Gotûbêja bikarhêner:Sipan silwaneyi

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qazî Mihemed


Serokkomarê Kurdistanê Li Ber Dadgeha Îranê

22 Şubat 2010 / Ji aliyê Kovarabir ve Di nav de, Lekolîn & Analîz, WAR Hejmar 10-11

Şîrove bike Serokkomarê Kurdistanê QAZÎ MIHEMED Û SEDIR Û SEYFÎ QAZÎ Li Ber Dadgeha ÎRANÊ*




Derbarê dadgehîkirina pêşewa Qazî Mihemed û Sedir û Seyfî Qazî gelek hatiye gotin û nivîsîn, diyare ku ev nivîsînan dû beş in:

Beşê yekê: Ew nivîsînên ku xwestine wê dîrokê aloz û mijdar bikin; li pey berjewendiya dijminên kurdan gotin û tiştên dûrê ji rastîyê nivîsîne û hewil dane wê dîrokê aloz û mijdar bikin. Her çend diyare “berê rojê bi bêjingê nayê girtin” û girov (belge) ji bo vê çendê dilsozî û viyana gelê kurd ji bo Qaziyan û rêbaza wan a pîroz diyar dike.

Beşê duwê: Ew nivîsarên berêz in, ên ji dilsoziya xwe gelek xwe kerr (bêdeng) kirî heya ku hemû alîyên winda û veşartî yên wê karesatê anku ji nêvçûna Komara Kurdistanê û sêdaredana pêşewayê wê eşkere bikin. Lê ya niha li ber destê me, deqê wê nivîsînê ye, ya bi qelema Serwan Kiyomers Salih nûçegihanê kovara Arteşa Şahin Şahê Îranê hatiye nivîsîn, ku xuyaye ew bi xwe di dema dadgehîkirinê de amade bû, deqê vê dadgehîkirinê wek namilkeka (broşûreka) taybet çap kir û pirr bi nihênî bi ser efserên (zabîtên) mezin û yên ciyê baweriya Şahî û payebilindên hukmetê de hate parvekirin.

Ev hejmara taybet ku bi navê Tac Kiyanî hatiye nivîsîn, li bingehê navenda fermandariya leşkerî(stada) hatiye erşîfkirin, me jî wergirtîye û wergêraye ser zimanê kurdî.

Girîngiya vê belgenamê di wê çendê da ye ku Serwan Kiyomers Salih bi xwe mîna peyamnêrek (nûçegihanek) çeleng û zîrek di dadgehîkirina pêşewa Qazî û Sedir û Seyfî de amade bûye, ji ber ku xwarzayê serleşker Fireydun Cem bû, ku ew jî mêrê xûşka (Şemsa) Şahê Îranê bû, lewra ciyê baweriya derbarî Şahê Îranê bû, hemû belgename û nameyên nihênî yên Şahê Îranê li jêr destê Serwan Kiyomers Salih bûn, heya ku carna hinek ji wan di namilkeyên taybetî de bo berpirsên leşkerî bêne çapkirin, yan paş rêxistina wan bo namexana nihênî ya leşkerê Îranê bêne şandin.

Wesa diyare ku ev çapkirin jî, ji bo bawerîçêkirin û dilgermiya efserên(leşkerên) artêşa Îranê bûye, her weha hetanî niha jî li dawiya salê ew name têne komkirin û ji alîyê erşîfxana serkirdayetiya leşkerî ve têne çapkirin û parastin.

Ya li ber destên we, wek li serî hate diyarkirin, deqê wê nivîsînê ye; ya ji deqê dadgehîkirina Qaziyan hatiye wergirtin û di wê namilkeyê de hatiye çapkirin.*

      • ÖŃ

Serwan Kiyomers Salih di nivîsandina xwe de dibêje: “Paş bi dawî hatina dadgehîkirina Qaziyan û sêdaredana wan, min ew rûdan (bûyer) hemû bê kêm û zêde di Mahname de çapkir û nûçeyên girîng jî di namîlka Tac Kiyanî de çapkirin, lê beriya ku bikeve ber dest û belav bibe, ez bo dadgeha leşkerî hatim bangkirin, li wir ji min re gotin, tu bi tawana aşkerekirina nihênîyên dadgehîkirina Qaziyan tawanbarî, paye(rûtbe)ya serwanî ji min stand û salekê jî ez hatim zîndankirin. Ji ber vê yekê ji alîyekî ve çapkirina Mahnameyê hate ragirtin û ji alîyek din ve ew nûçe jî nehatin belavkirin.”

Kiyomers ev pêzanînê, paş azadbûna xwe ya ji zîndanê di hejmare 57. a Mahnamê ya sala1947an de belav kirîye. Herweha di hejmara 66. a sala 1946an ya Mahnamê de nivîsîye; “paş bidawî hatina Şerrê Cîhanî yê Duyem û vegeryana leşkerên Rosî û Îngilîzî bo welatên xwe, leşkerê Îranê dest bi livînan kir.” Her weha Kiyomers di hejmarên 44. heya 46. ên Mahnamê de rûdanên salên 1943 heya 1946an yên Kurdistan û Azerbaycanê vedigêre û paş hingê jî bi dûr û dirêjî dengûbas û tiştên hûr û girîng li ser Kurdistan û Azerbaycanê belav kirine ku hinek ji wan hatîne erşîvkirin û hinekên din jî hatîne çapkirin.

Di pirraniya hejmarên Mahname de nameyên wefadarî û dilsozî(serok hozê Dîbokrî; Elî Yar Es’ed û serokê eşîreta Mameş Qerenî Axayê Eşayer û Reşîd Begê Herkî û Hesen Têlo û Quqyas Mamedî û Nûrî Begê Begzade û Mihemed Emîn Çepê Herkî û Hemzeyê Qadirî Mameş û yên din) yên ku ji bo Şahê Îranê şandine, yan belav kirîne yan jî di namexana leşkerî de hatine erşîvkirin. Ya ji hemûyan seyrtir peywendiya Umer Xanê Şikakî bi Derbarî (Sarayê) re ku hingê Umer Xan amirhêzê leşkerê Komara Kurdistanê bû. Li Seqiz û dewr û berên wê, nizîkî 17 name ji bo peydakirina bawerîyê ji Saraya Şah re şandîne û têde dilsoziya xwe bo Şahê Îranê dide xuyakirin û xwe bi serbazê Derbarî Şahê Îranê dide naskirin û weha nîşan dide ku ê berheve (amadeye) hemû erk û fermanên Derbarî Şah bicî bîne, niha ew name di namexana leşkerê Îranê de hatîne parastin.

Divê bête nîşan pêkirinê ku serokê hoza Dîbokrî Elî yar di yek ji wan naman de çawaniya çûna xwe di gel pêşewa Qazî Mihemed bo Bako û Azerbaycana Rosî û encamên kombûnên wan bê kêmasî û bi dûr û dirêjî bo Derbarî Şahê Îranê nivîsîye û pê agehdar kirye.

Ne mumkun e di vê gotara kurt de bahsê naveroka wan hemû naman bikim, lê ji alîyê tesîra naveroka nameyan ve, ev nameyên Elî Yarî mezintirîn darbe bû ku li Komarê hatî dan û ji alîyê pirraniya nameyan ve Umer Xanê Şikak pêtirîn jimara nameyan bo Derbarî nivîsîne. Paş derketina leşkerê Rosî ji Kurdistanê, Umer Xanî bi lez ji Şah re nivîsîye û têde daxwazê ji Şah dike, hindî zûtir leşkerê Îranê bigehe Kurdistanê û nivîsîye: va ez bi xwe û hemû eşîreta Şikak ve wek serbazekê Şahê Îranê amademe ku fermanên we bicî bînim. Her ji bo hindê, da ku Şah ji dilsoziya xwe bide bawerkirin, herdû kurrên xwe Qadir û Lezgîn şandîne Tehranê li cem Şahî. Ji bo di dema hatina artêşa Îranê ber bi Kurdistanê û nemaze Mahabadê ve, ji wan re bibin rênîşander û çavsax.

Ji bilî Umer Xanî, pirraniya serok hoz û eşîretên Kurdan ji bo piştrastiya Şahê Îranê û rênîşandana leşkerê Îranê kurr û bira û kes û karên xwe yên dilsoz şandibûn Tehranê.

Kiyomers Salih dinivîse: Li roja 17ê meha Sermawezê çend yekîneyên leşkerê Îranê ku ji topxane û tîrbar û çend tankan (kevnetankên ji kar ketî) pêk hatibûn. Ji Tehranê ber bi Tewrêzê birê ketin û paş sê rojan anku li 20ê mehê gihîştin dewr û berên bajarê Tewrêzê. Her bi bihîstina vî nûçeyê hemû serkirdeyên hukmeta Azerbaycanê welat bicî hişt û ber bi Rosya reviyan, lê leşkerê Îranê ji bo piştrastbûnê ji gelek tiştan heya roja paştir anku 21ê mehê xwe ji çûna nêv bajarê Tewrêzê parast.

Dema dest bi ser bajarê Tewrêrzê de hatî girtin ez ji bo amadekirina jimareka nû ya kovarê vegeryam Tehranê.

Di rojên paş de biryara çûna ber bi Kurdistanê bo leşkerê Îranê derket, her ji bo vê meramê ew çend yekîneyên leşkerî yên li ser dema komara Kurdistanê ku li Sinê û Kamyaran û Dîwandere heya nizîkî Seqiz hatibûn danîn – û carna şerr digel leşkerê Komara Kurdistanê dikir- biryara çûna ber bi Mahabadê ji bo wan derketibû.

Leşkerê Tehranê bi hinek yekîneyên leşkerê Îranê re ji Tewrêzê bi merema gehîştinê bo hêzên navborî, di rêya Qezwîn re ber bi Kurdistanê şandin. Ev hêz roja 20ê Sermawezê gehişte Seqiz û li wir bi rênîşandana serok eşîretên Kurdan di rêya Bokan de ber bi navenda komara Mahabad birê ketin.

