, yek ji pêşengên rêxistinê Edîp Gumuş hatibû girtin û di çarçoveya îtirafên wî de, polîsan li Stenbolê avêt ser malekî. Di her bostekî wê malê de, termên mirî yên ku Hîzbullahê ew kuştibûn ji binê axê derdiketin. Serê hin ji van kuştiyan hatibûn bizmarkirin, ling û destên hin kuştiyan jî hatibûn şikandin. Piştî vê yekê operasyonên li hemberî Hîzbullahê li Amed, Batman, Stenbol, Konya, Enqere, Mêrsîn û gelek bajarên din dest pê kir. Di serdagirtinên hemû malan de termên kuştî yên binaxkirî û betonkirî hatin dîtin. Hin kuştî di nava dîwarên xanî de hatibûn veşartin û betonkirin. Di serdagirtina maleke li Amedê de, sarincek (buz dolabi) hate bidestxistin. Refik û cemedoka sarincê jê hatibû derxistin û ji bo deriyê sarincê jî kîlîteke taybet hatibû çêkirin. Derkete holê ku, Hîzbullah ji bo pirsyarkirina kesan, vê sarincê bi kar tîne û wan kesan di nava vê sarincê de dibe û tîne. Kesên ku termê (ceset) wan hate dîtin, bi îşkenceya “goga beraz” hatibûn kuştin. Di vê rêbaza îşkenceyê de, çongên mirovan ditewînin û serê mirovan dixin nava gavê wan, dest û piyên wan bi patika (sitû) wan ve tê girêdan û bi vî awayî mexdûr nikarin xwe bilebitînin. Yek ji sedema vê rêbazê ew e ku bi vî şiklî mirov pir biçûk dibin û veşartina termê wan hêsantir dibe.


Kuştina parlamenterê kurd Mehmet Sîncar

Di doza Albayê Kayseriyê Cemal Temîzoz ku niha girtî ye û li Amedê tê dadgehkirin de, derbarê têkiliyên Hîzbullahê û dewletê de detayên girîng derketin holê. Şahidek ji vê dadgehê, di îfadeya xwe de, aşkera kir ku cerdevan û endamên JÎTEM’ê ku alîgirên PKK’ê binçav dikirin, ev alîgir ji bo pirsyarkirinê teslîmê Hîzbullahê dikirin. Hîzbullahê jî van alîgirên PKK’ê li gundê Basîskê (Kuştepe) ya Cizîra Şirnexê pirsyar dikirin, piştî pirsyarkirinê ew bi îşkenceyê dikuştin. Di îdianameya (angaştname) 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de, hate aşkerakirin ku di sala 1993’an de Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar ji aliyê Hîzbullahê ve li Batmanê hatiye kuştin. Di angaştnameyê de, tê gotin ku fermana kuştina Sîncar ji aliyê endamê Hîzbullahê Musa Ozer ve hatiye dayîn. Li gorî angaştnameyê Mehmet Sîncar ji aliyê kesên bi navê kod Rifat Demîr û Huseyîn ve hatiye kuştin.

Waliyê Batmanê ji Hîzbullahê re çek kirî

Di dema serokwezîriya Tansu Çîller de, ji diravdaniya nepenî (örtülü ödenek) ji bo sitandina çekan pere hate veqedandin û gelek çek hatin kirîn û ji Batmanê re hatin şandin. Waliyê wê çaxê yê Batmanê Salîh Şarman bû. Bi hinceta ku ev çek ji bo kuştina alîgirên PKK’ê dane Hîzbullahê, Şarman di sala 1997’an hate darizandin. Şarman ji dozekê beraet kir. Lê digel beraetê jî raya giştî ya Tirkiyeyê û rewşenbîr, di wê baweriyê de ne ku ev çek ji Hîzbullahê re hatine şandin. Têkiliya di navbera dewletê û Hîzbullahê de di raporên Komîsyona Lêkolîna Kuştinên Kiryarnediyar a Parlamentoya Tirkiyeyê de jî cih girt. Li gorî raporê hin endamên Hîzbullahê li yekîne û biryargerêh Artêşa Tirk de dihatin perwerdekirin û gelek kuştinên kiryar nediyar li van navendan dihate plankirin.

Kujerên kurdan serbest hatin berdan

Pêşengên Hîzbullahê Cemal Tutar, Edîp Gumuş û endamên rêxistinê Mahmut Varol, Abdulkerim Kaya, Mustafa İpek, Mahmut Demir, Sinan Yakut, Şeymus Kınay, Kemal Gülsen û Fuat Balca ku di operasyona 2000’î de hatibûn girtin, 15 roj berê serbest hatin berdan. Diviya ev kes her roj ji bo kontrola edlî biçin qereqolan û îmze bidin. Lê ev kes hêj di roja ewil de wenda bûn û niha nayên zanîn li ku ne. Di medyaya tirk de tê gotin ku ev kes reviyane Îranê.