Gotûbêja bikarhêner:Mihyedîn

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mihyedîn Nahrîn
Jidayikbûn10.09.1992
Kerboran
Navên dinMela Mihyedîn[1]
PîşeMamoste û Nivîskar
Zimanê nivîsinêKurdî
MijarPerwerde, Sînema, Folklor, Ceribîn...
Salên çalak1914-...
Berhemên navdar
Perwerdeya Zarokan Bi Çîrokan
Malperhttps://twitter.com/MihyedinNahrin
biguhêreBelge

Mihyedîn Nahrîn (jdb. 1ê kanûna paşîn a 1992an, Kerboran, Mêrdîn) nivîskar, û mamosteyê ziman û wêjeya kurdî ye.

Mihyedîn Nahrîn[2] sala 1992an li gundê Hecî Hemze yê li ser Kerboranê hatiye dinê. Zaroktiya wî li gundekî Hezexê derbas dibe.

Perwerdeya xwe ya sereke; ji elîfbayê ta Mewlûdê li ber destê dayîka xwe xwendiye. Perwerdeya xwe ya mektebê jî ji dibistanê ta zanîngehê li van derana xwendiye: Gundê Zergûza Xwarê, Hezex, Batman, Stenbol û Amed. Li Zanîngeha Dîcleyê ji beşa Mamosetiya Zanistên Civakî mezûn bûye. 9 salan li dibistana navîn di nava karê perwerdehiyê de jiyana xwe dewam kiriye.

Demeke dirêj li Kurdî-Dera Amedê dersên ziman û wêjeya Kurdî daye. Nivîs û meqaleyên wî di van kovaran de weşiyane: Nûbihar, Temaşe[3], Dilop[4], Bar, Wêje û Rexne[5], Sînemaya Serbixwe, The Hall Kurdî[6]], Bernamegeh[7], Gazete Duvar[8], Nêrîna Azad[9] û Le Monde Diplomatique Kurdî[10]. Li ser hin malperên hunerî û aktuelî hîn jî qunciknivîsiyê dike, herwekî: Ria Taza, Çandname[11], Sînemaya Serbixwe[12], Netewe[13], Rûpela Nû[14] û Nûpel [15].

Pirtûka wî ya ewil Perwerdeya Zarokan Bi Çîrokan[16] e.
Mebest û armanca pirtûkê di bergê paş de wisa hatiye neqilkirin: "Çîrok, tenê tiştên xeyalî nînin. Di eslê xwe de û bi peyama xwe alavake perwerdeyê ne. Perwerdekarên zarokan dikarin ji bo her rewşê ji wan re çirokan bibêjin yan jî bixwinin. Em hin caran ji zarokan re çîrokan dibêjin yan dixwinin, lê bêyî ku em hay ji peyam û tesîra wan hebin. Çîrok rê nîşanî zarokan didin û wan perwerde dikin. Bandora çîrokan li ser zarokan pir e, lewma divê em mezin hay ji çîrokên xwe hebin. Çîrokên me ji zarokan re gotî, bi awayekî pozîtîf yan negatîf tesîre li wan dikin. Ji ber vê sedemê divê em çîrokên xwe baş hilbijêrin. Çîrok dê hertim ji zarokan re rêbertiyê bikin. Emanet, hay ji rêberê zarokên xwe hebin!"

  1. ^ [[1]]
  2. ^ [[2]]
  3. ^ [[3]]
  4. ^ [[4]]
  5. ^ [[5]]
  6. ^ [[6]
  7. ^ [[7]]
  8. ^ [[8]]
  9. ^ [[9]]
  10. ^ [[10]]
  11. ^ [[11]]
  12. ^ [[12]]
  13. ^ [[13]]
  14. ^ [[14]]
  15. ^ [[15]]
  16. ^ [16]