Ev hêz roja 29ê Sermawezê gehişte Mahabad û zabît zor bi lez li dûv Qazî Mihemed û Seyfî û Sedir geryan, leşkerê Îranê baregayê (qerargah) xwe dana Mahabadê, her wê şevê bi rêya bêtêlê peywendî bi Tehranê re pêkanîn û daxwaza çawaniya yeklakirina çarenivîsa Qaziyan kir, Qazî jî di serbazxanê de hatibûn bendkirin.

Pirr zû ferman ji Tehranê gehişt ku lijna (komîta) dadgeha meydanî hatiye pêkanîn û ji bo dadgehîkirina wan ber bi Mahabadê bi rê ketîye. Li roja 6ê Rêbendanê lijna dadgehê bi serokatiya Xulam Husên Ezîmî û dadistan Serheng Hesen Kufanyan û dadyarê Sergurd Cafer Saniî û li jêr çavdêriya Serheng Emîr Hoşeng Xilîteberî gehişte Mahabad û dest bi kombûna dadgehîkirina Qaziyan kir.

Ez li hemû rûniştinên kombûnên dadgehîkirina Qaziyan amade bûm. Rûniştinên dadgehîkirinê çend seetan dirêj dibûn, pirsyar û tawan ji alîyê dadistan Hesen Kufanyan ve dihatin berçav xistin. Dikarim bêjim pirsyar hinde rohinî nebûn û pirraniya tawanan ji alîyê tawanbaran (Qaziyan) ve dihatin retkirin û Qaziyan pirr wêrekane (bi cesaret) daxwaza anîna girovan (belgeyan) dikir. Lê ji ber ku pêşwext her li Tehranê tawan hatibûn destnîşankirin û her li wir biryara dawîyê hatibû wergirtin. Birryar ew nebû ku tu belgeyek bo wan tawanan bête pêşkêşkirin. Lewra rûniştinên dadgehîkirinê paş çend seetan bi dawî hatin û paş nîv seetê biryara sêdaredana Qaziyan hat teqdîrkirin. Bi rastî ew birryar li Tehranê hatibû dan û her wê şevê Qazî bi wê birryarê hatin agahdarkirin.

Qazî Mihemed Bi Van Tawanên Xwarê Hat Tawanbarkirin û Biryara li Sêdaredana Wî Derket:
  • Bazirganî kirina petrolê bi dewleta Rosî re bi rêya 51 % bo dewleta Rosî û 49% bo Komara Kurdistanê, bê agehdarî û razîbûna dewleta navîn.
  • Guherîn û destkarîkirina nexşeyê welatê Îranê û cihêkirina 5 parêzgehan; Ormîye, Kirmanşa, Sinê, Tewrêz û Îlam.
  • Danîn û dirustkirina Ala bo Komara Kurdistanê, bi armê çakûç û dasê, mîna ya Rosî ye.
  • Lêdana sikkeyê pere bo hukmeta Kurdistanê bi navê Kurdistan, mîna Rupîyê Rosî û wêneyê Qazî Mihemed li ser heye.
  • Çêkirina nexşeyê Kurdistana Mezin a her çar parçeyên Kurdistanê (Îran, Îraq, Turkiye, Sûrîye).
  • Anîna biyaniyan bo Îranê û beşek ji xaka Îranê xistîye jêr destê wan. Wek mînak, Mela Mistefa Barzanî.
  • Gef û êrîşkirina li ser Şahin Şahê Îranê û dewleta Îranê û ragehandina (îlankirina) şerrî û halandana xelkê Kurdistanê li dijî Şahinşah (Arya Mêhir).
  • Soz û peymanên bi hukmeta Rosya re li dijî hukmeta Îranê û alîkariya bi hêzên dagîrkerê Rosya re kirî di tevaya xaka Îranê de.
  • Ragehandin (îlankirin)a serxwebûna hukmeta Kurdistanê û dagirkirina beşekê mezin ji xaka Îranê bi navê xaka Kurdistan.
  • Şandin û hatin û çûn bo derveyê welatî û seredana Rosya û rûniştin û kombûn digel Baqirofê serokê Komara Azerbaycana Rosya.
  • Girêdana peymannaman û girêbendên bazirganî digel biyaniyan û dujminên Îranê, bê pirspêkirin yan wergirtina raya Tehranê.
  • Girtin û kuştina karmendên mîrî û ruxandina xanîyên wan û şewitandina malên wan, nemaze karmendên ne Kurd.


Kiyomers Salih dibêje; Qazî Mihemedî pirr bi tundî ev hemû tawanan redkirin, ji xeynî sê bendan, ku ew jî ev in:


  • Çûna wî ber bi Bakoya Azerbaycanê û çavpêketina digel Cafer Baqirof.
  • Hebûna Alayê lê ne wekî ku ew dibêjin çakûç û das li ser hene, mîna yê Rosya.
  • Hatina Mela Mistefayê Barzanî bo Mahabadê, ku ew jî ne kesekî wî anîye, ew bi xwe hatiye, ji ber ku ew kurd e û Kurdistan mala hemû kurdan e û her kurdê ku hez bike di her bihusteka xaka xwe de bijî, mafê wî heye bête, jiber ku mafê xwedîyê malê ye.


Tawanên Seyfî Qazî (yan Mihemed Husên Xanî Qazî) Wezîrê Şerr û Cîgirê Serokkomar Qazî Mihemed



  • Çûna wî ya derveyê welat bo Bako, paytextê Azerbaycana Rosî.
  • Peywendî pêkanîn bi serokkomarê (Pîşwerî) Azerbaycana Îranê re ku li Tewrêzê kombûye û bestina peymanekê digel herduyan; serokkomarê Azerbaycana Rosî û Azerbaycana Îranê anku Pîşewerî û Baqirof.
  • Wergirtina Wezareta Şer ya Komara Kurdistanê li dijî hukûmeta Îranê.



Tawanên Sedrî Qazî (yan Ebû El Qasim Sedrî Qazî) Bo Nûnerê Xula l4ê ya (Meclisa Şûraya Millî ya Îranê) ji Alîyê Kurdên Mahabadê û Dewr û Berên Wê ve Hatî Helbijardin


  • Nivîsîna helbesteka pirr coş û gerim bo Mela Mistefa Barzanî ku bi vê helbestê bixêrhatina wî dike û wek remzekê (sêmbolekê) pîroz ê gelê Kurd dide naskirin.
  • Alîkarîkirina Qazî Mihemed û wezîrên Komara Kurdistanê û hûkmeta wan û danana awayê hûkumdarîyê û kar û barên hûkmetê li Mahabadê.
  • Nivîsîna nameyekê bo Qazî Mihemed ku têde nivîsandîye “xwe ragirin hetanî ji hin deran alikarîyên leşkerî digihîje we”.
  • Halandana xelkê li dijî hukmeta Îranê û piştrastkirina berpirsên Komara Kurdistanê li Mahabadê, ku êdî dewleta Îranê nikare şerrî bi Komara Kurdistanê re bike.


Li ser tiştên hûr ên birêveçûna dadgehîkirinê, Kiyomers Salih dinivîse:

Rûniştina dadgehîkirinê biqasî 4 seetan vekêşa û desteka dadgehîkirinê paş nîv seetê birryara sêdaredana wan da û bi rêya bêtêlê peywendî bi Fermandariya Leşkerî re pêkanî ku hingê, Sipehbed Erşedî Humayunî serokê Fermandariya Leşkerî bû û li wir biryara vegerandina tawanbaran wergirt û her wê şevê vegeryan Tehranê.

Ew helbesta ku Sedrî Qazî pê hatibû sûcbarkirin, hemû bi kurdî di jimara 66an a Mahnamê de hat belavkirin, her çend hinek şaşîyên çapê jî têde hebûn. Çunke Kiyomers Salihî bi xwe kurdî nezanîye û ew kesê çaprêziya helbestê kirîye wî jî kurdî nezanîbûye, lewra nikarîne helbestê bi ciwanî çap bikin, ev deqê wê helbestê ye, ku bûye bendê yekê yê sûcbarkirin û sêdaredana Sedrî Qazî:


“Ya xwa bi xêr bê Heloy berze firî Barzanê min

Remzê pîrozê gel û niştîmanê min

Barzanî dujmin şikênî, şêrî jiyana min

Pê yê te li ser çav û qezat, li mal û giyanê min

Bê te gel û niştîmê min bê xêw û dîl e

Jêr çepokî dujmin zerd û mat û zelîl e

Dilê dujmin li tirsî heybeta te dête lerze

Jiber çi dujmin dijberê li vî kûrey erd e

Bi te hate naskirin gel û nîştimanî Kurdewarî

Tu yî berz û bariz, le her layê diyarî

Bê te ku dujmin bi ser nîştiman da zal e (serkeftî ye)

Bê te gel wek teyrê nexweş û bêperr û bal e

Tu merdî meydan û şerr û roley

Warîsê pîrozê Îrsî Barzan û toley

Bi mêjû xawên nîştiman û gel û xêw î

Bi berzît Baz î Barzan û lûtkeyê ko yî

Lay dujmin barîz û bi navbangî bi navan

Bibîstin dujmin çirkemîze digrê li tawan

Bi Barzan im dinazim, mûqedesê rûyê zemîn e

Bêşiga şêr û awa wê maye yê jîn e

Li te fêrbûn bi derdê bêbeşan aşnayî

Bi te bû şevên bextreşan roşenayî

Bê te ye em nîştîman dekin beş beş û dabeş

Bi vê beş û pirş û perêşanî bû bêbeş

Her tu bo nîştiman xemxwar û pirr mişûr î

Dirêxî (Texsîr) nekird li katî xurbet û dûrî

Tu bo gel û nîştiman mujde û hem firîştey

Te mizgînî anî em herdû şar û deştey

Gelê min bê te sêvî û perîşan û werrez bû

Melî (teyrê) bê perr û bal û giriftarî qefes bû

Bi te geş dibe ruxsarî pirr çirç û çirûkim

Bi te rizgar û jiyawe, gelê mehtûk û sûkim

Kurd im û li vê xakê bûme û bi vê avê jiyame

Bo azadî gel û rizgarî nîştimanê me nemame

Min bi rût û qutî û pêxwas û bêkirasî

Li malê xwe me dujmin bi ser barê me denasî

Hatina te ya bixêr lay bird, xemî zorim li ser şan

Bi te sarêj bû, tenê pirr zarim û halê perîşan

Êşa derdê kurdan min pirr jan û li mêj e

Dermanê derdê muzmin dûr û dirêj e

Serwer Mistefa ye bo Mihemed piştevan û bira ye

Ya reb geş bike ew dû çira ye

Miwefeq ke Mihemed, hem Mistefa ra bixatirê Qur’an

Fexrî gel Mistefa û Barzan, maye şanazî

Gorî te giyan û ser û malê Sedrî Qazî

Ew ê Barzan weha nenasê bê hiş û bê ziman e

Kerr û gêj û wêj û heywan û nezan e

Ew ê nahezî Barzan e, caş û xofiroş e

Yanî: Gewadbab e û zolekurd e û daykî zanî”

(Balkêşî: Ev helbest, xwerû bi Soranî hatiye nivîsîn, ji alîyê me ve hinek hate sivikkirin ji bo kurmancî.)


