Gotûbêja bikarhêner:Tahir Sileman

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rojnama ``DÎPLOMAT``, bila ew roj bê, pîrozbahîya hejmara 1000-î  bê pîroz kirin  

Li jîyanê mirovne wusa henin wekî, jîyana emrên xwe, bona gelên xwe, netewa xwe, feda dikin, bona azadîya gelên xwe, berxwe didin, bi serfirazî serî hildidin, mirin nayê ber çavan. Şexsîyetên waha bi dewr û dewran, zeman-zeman li dilê gel xwera cî digire û hertim tê bîranîn, dijî, tu wext nayê bîr kirin û ramanên gelda timê dijî. Ji wan fedaî û welatparêza yek jî, rêvebebirê rojnama ``DÎPLOMAT``-ê brêz Tahir Silêmane. Cara ewlîn min mamoste Tahirê Silêmanva bunê nas, difikirîm wekî, ev mrovekî taybetî pelewanî bejin bilinde wekî, van xebata giran, rojnama ``DÎPLOMAT`` bi tenê, aqasî dewlemend, culet, sê zimana kurdî, azerî, rusî pêş dixe û diweşîne. Ev fikir, hetanî dîtina min mamoste Tahir bu.

   -  Ew mirovekî çi aqasî kin, çi jî mirovkî aqasî bejin bilind bu, pore sere wî berî wedê  sipî bibûn, li dêmên wî zext û zora zemanê dihate kifşê, ji dîmenê wî nura bê humber dihate xanê, li kuraya çavên wî merhemetî û paqijî diherikî. 
  Bi dîtina ewl, mirovada fikirek pêş dihat, min wusa difikirî wekî, ew jî mînanî me mirovekî adîye . Lê piştî axaftin û karên mamoste Tahir, min vê mirovîda fikirne cuda dît, fikir û ramanên wî, dîtin û axaftinên wî temam bona pêşkeftin û serkeftina  mirovahîyêye. 
 Roj derbas dibun, min mamoste zuzu didît, bi van dîtinan eşkere bû wekî, ew çiqasî girêdayî bi netewa kurd û Kurdistanêye. Dem derbas dibun, lê ew ji ber mejurêzê (kompyutor) ranedibu. Serhatîyên  gelêm me, dîrokên berî zayînê, buyerên rojê, rêzimanê kurdî, dengbêj û sazbendên kurd didît, derdixiste holê û dida rojnamê. Carna min jêra digot: ``Mamoste tu hê gelên mera pêwîstîy, xwe zû şehîd neke, tendirustîya xwe biparêze``.
 Lê ew cawa min dida digot:``Emr bê êtibare  û pir kinne, welatên me perçe-perçe  û bin deste, gelên me perîşan li welatên xerîvistanê bê gumanin, pêwîste hemu kurd pir kar bikin wekî, gelê kurd mesud, serbilind û berxwedarbe, Kurdistana şirîn aza be. Wuya jî bizanibin wekî, her hejmara nu ronahî dîtinê, wusa zanim wekî, ewladekê min nu ji dayîk dibe. Dewrê bê, hunê bibînin wekî, karê me kirîye buye dîroka gelên kurd û azerîyan``. 
    Dem derbas dibûn, ev hestên welatparêzîya mamoste Tahir Silêman, hesteke wusa xiste dilên min wekî, ez bi hîvîdarîke bêhumber, hest û ramanên kal û babên xwe, hesretên sala, li dilên xweda bire Kurdistana aza. Bawar bikin,  ez hê jî, ji wan xewn û xeyalên Kurdistana şirîn, hişyar ne bûme.
   Em ji dergeha Xaburê, derbasî Îbrahîm Xelîl bûnê, çav li ala Kurdistanêye keske-zere-sor ketinê, dilê mirova dikirkire, dikele, hindik dimîne xwîn ji damarê mirovan derê, bifişike. Ew roja, rojên herî bextewere li jîyana minda.
    Xebatkarên dergeha komrikê, wî lezî mamoste naskirin, em pêşwazî kirin û em anîne leqa 8-a PDK-ê. Rêvebirê leqê, kekê hêja, brêz doktor Rizgar bi dil germî em pêşwazî kirin, hevdîtin çêkirin, wêneyên bîranînê me girt. Min dît wekî, mamoste Tahir li Zaxo, Duhok, Selaheddîn, Hewlêr, Berzan, Herîr, Akrê çawa bi dil germî dihate pêşwazî kirin. Rojnama ``DÎPLOMAT`` çawa bi hesteke mezin mêze dikirin, dixwandin. Me rêzdarên hêja  Serok Mesud Barzanî, serkarê Parlamêntê brêz Ednan Miftî, cîgirê serkarê parlamêntoya Kurdistanê, Kemal Kerkukî,  wezîrê çanda Kurdistanê, kek Felakeddîn Kakeyî, parêzgeha hewlêrê kek Newzad Hadî û gelekên dinva hev dîtina çêkir. Ev hemu kedê mamose Tahir  yê salan bû, li Kurdistanê bi qedir û rêz nêzîkî me dibûn. Ev dilgermî nîşana mizginîya dostanîya navbera komara Azerbaycanê û Kurdistana azad dida xwanê. Ev hemu ji serkeftina rojnama ``DÎPLOMAT ``-ê caw dide. Rojname li Kurdistana azadda jî, mînanî Azerbaycanê tê heskirin.
   Xandevanê rojnamê yekem, hevsera mamoste, Nîgar xanime. Ew him ``sênsore``, him jî rêzdarê mêjûrêzeye. Kedê Nîgar xanimê û lawê mamoste , Îsmayil jî ne hindike.
  Hes tikim xandevan bizanibin wekî, rojname ji 2003-ê sale dest weşandinê kirîye,  henberî neyaran gelekî berxwe daye û hatîye gêhîştîye hejmara 100 –î.
  Ez despêkê, cara ewlîn rêvebebirê rojnamê, mamosta Tahir Silêman, sernivîsarê beşa azerbaycanî, helbestvan Nerîman Eyyub, sernivîsarê beşa rusî, Sêymûr Alîxanov, peyamnêrê rojnamê Ramîzê Musa, Rewşenê Atakîşî, Sakîtê Xoşnav û hemu kesan ku kedên wan gêhêştîye gulvedana, weşandina rojnama ``DÎPLOMAT``-ê, spas dibêjim û hivîdarîya serkeftina hertimîme. Bila ew roj bê, pîrozbahîya hejmara 1000-î  bê pîroz kirin û dengê te ji çar alîyên cîhanê bê bihîstandinê,``DÎPLOMAT``.

Amadekar: Doktor,Hamlêt Serdar