Paş derbazbûna sê mehan bi ser dadgehîkirina Qaziyan de destekek (heyetek) din ji Fermandariya Leşkerî ya Îranê hate pêkanîn ji bo dûbare dadgehîkirina Qaziyan, ku ji sê kesan pêk hatibû:

1-Serheng Reza Nîkuzade (dadistan).

2-Serheng Receb Eta (serokê dûbare pêdaçûna dadgehîkirinê).

3-Serwan Nebewî (mîna Parêzer bo Qaziyan hatibû destnîşankirin).

Kiyomers dinivîse: Her çend tawanbaran (Qaziyan) bi hûrî di rûniştina yekem de bergirî ji xwe kirin û redkirina wan tawanên dayne pal wan, di 114 rûpelan de dabû dadgeha pêdaçûnê û têde daxwaza qebûlkrinê jê kirbû jî, lê daxwaza wan pêşiya sê mehan li dadgeha meydanî ya Fermandariya Leşkerî hatibû danîn û tu kesek  amade nebû ku tenê veke yan jî bixwîne.

Herweha di dema hatina desteka dadgehîkirinê de ji Tehranê bo Mahabadê, ev daxwaza wan a bergirî ji xwe kirinê, digel xwe ne anîbûn, heya ku tunebe di dema dûbare dadgehîkirina wan de jê re bêjin ev daxwazên we nahên qebûlkirin, lewra wisa xuyaye biryara sûcbarkirina wan her ji Tehranê derketibû.

Di berdewamiya nivîsa xwe deKiyomers dibêje: Desteka pêdaçûn û dadgehîkirina Qaziyan ji alîyê fermandeya leşkerî ve hat destnîşankirin û bi şahê Îranê jî hatin nasandin û Şahin Şahî hindek şîret lê kirin û ji wan xwest ku berdewamî bi rêya bêtêlê peywendîyê bi Fermandeya Leşkerî re bikin.

Desteka diyarkirî ya dadgehê û ez Kiyomers, pêre roja 25.03.1947ê ji Tehranê berve Tewrêzê û li wir bo Miyandiwaw û Mahabadê birê ketin, roja 28.03.1947ê gehiştîn ciyê meremê û me şevekê li Mahabadê bêhna xwe veda. Spêdê dadgehîkirinê dest pê kir. Li despêkê Qazî Mihemed anîn û dest bi pirsyar jê kirinê hat kirin, ku tawanên wî heman 12 tawanên pêşî niha bûn û Qazî Mihemedî jî ji bil sê tawananên din hemû bi tundî red kirin û qebûlkirina tawanên dadgehê dûbare bû, daxwaza belge û girovan (îspat-qanit) kir, di dema xwandina tawanan û bergirî ji xwe kirinê de Qazî Mihemed, zor li ser xwe bû û pirr bi rêz û hêminî bersiva pirsyaran dida.

Bi egera rijdbûna Qazî Mihemed li ser redkirina tawanên dadgehê, dadistanî li Qazî kir qêrî û zor bi tundî û hêrsbûn ve digel peyivî. Qazî jî hêrs bû û bi Farisî ji wî re got: “Şima hem xurde dîgiran ra neşxwar mîkunîd”, herweha ji wî re got, “Şima eger dîn nedarîd, xuda ra hem nemîşinasîd, îman be hisab û kitabê axiret nadarîd; la eqel zirreyê ciwanmerd başîd!” Yanî, “Ne dînê we heye û ne jî hun xwedê dinasin û baweriya we ya bi hîsab û kitaba axîretê jî nîne, bi kêmanî bila hinek însanetiya we hebe. Ev hemû derew û buxtan çire we ji min re dirust kirîne, eger hun rast dibêjin belgekî berçav bikin.”

Ji ber ku di nêv farisan de şermizarîyek mezin di van gotinan de heye, lewra bi gotinên Qazî, dadistan pirr turre (hêrs) bû û serê xwe da ber tepikan û ji Qazî re got “Kurdan seg sîfet! (Kurd di sîfeta seg de ne)”. Lê turrebûna dadistanî li ser Qazî kar nekir û zor bi hêminî ji dadistanî re got: “Se û bêşeref û bênamûs û bêşerim hûn in, ku tu sînoran bo xwe û bo xelkê û bo yasayê nadanin. Axir bênamûs tu tenê dikarî wê biryara ew bênamûsê pêşiya te daye bicî bînî û ji vê pêtir ji dest te nayê. Min ji zû ve ye xwe bo vê çendê amade kirîye ku ez bê tawanim û di rêya azadiya milletê xwe de têm kuştin û vê bi rehmeta Xwedayî bo xwe dizanim û şanazîyê bi vê mirina pirr serferazî dikim.” Paşî ku gotina xwe bi dawî anî Qazî Mihemedî, biryar da êdî tu gotinan neke û bersiva tu pirsyarên dadgehê nede. Qazî sûnd xwar bersivê nedit û got, “ev namerd her çi şaşîyeka dike bila bike.”

Dadistan jî bi merema wê çendê ku Qazî bête ser xwe, ji biryara xwe poşman bibe û bersiva pirsyaran bide, biryara bînvedana dadgehîkirinê da. Paş bihênvedanê zor hewil da ku Qazî bersiva pirsyarên dadistan Serheng Nîkuzadî bidit, lê Qazî Mihemdî got: “Niha biryar ew e, ez ê bihêm sêdaredan, ev jî ji bo xatira wan soz û peymana ye, yên min ji milletê xwe re dane, ku digel gelê xwe bijîm û bo wan bimirim, niha ez wê çawa amade bim soza xwe û ew sûnda min xwarî bişkênim, ji ber wê hemû bênamûsî ya Serhengî ye ku xwe kirîye Dadistan. Ez bersiva wî kesî nadim, eger kesekê din hebe pirsyarê ji min bikit dibe.

Dema rohinî bû (diyar bû) ku Qazî Mihemed amade nîne bipeyvît, desteka dadgehê neçar bû û biryar da ku li şûna Serheng Nîkuzad, Serheng Receb Eta ku serokê dadgehê bû, bibe dadistanê dadgehê.

Hemû pirsyar hatin dûbarekirin û ji pirsyara yekê hat destpêkirin. Qazî Mihemed ew pirsyarên ku beriya vê rûniştinê redkiribûn, hemû dûbare redkirin, di bersiva pirsyara “çira bê wergirtina raya hûkumeta navendî (merkezî) we girêbendeka bazirganiya petrolê bi Rosya ra bestîye?”.

Qazî Mihemed pê kenî û got: Kîjan petrol, kîjan bîr û kompanîyên petrolê li ber destê me hebûne, heya bazirganîyê pê bikin, seyre eger we bivê bi fêlbazî (zexelî) tawanan bidin pal me, tawan û buxtanên weha dirust bikin ku hinek rastî têde hebe, diyare ku hûn ava wî rûbarî yê di nêv bajarê Mahabadê re derbaz dibe bi petrol dizanin, bi rastî we zor nezanane tawan dane pal me ku tu bingeh(binaxe) ji wan re nîne.

Herweha di bersiva wê pirsyarê da, ku goye Qazî Mihemedî rê daye yan daxwaz ji biyanan kirîye bihêtin nêv xaka Îranê, wek Mela Mistefa Barzanî? Qazî Mihemed her wekî sê mehan beriya niha bersiva vê pirsê da û got: “Mela Mistefa li Kurdistanê biyanî nebûye û nîne, Kurdistan mala her kurdekî ye, tu kesan ew ne anîye, kawdanan (şertan) weha kirîye bête bo beşekê din ji mala xwe anku ji beşekê mala xwe hatiye beşekê din ê mala xwe.”

Serheng (Albay) Eta, yek bi yek pirsyar dûbare kirin û Qazî Mihemed jî wek ya beriya wî hemû tawanan dûbare red kirin. Li vir Serheng Nîkuzad parçek qumaş ji çanta xwe deranî ku rengê wî sor û sipî û zer bû, wêneyê çakûç û dasê li ser hatibûn çêkirin, ji Qazî Mihemed re got: Erê hemû hûkumet û ala û teşkîlatên te ev nîne?! Serhengî tif kire alay û xiste jêr lingê xwe?! Hemberê vê kiryara Serheng, Qazî Mihemedî got: “Bo cara yekem, qet ev ala ya Kurdistanê nebûye, ji ber ku ala me çakûç û das li ser nîne, duwem, ev helwesta te nîşana kêm aqlilî û bêşiurî ya te ye, pirr bawer be destê we nagihîje alayê Kurdistanê ku hûn bêrûmet bikin û dê rojek bête li ser vî xanîyê ez têde tême dadgehîkirin, wê bête hilkişandin û bilind kirin.

Min ala Kurdistanê daye destê Mela Mistefa Barzanî û li ser milên wî ye, ji vî çiyayî bo yê din û ji vî bajarî bo yê din, ji vî welatî bo yê din dibe, heya rojek wê li ser tevayan çiya û bilindahîyên Kurdistanê bête hildan û biheje, pirr bawer bin ew roj wê bête.”

Serhengî daxwaz ji Qazî Mihemed kir, her çend ev babet dûrê kar û barên dadgehê be jî, eger di şiyan de hebe bo wî bahsê hinek sexletên (taybetên) Mela Mistefayê Barzanî bike.

Qazî Mihemed got: Ji mela Mistefayê Barzanî bigere, te bi xwe got, Mela Mistefa kesek biyanî ye û ev dûre ji kar û barên dadgehê.

Lê carek din Serhengî daxwaz jê kir.

Qazî got: Eger bi temamî basê Mela Mistefa Barzanî ji te re bikim, dûr nîne tu wisa hizir bikî ku layengirî û demargirjiya kurdane bi min girtîye.

Serheng Eta bo wî sûnd xwar ku min bawerî bi rastgotina te heye, di vê dadgehê de bo min rohinî bûye ku her tiştekê te gotî û dibêjî, ji kûratiya dilê te derdikeve û bi bawerî ve dibêjî.

Qazî Mihemedî got: Ez nikarim hemû sexlet û taybetmendîyên Mela Mistefa Barzanî ji we re bas bikim, hûn jî qet nikarin bi temamî Barzanî nas bikin. Eger ez bêjim qet hûn pesend nakin ku dujminê xwe bi van hemû kiryar û reftar û sexletên baş û ciwan nas bikin, ji ber ku di rêza dujminatiya we de ye.

Dadistanî daxwaz ji wî kir li pey pêzanînên xwe Mela Mistefa bi wan re bide naskirin, ka di derbarê wî de çi dizane, bêje.

Qazî Mihemed carek din got: Ne ez û ne kesê din nikare Barzanî wek xwe bi we bide nasîn, ez hez dikim hûn ji vê çendê bigerin.

Lê dîsan wan daxwaz jê kir basê Barzanî ji bo wan bike.

Qazî got: Baş e, lê tenê di çend ristekan (hevokan) de dikarim bêjim Mela Mistefa Barzanî, di dîrokê de, ji mêrxasî û merdinî û şeref û mirovayetî û azayetî û nerevîn û keramet û netirsî çiqas kesên mezin hebûne, Mela Mistefa jî yek ji wan e. Çiqas musilmanên sedrê islamê ji bawerîyê û rastîyê û pakîyê û dilsozîyê bo Xweda û olî û xelkê hejar û belengazên milletî hebûne, ew hemû taybet li cem Barzanî jî hene. Mîna Sadî dibêje: Her ançe xoban hemedarend, ew bi tenha dared. Hûn hez dikin bawer bikin yan bawer nekin û hun pê xweş bin yan pê nexweş bin.

Hemû ew ên di dadgehê de amade bûne, ji gotinên Qazî Mihemed mendehoş man. Xuya bû ku Qazî Mihemed wan gotinan ji dilê xwe dertêne û bi pirr bawerî ve dibêje û çi guman têde nebû, ku ew sexletên dayne pal Mela Mistefa Barzanî ne ji bo xatira Mela Mistefa bûn û ne ji ber heyeta dadgehê bûn.

Eta ji Qazî Mihemed re got: Çima tu hinde ji Serheng Nîkuzad hêrs bûyî, her çende me bihîstîye di vî welatî de tu kes bi qasî te hêmin û li ser xwe nîne?

Qazî Mihemedî got: Ez wî mafî nadim tu kesan ku gelê min bê rûmet bike û niha ji bo xatira wî milletê ez bi sêdaredanê hatîme hukimkirin, ca ji bo çi niha bêrûmet-kirinê, xwarî (nizmayî) û nemerdî qebûl bikim. Min tenê bersiva wî daye nek pêtir. Ev karê xwedayî ye ku divê xwêrî û neciwanmêrek bête û bê rûmetîyê bi milletê Kurd bike? Ev ji jêhatin û şarazayî û zanîna we nîne, çima ezê bê hurmetiya we qebûl bikim. Mîna Sadî dibêje: Her an kes dest ez can bişûyed, her ançe der dil dared bigûyed. Ango: her kesê ku dev ji canê xwe berde, divê her tiştê di dilê wî de ye, bibêje. Ya min ji xwedayî daxwaz kirî, xwedayî ji min re da, ango, mirin û şehîdbûn ji bona ol û gelê min, hêvîdarim bi rûyek geş ve biçim bo baregayê xwedayê mezin û dilovan.

Li dawiya wê dadgehîkirinê tawanek din jî xistin stuyê/milê Qazî Mihemed ku helbestek bo komek zabît (subay) û kadirên komarê xwendîye û wan jî bo xwe kirîye dirûşim. Lê di bersivê de Qazî dibêje bo cara yekeme ez vê helbestê dibihîzim.

Serwan Kiyomers Salih dinivîse: Min beşdarî di pirraniya dadgehîkirin yên meydanî û leşkerî de kirîye, lê tu kesên mîna Qazî Mihemedî bi cerg û cesaret û wêrek min nedîtîne. Qet di dema dadgehîkirinê de neditirsa û pirr bi bêtirs dipeyivî û bersiva pirsyaran dida, mîna kesekî yê di cejin û şahîyê de rûniştî bû, ne ku di dadgehê de.

Dema Serheng Nîkuzad bêrûmetî bi Qazî Mihemed û gelê kurd kir û Qazî Mihemed pirr bi tundî bersiva wî da. Qazî Mihemed got: “Yên pêşiya me, pirr ji me baştir hûn naskirine. Xweda ji wî helbestvanî razî be yê gotî: “………..” Kiyomers dibêje (helbesteka Farisî ya zor bi raman û berz xwend ku rih û rîşalên Ecem û Şî’a derdixist.), min hez dikir wê helbestê binivîsim û bizanim helbesta kê ye, lê dem dema dadgehê bû û min nikarî wê helbesê pê dûbare bikim. Û paş xwandina helbestê Qazî got: “Wusan hûn bi me dane naskirin.”

Dîsan Serheng Eta ji Qazî Mihemed pirsî: Piştî ku Mela Mistefa Barzani ji vir çû, çi peywendîyek wî digel te çêbûye? Eger çêbûye di kîjan rojê de û çawa?

Qazî Mihemedî got: Heya Barzanî gihîjaye dewr û berên Şino û Nexede me peywendî bi hev re hebû, lê paş dûrketî peywendiya me nema û min tu agehî ji wî nîne.

Dîsan ji wî pirsîn: Erê dikarî bêjî dema te peywendî digel Mela Mistefa hebû, çi nexşeyek (pîlanek) jibo rizgarkirina te li cem Mela Mistefa hebû?

Qazî Mihemedî di bersivê de got: Mela Mistefa Barzanî zor hewil da ez pê re biçim, hêşt ez neketîbûm zîndanê ji min re got nabe ez dilê xwe bi wê çendê xweşkim ku ez bêtawan im. Mela Mistefa yê Barzanî wêneyê rast û dirust ê we eceman bo min kêşa û ez têgehandim ku hûn çine û kîne.

Serheng Eta jê pirsî : Hun dikarin ji me re bêjin ka ew wêne çi bû û çawa bû?

Qazî Mihemedî got:

Bi rastî, Barzanî hûn ji her kesek din baştir naskirine! Mela Mistefa ji min re got, “Tu gel û millet wek eceman nîne, eceman dema desthelat be ji wî bêrehim û bêwijdan û zalimtir nabînî, dema jêrdest dibe, tu kes nikarin û nizanin mîna wan xwe mezlum bikin û hêviya ji xwedî desthelatê bixwaze. Di dema pirrhêziya xwe de, çi ji destê wan tê dikin û di dema bê desthelatîyê de, bi her tiştekê xwe derbaz bike dike. Lewra pêwîste tu bi hêviya wê çendê nebî ku te tu tawan nekirine û ecem wê li te xweş bibin.”

Dîsan Serheng Eta jê pirsî: Tu poşman nebûyî ku bi wî re neçûyî?

Qazî Mihemed got:

Eger xwedayê mezin bi vî awayî mirina min wek xwe helakkirin (tunebûnê) qebÛl neke, ez poşman nînim. Ji ber ku min soz ji milletê Kurd re dabû, bi wan re bijîm û bi wan re bimirim. Dizanim eger ez çûbûma û neketibam destên we, we yê jibo tolhildana ji min, pirr kesan ji xelkê Mahabadê û milletê Kurd bikuştana. Lewra xweşhalim ku, yekem; bê tawan ez wê bihêm kuştin, a duwem; min soza xwe bicî anî. Hêvîdarim rûgeşê dinyayê û qiyametê bim, li cem Xweda û milletê kurd jî.

Pirsyar: Dema tu hatî zîndankirin, li derûdorên Mahabadê ji bo rizgarkirina te, nexşeyek Barzanî hebû?

Qazî Mihemed: Belê, Barzanî xeberek ji min re şand ku di her şevekê de dikare hejmareka pîrr a pêşmergeyên xwe bişîne û bi çi awayekî be min ji zîndanê rizgar bike. Merama Mela Mistefa ew bû, di zîndanê de nemînim û neyêm kuştin.

Pirsyar: Çira ew kar nekir?

Bersiv: Min bixwe nedixwest.

Pirsyar: Çira? Çira te nedixwest rizgar bibî?

Bersiv: Ji ber hin sedeman.

Serheng Eta jê pirsî: Ew sedem çi bûn?

Qazî Mihemed: A yekem, ji ber wan soz û peymanan bû ên min dane gelê xwe û ya duwem jî, ji bo hindê bûye, bêtir xûn neyê rêtin nemaze ji bona mayina min di jiyanê de û ez kovandarê kuştin û kuştaran bûm.

Serheng Eta: Bi rastî tu kovanadarê xwe bûyî, yan ê Barzaniyan, yan jî kovandarê serbazên me bûyî?

Qazî Mihemed: Na bi xwedê, ne kovandarê xwe bûm û ne kovandarê serbazên we bûm. Lê ez kovandarê kurdan û xortên Barzaniyan bûm. Eger ew nebûya, min ji xwe ra danî bû û min dizanî her wê bême kuştin û ev hêviya min e.

Serheng Eta: Dikarî ji me re bêjî ji bo çi ev qas kovandarê Barzaniyan î?

Qazî Mihemed:

Ji ber ku Mela Mistefa û Barzanî hêviya paşeroja milletê Kurd in û min jî alayê Kurdistanê daye destên wan, ew dê vî alayê biparêzin û heya roja wî bête, ala Kurdistanê wê li cem wan be. Ne ku ew e, ya Serheng Nîkuzad tif lê kir û bin pîyên xwe kir. Hêviya min ji xwedayî ew e, ew ala bi destê pirhêzê Barzanî li ser vî xanîyê ez têde tême dadgehîkirin û hemû cihên bilind ên Kurdistanê bilind bibe û biheje.

Serheng Eta: Pirsa dawîyê; bi rastî, tu bi xwe neçûyî yan Mela Mistefa te bi xwe re nebir û hez nedikir tu bi wî re bî?

Qazî Mihemed: Wisa diyare yên heya niha min gotin, te bawerî pê nîne?

Serheng Eta: Ez dîxwazim tu vê rastîyê ji min re bêjî.

Qazî Mihemed:

Serheng! Hişyar bî, tu jî min bê rûmet neke! Çira tu rastîyê ji min dixwazî? Ev nerastî ye, ne!? Ezê ber bi ku ve herim, ev xaka Kurdistanê ye! Bav û bapîrên min li vir jiyane. Ez jinsexlet nînim heya welat û milletê xwe li cih bihêlim û bazdim!

Serheng Eta ji tirsa wê çendê ku Qazî Mihemed dûbare turre nebe û mîna Nîkuzadî wî jî bêrûmet neke, bi lez daxwaza lêbûrînê kir û sond xwar ku merama wî bêrûmetkirina Qazî nebûye, tenê gotinek weha derketîye. Û bi rastî ji te dixwazim bersiva vê pirsê jî bide; ku tu ew qas hez li millet û welatê xwe dikî, çira rê didî biyaniyan bêne nav welat û bibin serbazên gelê te ?

Qazî Mihemed: Hûn vê peyvê zor dûbare dikin, diyare merema we hêzên Rosî û Îngilîzî ne?

Serheng Eta: Na, merema min Mela Mistefayê Barzanî ye.

Qazî Mihemed (bi pêkenîn ve) got:

Ev demeke min bersiva vê pirsa we daye û dûbarekirin ne pêwîst e, min ji we re got, Mela Mistefa kurd e û Kurdistan mala hemû kurda ye û Mela Mistefa wek mirovek ji beşekê mala xwe hatiye beşeka din, hemû kesekî ew maf heye li her cih û alîyekê mal û milkê xwe rûne û ev mafê wî ye. Û baş bizanin min bi xwe hez nekir biçim, eger ne çendîn tirombêl li ber dest min hebûn û her dem û gaveka min hez kiriba ez dikarîm biçim û ji xaka Îranê derkevim.

Min pirr baş encamên karê xwe jî dizanî û min hûn jî pirr baş nasdikirin. Her wek Barzanî gotî, kes nikare mîna we eceman di dema şikestin û bê desthelatîyê de hêviyan bixwaze û mezlumeyetiya xwe nîşan bide, lê di dema desthelatdarîyê de tu kes ji eceman zalimtir û bêrehimtir û dilreştir û serreqtir nîne.

Bi vî awayî dadgehîkirina Qazî Mihemedî bi dawî hat.

Ji nûh dora Mihemed Husên Xanî Seyfî Qazî hat û zor bi heybet û li ser xwe û bi cesaret (wêrekane) hate hundirê dadgehê û her hizir nedikir ku ev dadgeh e .

Serheng Nîkuzad hate ser cihê xwe û li Seyfî Qazî nêrî û dest bi pirskirinê kir.

Pirsyar: Çima tu bûyî wezîrê şer û çira te ev berpirsyarîyê wergirt û merama te ji vî karî çi bû?

Seyfî Qazî: Min bi şanazî ve ew erk wergirt û merama min tenê ew bû xizmeta gelê xwe bikim.

Pirsyar: Merema te xizmet bû yan ew bû bi rêya vê berpirsyarîyê pere û diravî kom bikî û pê bijî?

Seyfi Qazî (bi pêkenîn ve): Serheng, eger tu min nas nakî, bizane bo komkirina pere min ew kar nekirîye, belku min 2 milyon tûmen bo milletî û Komara Kurdistanê xerc kirîne ku pereyê min bi xwe bûye. Serheng, xuyaye ji bil wê çendê ku tu min nas nakî, tu, ti tiştekî ji kar û edalet (dad) û nerîtên dadgehê jî nizanî.

Li vir, jiber ku serheng hêşta ji gotinên Qazî Mihemedî turre bû û dilê wî pirr bû, hest bi şikestinê dikir, dixwest bi behaneyekê xwe ji Seyfi Qazî turre bike. Lê Seyfi Qazî ew agehdar kir û jêre got:

Êdî me dest ji jiyan û malê xwe şûştîye û eger hindî serê derzîyê cesaretê bidî xwe û bê rûmetîyekî bikî, ez mîna Qazî Mihemed nîn im, tenê bi gotin bersiva te bidim, (destê xwe guvaşt wek mistekê nîşa serhengî da û got): Ezê bi vê mistê ser û dindanên te bişkênim, axir ji mirinê pêtir hêviya me ji ti tiştên din tune ye. Heya nûha we milyonek derew û bêbextî û gotinên neşîrîn û tiştên din ên bêraman ji me re dirust kirine, ji nûh ve hun divên şaşî û tiştên ne di rê de pêtir lê bikin. Ew hemû derew û bêbextîyên ku we ji me re dirust kirin, ti binya û bingehek jê re nîne, lê ez li vir radigehînim ku wan hemû derew û bêbextiyan bi şanazî ve li ser xwe qebûl dikim. Êdî ez amade nînim bersiva tu pirsyarên we bidim.

Bi vî awayî dadgehîkirina Seyfi Qazî jî bi dawî hat.

Ji nûh gerr (dor) gihîja Ebû El Qasim Sedrî Qazî û wî anîn dadgehê. Yekem pirsyara ku ji wî hate kirin ev bû:

Erê merama te ji nivîsîna wê nameyê çi bû, ya te ji Qazî Mihemed re şandî û tê de daxwaz jê kirî ku xwe ragirin heta ku alîkarîyên leşkerî digihîjin we?

Sedrî Qazî got: Tu tiştên weha rûnedane û eger dibêjin rûdane fermo bixine berçav.

Dadistanî got: Ew çi helbest e ya te jibo Barzanî nivîsî?

Sedrî Qazî got: Belê ew min nivîsîye, min Barzanî viyaye û helbest ji wî re nivîsandîye.

Dadistan dûbare pirsî: Ew alîkariya te di nama xwe da nîşan pêkirî pêşiya nûha jî hebûye yan jî cara yekeme ku ji alîyê biyaniyan ve alîkarî ji we re tête şandin?

Sedrî Qazî got: Ez dibêjim tu tiştên weha rûnedane.

Dadistanî carek din got: Çima li Tewrêzê te kombûn bi Pîşewerî re kirye û gotûbêj bi Nemaz Elîyof fermandarê Rosî li Miyandwaw û Elîksander li Meraxe û konsolê Rosî li Ormîye re kirîne û bi wan re rûniştîn û civîn çêkirine.

Sedrî Qazî got: Ev pêwîstîyên wê rojê bûn.

Dadistan got: Ew karek casusî bûye bo Rosan?

Sedrî Qazî (ev boçûna wî redkir û) got: Casusî bo kê? Çira, çi di welatê me de hebû ku Rosan nedîtibît. Tiştek, ciyek heye Ros bi xwe neçûbinê?

Carek din dadistanî navên hinek nameyên din jî bilêv kir ku awa û awaha nivîsîne .

Sedrî Qazî got: Her tiştekê min bo her ciyekî nivîsandibît, min danek (nisxeyek) li cem xwe hiştîye, dosêya min bişînine Tehranê name û belgenameyên min hemû li wir in, wê baştir rohnî be, ka min çi bo çi ciyekî nivîsandîye.

Bi vî awayî dûbare dadgehîkirina her sê Qaziyan bi dawî hat. Desteka (heyeta) dadgehîkirinê dûbare dest bi hevpeyvînan kir, lê vê carê ne mîna cara pêşîn ku kêmtir ji nîv seetê hevpeyvîna xwe bi dawî anî û biryara xwe wergirt. Desteka dûbare dadgehîkirinê biryara xwe di mabeyna pêtir ji 10 seetan de, di vî mabeynê de peywendî kirina bêtêlê di nêvbera Tehran û Mahabadê de berdewam bû, heya seet 12ê şevê desteka dadgehîkirinê biryara sêdaredana her sê Qaziyan wergirt û pirr bi lez vê biryarê ragehandin Tehranê.

Her çend ne Qazî Mihemed, Sedrî û Seyfî Qazî û ne em tu tiştekî ji biryara Tehranê negihîjayan. Lê dema ku me dît reng û rûyê fermandarê nîzamî zor hat guherîn û destên wî dilerizin û bi lez bi rêya bêtêlê hewil dide peywendîyê bike, me hest kir ku ev tundtirîn biryare hatî wergiritin.

Her çend biryar wesa bû ku wê şevê tenê nîv seetê peywendiya bêtêlê bi Tehranê re hebe, lê xuya bû ku wê şevê Fermandariya Leşkerî û Saraya Şah heya sibê çaverêya encamên dawî yên dadgehîkirinê bûn.

A rast dadgeha dûbare pêdaçûn û dadgehîkirinê jî, her wekî tawanên dadgeha meydanî ya pêşî nûha dûbarekirin û bo tu tawanan belgeyê pêwîst berçav nekirin, tu pûte jî bi redkirina van tawanbaran (Qaziyan) neda û biryara sêdaredana hersêyan pesend kir. Êdî li pey ciyekî li nav bajarî geryan bibînin da ku darê sêdarê li wir danin. Xuya bû fermandariya nîzamî rojekî beriya biryara dadgehê ku bête wergirtin, ew xanîyê li Çiwarçira heye destnîşan kiribû, anku her li despêkê ciyê sêdaredana wan hatibû destnîşankirin.

Fermandarî got: Me ciyê pêwîst amade kirîye.

Di despêkê de xwestin bicîanîna li sêdaredana wan bo fermandariya Mahabadê bicî bihêlin. Me digel desteka dadgehê xwe amade kir vegerin Tewrêzê û li wir ber bi Tehranê biçin. Lê ji nişkekê ve biryar hat dayin ku heya bicîanîna sêdaredana wan, pêwîste desteka dadgehê li wir amade be. Em neçar bûn bimînin, heya li sêdaredana Qaziyan bi rêve diçe.

Paş dadgehîkirinê, her sê Qazî di ode (jûr)ekê de hatibûn danîn û dewr û berên wan serbaz hatibûn danîn, ne ku niyaza wan ew be, ku xwe rizgar bikin.

Biryar hat dan yek bi yek li tirombêlan bêne siwarkirin û her tirombêlekê 10 serbaz di gel siwar bin. Ji wan re gotin; emê we bişînîne Tehranê. Fermandariya Mahabadê destûr da efserekî, biçe yek bi yek wan bîne meydana Çiwar Çira.

Kiyomers Salih dinivîse: Ez jî ji bo temamkirina rapora xwe, bo kovara xwe çûme di nêv zîndanê de, dema ez bi efserekî re çûme di nêv zîndanê de me Qazî Mihemed dît, nivêj dikir. Efserî ji Qaziyan re got: Xwe amade bikin emê we bişînine Tehranê. Sedrî û Seyfî Qazî nemaze Ebû El Qasim pirr pê xweş bû. Paşî ku Qazî Mihemedî silava nivêjê veda, me dît hatina me û gotina me tu kar têde nekirîye, bi lez cil û berg û tiştên xwe komkirin û amade bûn û got: Destûrîyê bidin em malîyên xwe bi çûna xwe ya bo Tehranê agahdar bikin, heya pere ji bo xerciya rêya me ji me re bînin.

Wî efserî got: Ne, pêwîst nake, ji ber ku berpirsên payeberz pere ji bo xerciya rêya we dane efserê berpirsê vî karî, lewra pêwîst nake hûn pere digel xwe bînin.

Li pey biryarê, her yek ji Qaziyan bi tevî 10 serbazan re siwarî komyonekê kirin, lê her li êvariya wê rojê fermandarîyê rewşa ne asayî li nêv bajarî ragehandibû, hemû cûreyên ji mal derketinê hatibûn qedexekirin. Efser û serbazên çekdar li tevayê nêv bajarî û dewr û berên bajarî hatibûn belavkirin. Di dema nîv seetê da her Qazîyek bi tevî 10 serbazan re li komyonekê hatin siwarkirin. Qazî Mihemed li komyona yekem û Mihemed Husên Seyfî Qazî li kamyona duwem û Ebû El Qasim Sedrî Qazî li kamyona sêyem siwar kirin û çaverê bûn birê bikevin. Lê li Tehranê destûr hatibû dan jibo tirsandina xelkê kurd û pend wergirtinê, li meydana Çiwar Çira li nêv bajarê Mahabadê bi darê sêdarê ve bêne helawîstin. Dema ku desteka dadgehê berve Mahabad hatin, fermandariya Mahabadê ew xanîyê li meydana Çiwar Çira ji xelkê çolkiribû, bi behana wê çendê ku efserê çavdêrîkirina bajarî wê li wir be. Ew xanî sê dergehên wî hebûn; yek ji dergehan bo meydanê dihat vekirin û yê din bo derveyê meydanê û yê din bo hewşa biçûka xanî dihat vekirin. Destûr hat dan ku kamyona Qazî Mihemed berve meydanê here, dema kamyon gihîşte ber dergehê xanîyê meydana Çiwar Çira, Qazî Mihemed pirsî; çira pêwîste 1i vir peya bim? Efserî jêre got: Çûna te ji vir ber bi Tehranê wê li vir bête rêxistinkirin û çend pirsyarek mane wê li vir ji we bêne pirskirin. Qazî Mihemed peya bû, dema hate nêv xanî dît dadistan serheng Nîkuzad û Melayekî kurd û çend serbazên çekdar li wir in, herweha maseyeka mezin li wir hatiye danîn û Quranek li ser e, her weha serokê saxlemîyê ku ji Tehran ber bi Mahabadê hatiye li wir in. Li vir yekser têgihîja ku çûna berve Tehranê derew e û bi vê behanê wan anîne Çiwar Çira. Dadistan serheng Nikuzad dest bi xwandina hukmê dadgehê kir û ji wî re got: Pêwîste niha ev hukm bête bicîanîn.

Ji Qazî Mihemed re got: Eger te wesyetek heye bike yan jî binivîse. Qazî Mihemed pirr bi lez çû pişt masê û dest bi nivîsîna wesyetnama xwe kir, heya çend rûpelek nivîsîn û wesa xuya bû westyayî bû, lewra ji melayê Mahabadê re got: Were ya ez dibêjim binivîse. Qazî Mihemedî pirr bi rohnî digot û pê dida nivîsîn. Got binivîse filan erd û filan cih bo mizgeftê û xwandingehê û nexweşxanê bin, heya ku nevîyên gelê kurd ên paşerojê fayde jê werbigirin. Şîret li gelê Kurd kirin ku yekgirtin û bihevra jiyan û ji hev hezkirin hebe. Dema wesyetnama wî bi dawî hatî dest da nivêjkirinê, vê çendê nizîkî 2.5an seetan vekêşa. Dadistan di ser birina vî demê dûr û dirêj de zor dilgiran bû, yê bi lez bû ku vegere Tehranê. Piştî ku Qazî Mihemedî wesyetnama xwe nivîsî û nivêj kirî û hêvîyên xwe ji xwedayê xwastin, daxwaz kir destûrê bidinê çend wesyet û şîretan bo gelê kurd binivîse, dadistanî destûr dayê. Daxwaza qelem û kaxezan kir, ji wî re anîn, her ji bo hindê ku dadistan Serheng Nîkuzad û hemû berhevbûyî bibihîzin û têbigihîjin, ji mela re got were binivîse. Got, mela her tiştekê ez ji te re dibêjim tu binivîse, melayê ji wî re got: Qurban çi binivîsim, ez nizanim ya cenabê te, divê dadistan wê destûrîyê ji te re bide ez binivîsim. Qazî Mihemed turre(hêrs) bû û got: Dadistan kî ye? heya ji min re destûr bide yan nede? Min divê bêjim:

(Li vir Kiyomers Salih dibêje: Qazî Mihemedî ew tiştên bi farisî ji mela re digotin, ji wî dixwest ku ew bi kurdî binivîse.)

Melayê got: Qurban ez nizanim bi kurdî binivîsim.

Qazî Mihemed hêrs(turre) bû û got: Ev jî bextreşîyeka din a gelê kurd e.

Carek din Qazî Mihemed bi xwe dest bi nivîsîna wesyetnama xwe kir, bi xetên pirr ciwan bi vî awayî nivisî:


“Bi navê xwedayê mezin û dilovan;

Miletê kurd û birayên min ên hêja! Birayên min ên beşê wan hatî xwarin! Miletê min ê zulim lê hatî kirin! Vaye ez dixwazim di gavên dawî yên jiyana xwe de çend şîretan li we bikim; ji bo xatira xwedayî êdî dijminatiya hev nekin, hev bigirin, pişta hev bigirin, li hemberî dujminê zordar û zolmê rawestin, xwe bi dijmin re nefiroşin, dijmin her dem heya karê xwe bi we bi cî tîne we divên û qet rehmê bi we nabe û qet li we nabûre.

Dijminên gelê kurd zor in, zalim in, zordar in, bê rehm in. Remzê serketina her gel û netewekî yekgirtin û yekbûn e, piştevaniya temama milletî ye, her milletekê yekêtî û tevayî nebe herdem wê li jêr destê dujminan be. Gelê kurd, ji gelên li ser rûyê vî erdî kêmtir nîne, belku di mêrxasî û xîret û jêhatinê de zor ji wan gelên rizgarbûyî li pêştir in. Ew milletên ji dest dijminên xwe yên zordar rizgarbûne mîna we ne, lê ew ên xwe rizgarkirî yekêtî di nêv wan de hebûye, bila hûn jî mîna hemû gelên li ser rûyê erdê êdî jêrdest nemînin. Her bi hevgirtinî û bê hesûdî, bi hev nebirinê û xwe nefirotina dijminan miletê me dikare rizgar bibe.

Birayên min! dijminê kurd ji çi reng û qewmekî be her dujmin e; bê rehm e, bê wijdan e, rehmê bi we nake, wê we bi destên we bi xwe bide kuştin, wê we temah bike û bi fêlbazîyên xwe û bi derewan we li hev bixe. Di nêv hemû dijminên gelê kurd de dijminê Ecem ji hemûyan zalimtir û meluntir û xwedênenastir û bêrehimtir e, destê xwe ji tu tawanên hemberî gelê Kurd naparêze, bi dirêjiya dîrokê de kerb û kîn wî li dijî gelê kurd hebûye û heye. Binêrin tevaya mezinên gelê we ji Simaîl Axayê Şikak heya Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengurr û çendîn mirovên din her hemû xapandin, aram kirîne û xelk ji piştevanî kirina wan dûrxistîye û ji nûh zor nemerdane kuştîne, ji wan re sûnd bi Quranê xwarîye ku eceman niyaza xêrê bi wan re heye û wê başiyê bi wan re bikin. Lê heçî kurd e, zû bawarî ji sûnd û sozên Eceman dike û pê tête xapandin, lê bi dirêjiya dîrokê heya nûha tu kesan nedîtîye tu caran ecem soz û peymanên xwe bicîh bîne û tu sozên xwe bi kurdan re bicî neanîne, her hemû direw û fêlbazî kirine. Ez, wek birayekê biçûkê we, di rêya xwedayê de û bo xatirê xwedê ji we re dibêjim hevbigirin û qet pişta hev bernedin. Pirr bawer bin eger ecem hingivînî bide we, diyare jehr kirîye di nêv de, bi sûnd û soz û derewên eceman nehên xapandin, eger hezar caran dest li Qurana pîroz jî bidin û sozê bidin we, jê bawer nekin û pirr bawer bin tenê merama wan xapandina we ye.

Vaye ez di gavên dawî yên jiyana xwe de bo xatirê Xwedayê mezin şîretan li we dikim û ji we re dibêjim ku Xweda dizane ya ji dest min hatî bi ser û can û têkoşîn, bi şîret û nîşandana rêya rast min xebat kirîye, niha jî di vê gav û rewşê de bi we radigehînim ku êdî bi eceman nehên xapandin û bawer ji sûnd û dest li Quran dan û soz û peymanên wan nekin. Ji ber ku ecem ne xweda nas dikin û ne bawerî bi xweda û pêxemberê wî heye û ne bawerî bi roja qiyametê û hisab û kîtabê heye. Ji alîyê wan ve tenê ku hûn kurd in bila misulman jî bin tawanbarin, bo wan dujmin in, ser û mal û canê we bo wan helal e û bi xezayê dizanin, her çende soza min bi we re ew nebû ku ez biçim û we di dest dujminê dilreş de bicî bihêlim, lê zor caran jî dema min hizir di bihûrî û mêrçakên me yên mezin de dikir ku eceman bi sûnd û derew û fêlbaziyan girtîne û kuştîne. Ji ber ku di qada mêrxasîyê de dujmin nedikarî li hemberî wan raweste, lewra neçar dibûn bi derewan bixapînin û bikujin.

Ew hemû herdem li hizra min bûn û qet min bawer ji eceman nekirîye. Pêşî ku ecem vegerine vir, çendîn caran bi şandina naman û kesên navdarên kurd û faris û bi dana soz û peymanên zor mezin ku dewleta ecem û Şahî bi xwe niyaza xêrê heye, amadene û naxwazin yek dilopa xûnê di Kurdistanê de bête riştin. Nûha hûn ecaman û soz û peymanên wan bi çavê xwe dibînin, eger serokhoz û eşîretên me kurdan xiyanet nekiriba û xwe nefiroştiba Hukmeta Eceman, ev, bi serê me û we û Komara me ne dihat.

Wesyet û şîreta min ew e, ku zarokên we bixwînin, ji ber ku em milletê kurd bi tu awakî ji milletên din kêmtir nîn in, tenê xwandin nabe, bixwînin heya hûn ji karwanê gelan paş nekevin, xwendin çekekê kujeke bo dijmin. Pirr bawer bin eger tebayî û hevgirtin û xwendewarî di nêv we de baş be, hûn dê baş bi ser dijmin de serkevin. Nabe ku bi kuştina min û bira û pismamên min hûn bitirsin. Pêwîste zor kesên din ên wek me divê rê de bikin qurban heya digihîjin hêvî û merema xwe, ez bawer dikim ku zor kesên din jî wê bihên xapandin û ji nêv birin.

Ez bawerim zor ji wan ên paş me jî, ji alîyê eceman ve têne xapandin ê ji me zanatir û jêhatîtir bin, lê hêvî xwazim kuştina me bo we bibe pend û îbret. Ji bo dilsozên gelê kurd, min wesyeteka din bo we heye ku ji xwedayê mezin daxwazê bikin ku hûn çi ji bo serferaziya kurd dikin alîkarîyê bi we re bike, ez pirr bawerim xwedayê mezin wê alîkariya we bike û we serbixe. Diyare ku ji min bipirsin “çima tu sernekevtî?” Di bersivê de dibêjim, bi wî xwedayî ez serkeftî me, çi serkevtin ji vê mezintir heye ku niha ez di rêya gel û milletê xwe de ser û mal û canê xwe dikim qurban, bawer bikin min bi xwe pirr ji dil hezdikir eger mirin di rêya xweda û pêxemberê xwedayî û gel û milletê kurd de be û bi rûyek geş bimirim, ji bo min ev mirin serkevtin e.

Ezîzên min! Kurdistan mala hemû kurda ye, her wekî di malê de endamên wê malê herkes çi cûre kar û kiryar dizane dihête rasipardin ku wî karî bike, Kurdistan jî her ew mal e. Eger we zanî kesek ji endamên wê malê karek ji destê wî tê, li wî bigerin bila wî karî bike. Êdî nabe em astengan bixine ser rêya wî û nabe bi wê çendê dilgiran bin ku yek ji we berpirsyarîyek mezin di dest de ye, eger karek mezin kete ser milên kesekî û birêve dibe, xuyaye wî karî dizane û berpirsyarîyek mezintir li hemberî wî erkî heye. Pirr bawer be birayê te yê Kurd pirr ji dujminê dilkerb û kîndar çêtire. Eger berpirsyarîyek mezin li ser milên min nebaye niha ez li jêr darê sêdarê ranediwestam, lewre nabe digel hev hesûdî bikin. Ewên fermanên me bicî nedianîn, ne tenê ferman bicî ne dianîn, belku dijminatiya me dikir, ji ber ku me xwe bi xizmetkarê xelkê xwe dizanî. Niha ew li nêv mal û zarokên xwe di xewek şîrîn de ne, lê em bi navê xizmetkirina ji milletî re va ye li jêr darê sêdarê ne û niha ezê gavên dawî yên jiyana xwe bi nivîsîna vê wesyetnamê temam dikim. Eger berpirsyarîyek mezin li ser milên min jî nebaye, niha dê ez jî mîna we di nav mal û xêzana xwe de, di xewek şîrîn de bibûma. Ev şîretên ku ez ji bo ew yên paş xwe dikim, yek ji wê berpirsyariya li ser milên min in, ez bawerim eger kesekê din ji we berpirsyariya min bi stûyê xwe ve girtiba, niha wê ew li şûna min li jêr darê sêdarê bûwaye. Va ye min bi merama razîbûna xwedê û li pey wê berpirsyariya li ser milên min, wek kurdekê xizmetkarê gel û di rêya karê çak de, ev çend şîret kirin ku hêvî xwazim hûn ji îro paşve îbretê jê wergirin û bi temamî guhdariya şîretên min bikin. Bi hêviya xwedayê mezin dê bi ser dujminan de serkevin.


  • Baweriya we bi xwedê û her tiştekê ji cem xwedê hatî û peristina xwedê û pêxemberî (s.i) û bicî anîna erkê olî ya mukum bît.
  • Yekîtî û tebayî yê di nêv xwe de biparêzin, karên neçak nekin, li hemberî hevdû hesûd nebin, nemaze di berpirsrarî û xizmetkirinê de.
  • Xwandin û zanist û hêla-dereca zanyariya xwe pêşde bibin heya ku kêmtir bikevin davên dijminan.
  • Bawerî ji dijminan nekin, nemaze dijminê ecem. Ji ber ku bi çend rêyan ecem dujminên we ne; dijminên gel û nîştîman û olê we ne. Dîrokê xuya kirye ku herdem bi behaneyan li kurdan dixin û bi kêmtirîn tawan dê we bikuje û di tu sûcekê hemberî kurdan de destê xwe nagrin.
  • Ji bo çend rojên jiyana xwe ya bê qîmet ya vê dinyayê, xwe nefiroşin dijminî, çunke dijmin dijimin e û ciyê tu bawerî pêkirinekê pêre nîne.
  • Xiyanta hevdû nekin; ne xiyaneta siyasî, ne giyanî, ne ma1î, ne namûsî. Çunke xiyanetkar li cem xwedê û mirovî, sivik û tawanbar e, xiyanet wê bi rûyê xiyanetkarî de vegere.
  • Eger yek ji we karî karekî we bê xiyanetkirin bike, alîkariya wî bikin, nek ji bona hesûdî û pexîlîyê dijî wî rawestin, xwedê neke li ser wî bibin casusên (sîxûrên) biyanî.
  • Ev cihên ku min di wesyetnama xwe de nivîsîn bo mizgeft û nexweşxane û xwendihgehê, hûn hemû li pey şiyanên xwe daxwaz bikin heya ku fayde jê bête wergirtin.
  • Hûn ji xebat û têkoşînê ranewestin, ta ku wek hemû gelên din li jêr destê dijminan rizgar dibin. Malê dinyayê tu ne ye, eger welatê we hebe, serbestî hebe, mal û xak û nîştimanê xwe hebe, wî demî dê hemû tiştek we; mal û saman û dewlet û namûs û nîştiman jî hebe.
  • Ji min re xuyaye ku ji bil mafê xwedê tu mafên din li ser min nîn in, lê eger kesek wesan hizir bike mafek wî (kêm yan zêde) li ser min heye, min samanek zor li paş xwe hiştîye, dikare ji mîratgirên min daxwaz bike û wergire.

Heya hûn hev negirin sernakevin. Zulm û zorîyê li hev nekin, çunke xwedê zor zû zaliman ji nêv dibe, ev soza xwdê ye, zalim wê bişikê, xwedê wê tola zulmê jê veke.

Hêvîxwazim guhdariya van şîretan bikin û xwedê we bi ser dijminên we de serbixe. Mîna Sadî dibêje:

Muradî ma nesîhet bûd û goftim

Hewalit ba xuda kerdîm ve reftîm

(Merama me nesîhat bû û me got

Me we sipart bi xwedê û em çûn)


                                             Xizmetkarê Gel û Nîştiman
              Qazî Mihemed


Paşî ku Qazî Mihemed nivîsîna wesyetnama xwe bi dawî anî, ji dadistanî re got hez dike guhdarîyê bike ezê ji te re bixwînim?

Dadistanî got: Pêwîst naket.

Qazî Mihemedî got: Baş e, lê ji ber ku di şerîetê Îslamê de sêdaredan nahê pesendkirin, dema hûn min dikujin min tîrbaran bikin.

Dadistanî ev daxwaza wî qebûl nekir, ji ber ku biryara dadgehê xeniqandina bi şirîtê bû.

Carek din Qazî Mihemed got: Ezê nivêjê bikim û kar û barên pêşiya mirinê bicîh bînim.

Destûr pê hat dan, pêşî biçite jêr şirîta sêdarê, li semta qîblê nêrî û herdû destên xwe bilind kirin û bi dengekê bilind hêvî ji xwedayê xwestin û got:

Xwedê tu bi xwe şahidî ku min di xizmeta vî milletî de tu xemsarî û kêmasî nekiriye, Xwedê tu şahidî her tiştekê ku ji destê min hatibe di rêya te de û ji bo razîkirina te min kirîye, Xwedê tola mezluman li vê dinayê û li qiyametê ji zaliman bistîne ku ez dizanim her wesa ye, Xwedayê agahdar li hemû tiştekî, hemû milletên jêrdest û milletê kurd ji jêrdestê wan zaliman rizgar bike.

Kiyomers dibêje: “Vî rê û resmê hêvî xwastin ji Xwedayê, nizîkî 20 deqîqan vekêşan, her wesa ew tiştên Qazî Mihemed bi kurdî digotin min pirsa ramana wan anku bi farisî ji wî melayê kurd dikir, ew ê ku li wir amade bû.

Paş wan rê û resman Qazî Mihemed birin jêr şirîta sêdarê û li sêdarê dan, tenê di mawê dû deqîqan de Qazî Mihemed canê xwe ji dest da, seet 4ê nîva şevê bû.

Ji nûh îşaret bi wê Kamyona (tirombêl) Wezîrê Şerr ê Komara Kurdistanê Mihemed Husên Seyfî Qazî hate dan ku ber bi meydanê bête. Seyfî anîn di xanî de, dema çavê wî bi dadistanî û mela û serokê saxlemîyê ketî, yekser zanî mesele çiye, lê hîç têkneçû û aloz nebû. Dadistanî hukmê dadgehê ji wî re xwand û jêre got tu dikarî wesyetnama xwe binivîsî. Ew jî çû pişt masê û wesyetnama xwe di deh (10) rûpelan de nivîsî, heta nivîsîna wesyetnama xwe bi dawî anî dem ber bi sibê ve diçû. Dema ku wî ber bi meydanê birin û çavê wî ji dûr ve bi Qazî Mihemedî ket ku bi şirîta sêdarê ve dalaqandiye û leşê wî li hewa ye, yekser bi zimanê kurdî dest bi gotina diruşmên (şîarên) şoreşgêrî kir û bi mist û pêna, ser û çavên efser û serbazan dixits û her serbazekê dikete ber lêdana wî dixiste erdê. Ji ber ku Seyfî Qazî mîna şêran dinirrî, tevayê xelkê dewr û berên meydana Çiwar Çira ji xew hişyar kir, digel lêdana her kesekê destê wî digihîjayê mîna şêran dinirrî û digot: Bijî Qazî Mihemed! Bijî Kurd! Bijî serxwebûna milletê kurd! Emê bimirin, lê kurd tu caran namire!

Ji ber ku dengê Mihemed Husên Xan Seyfî Qazî bi xwe mezin bû û ew bi xwe jî zor bi heybet û netirs bû, lewra heya gihandîye jêr sêdarê çend kesek bi mist û pêna xistine erdê. Zor kes ji ber dengê wî ji xewê hişyar bûn, lê ji ber ku rewşa ne asayî û qedexekirina hatin û çûnê her ji êvarê de hatibû ragehandin, kesî cesaret nekir ji mal derkeve.

Piştî bi şirîta sêdarê vekirî bi du deqîqan şirîta sêdarê piçya qutbû û kete erdê, carek din bilind kirin, hêjta henase dikêşa û birin bin şirîta siyê ya ji bo Sedrî Qazî hatibû amade kirin û carek din hate helawîstin, seet bû pêncê sipêdê û dinya bi timamî rohnî bû.

Ger (dor) gihîja Ebû El-Qasim Sedrî Qazî, lê ji ber ku çend seetan bû di kamyonê de çaverê dikir gêj û hêr bibû, herwesa pirr ji cihê sêdaredanê jî dûr nebû û dûr nîne nirrîna seyfî Qazî jî bihîstibît. Lewra heta radekî têgehiştibû ka karesat çiye.

Dema ji kamyonê peya kirin û anîne jor, dadistan û mela û em dîtîn dest bi hêvî xwastinê kir û got: Min tu guneh (tawan) nekirine, hêvî dikim min bişînin Tehranê heya karê min baştir rohnî bibe.

Melayê Mahabadê jê re got: Şerm û fihêtî ye, hêvîyê ji wan neke, mîna yên din mêrçak be, hêvî xwastin derdê te derman nake, ev hukmê dadgehê ye û pêwîste bête bicîh anîn, çima mêrane namirî, te mêrane jîn kirye mêrane jî bimire, çira tu dilê dijmin bi xwe şad dikî, ew dijmin in û dê we li sêdarê bidin. Ev gotinên mela pirr kar lê kir, lewra rûnişt û dest bi nivîsîna wesyetnama xwe kir.”

Tiştê balkêş ew e ku Kiyomers Salih bahsê naveroka wesyetnama Sedir û Seyfî Qazî nekirîye, eger delîvek weha bo dilsoz û hevalên dîroka gelê Kurd peyda bibe di nêv erşîfxana leşkerê Îranê de deqê wan wesyetnaman vebînin û belav bikin.

Kiyomers Salih dinivîse:

“Dema wesyetnama xwe bi dawî anî ber bi meydana sêdaredanê birin, dema çavê wî bi leşên Qazî Mihemedî û Seyfî Qazî ket, rewşa wî aloz bû û dilgirtî bû, nikarî xwe li ser lingan bigre, neçar bûn her bi wê rewşê li himbêza serbazan şirîtê bikin stuyê wî, ew jî li sêdarê dan û karesata li sêdaredana her sê serdarên kurd bi dawî hat.

Paş sêdaredana wan ew tirombêla ku me ji Tehranê anîbûn amade bû, hinekê ji meydana Çiwar Çira dûrtir rawestiya bû, pêştir tiştên me li tirombêlê hatibûn barkirin, desteka dûbare pêdaçûna dadgehê û ez û çend serbazên din bi lez siwarê tirombêlê bûn û ber bi Miyandiwaw û Tebrêzê birê ketin. Em seet 10ê sipêdê gehiştîne Miyandiwaw.

Qet min bawer nedikir ku berpirs û rêberên Kurdan hinde bi cerg û xîret û mêrçak in. Heya niha jî dengê Qazî Mihemed tête gohê min, dema digot: Xwedê sizayê mezluman ji zaliman bistîne. Lê nirrîna Seyfî Qazî ku ew meydana dewr û ber pirr kiribû, mist û pên li efser û serbazan didan, hemû li ber çavên min in û di gohê min de ne.

Min karî her ji dûr ve çend wêneyên wan bigirim û ez newêram xwe nizîk bikim, paş sêdaredanê jî, ji dûr ve min wênekê wan dema helawîstî bûn girt. Min bawer dikir, duayên Qazî Mihemedî wê qebûl bibin, lê nizanim kengî û çawa.”

Hemû ev nivîsîna li serî ya li ber destên we, di hejmara 61 a Mahname ya leşkerî ya sala 1946 de bi vî awayî hatiye nivîsîn û çapkirin. Pêwîste nîşanê bi wê çendê bikim ku zor peregiraf û riste ji wesyetnamê hatîne reşkirin ku ez bawerim destkarî têde hatiye kirin, nemaze di wî beşê ku Qazî Mihemed şîretan li milletê Kurd dike de. Lê di wê namîlkê de ya bi navê Wêjename ya taybet ku bi awayek nihênî bo efserên leşkerî û cihên taybet hatiye çapkirin. Hinek cîyên hatîne reşkirin, lê kêmtir dadgehîkirina her sê Qaziyan bi timamî tê de hatiye nivîsîn.

Di hejmareka paştir a di wê kovarê de serwan Kiyomers Salih dibêje: Bi behana dijî emnîyetbûna min Wêjename ya min jî destûriya belavkirinê wernegirt. Herwesa di dawiya nivîsîna xwe de dibêje, Qazî Mihemedî ji mela re got: Sibe vê Wesyetname û şîretên min bide xelkê bajarê Mahabadê. Qazî Mihemedî nivîsîna xwe da destê Mela, lê paş sêdaredana Qaziyan dadistanî nivîsîna Qazî Mihemedî ji melayê kurd stand û da dest min û got, ev di paşerojê de wê bibe fitne (ajawe), va ye min jî di Wêjename de çapkir, lê li dawîyê pêşgirî li belavkirina wê hat kirin.

Pêwîste nîşan bi wê çendê bikim ku wesyetnama xanewadeyî(malbatî) û wesyetname û şîretên Qazî Mihemedî yên destnivîs, ji bo gelê kurd herdû di namexana leşkerê Îranê de hatîne parastin, anku di Bayeganî (arşîvxane) Nigarxaneya Millî Stadî Arteş de digel hemû hejmarên wê Mahnameyê û Wêjename û Tac Kiyanî de ji bil van tevaya belgenameyên dadgehîkirina efser û serkirdên serhildanê û şoreşên seranserî Îranê, bo nimûne tevaya naveroka dadgehîkirina efserên Xorasanê û Azerbaycanê û Qezwîn û Şîraz û Tehran û Esfehan û dadgehîkirina efserên Tudayî û serhildana leşkerê Şahinşahî û Norî Hewayî Cebhey Millî û layengirên Dr. Museddeqî û Sureyaya jina Şahî digel Erdeşêrê Zahidê kevne zavayê Şahê Îranê di wê namexanê de wek xwe hatîne parastin.*
















 Jêder
(Çavkanî):

Namîlka Tac Kiyanî, Namîlka Stuada leşkerî.

Kovara Mahname ya leşkerê Îranê, jimarên 44 heya 75.


Têbînî:

Deqê dadgehîkirinê bi dest M. M. Bokan ketîye, ku ji ber hindek kawdanên taybet di şiyan de nebû navê wî yê dirust bête belavkirin. Kak M.M Bokan paşê jibo Kurdîkirinê ji Kak Heyder Rewanduzî re şandîye. Paşan rojnamevan Bedreddîn Salih dûbare pêdaçûye û pêşekî jêre nivîsîye û di kovara Xebatî Qutabyan di jimara 37 de belav kirîye ya li 14-8-2000 hatî weşandin.

Ji ber girîngiya vî babet û belgeyê dîrokî, me jî bi ferz zanî ku deqê wê di Kovara War de belav bikin. Ev nivîsar ji alîyê V. Segvan Cemîl ve (endamê desteka nivîseran li Kovara Dicle) ji tîpên Arebî jibo tîpên latînî hatiye wergerandin. ..

   *
     Kovara BîR
     Kovara BÎR Danasîn

Copyright © 2008 · All Rights Reserved · Amedpost par H'Bold text'