Gotûbêja bikarhêner:Wejevan

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rojbaş tu bi xêr hatî Wêjevan! Te ew şiklên Serê Kaniyê kişandine? Ev gelek baş e, spas. SilavMikaelF 12:35, 8 pûşper 2008 (UTC)

Bi xêr hatî[çavkaniyê biguhêre]

Birayê Wejevan, qet dilê xwe bi xwe neşewitîne, em hemû mîna te ne, tukesî ji me Akademiya Ziman, Dîrok, Wêje û Çanda Kurdî nexwendiya, me tenê tasek ava cemidî ji kaniya zimanê kurdî vexwariye û em bûnê evîndarê vî zimanî. Hewqas :-). slavên germ --Kurdodino 12:40, 8 pûşper 2008 (UTC)

Slav Hevalno[çavkaniyê biguhêre]

Jı bo peyama we spas hevalno.Gotıne we hemu rastın. Me lı meytebe kurdi nexend.Jı bo wılo hebıki qemasyame heyı.Hıma em dıkarın ve qemasiye bıkrın.Slaw u rez jı we hemure.wejevan 17:41, 8 pûşper 2008 (UTC)

Bixêr hatî, xêr amey[çavkaniyê biguhêre]

Ji me re heya ji destê te hatiye gotaran binivîsîne. Beşa me ya "alîkarî" bixwîne. Qelsbûna zimên ne ewçend girîng e. Min bala xwe dayê ku tu alfabeya Kurdî bikarnaynî, çima? Beriya ku bikarhêneran gorî welatparêziya wan ji hev veqetînî, ji kerema xwe gotaran binivîsîne. Serketin. --Bablekan 22:27, 21 pûşper 2008 (UTC) (bikarhênerê dixwaze bibe welatparêz, lê bisernakeve :))

Wêjevan li provokasyonan negere[çavkaniyê biguhêre]

Vira ne ti Chat, for hwd ên tu dizanî ye. Heger tu hatiyî bixebitî, fermo. Tu alfabeya Kurdî bikarnaynî, herçend min rexne kir jî. Te hêj gotar nenivîsîne. Lê ti ji niha ve li pey şablonên provokatîv î. Kurmanc, Zaza, welatparêz, newelatparêz... Îcar jî te hizb nivîsîne.. Tradîsyoneke me yê wiha nîne. Vira cihekê bêalî ye û neteweyî tê fikirandin. Sibêyê herkes destpêbike "Bikarhêner Bablekan ne welatparêz e", "Bikarhêner wêjevan nizane PKK çiye" "Filan bikarhêner oldar e lê bêvan kafir e" hwd vira jî wekî forên Kurdan diherime.

Ji kerema xwe wan şablonên xwe hemiyan paqij bike. Tenê netewe bes e. Mafê te nîne tu ji xwe re bêjî welatparêz jî, lewra biryarê mirov bi xwe nade. Belkî tu ne welatparêz, ne PKKyî, ne jî Kurd î.. Lewra dokûmentekê nîne û cîhana sîber e.. Mirov ji xwe re nabêje "ez însaneke baş im".. Xelk dinirxîne û biryarê dide. Welhasil vira neherimîne û nehêle ku em rexneyên wiha dilşikestî bikin. Wekî ya Tirkan nefikire. Wan gotine "Ev bikarhêner Atatûrkparêz e, rastgîr e, Fenerbahçeyî ye" hwd. Ê wan problemên wan ên netewetiyê nemane û dewleta wan hene. Roja teng ji komûnîstan heya misilmanan dibin yek.

Heger bi ya min nekî ez ê ji admînan re bêjim. Heger dîsa jî nebû, riya têkoşîna/pêşbirka şablonan vedibe. Serkeftin di karên baş de.. --Bablekan 22:30, 22 pûşper 2008 (UTC)

Hevale bablekan[çavkaniyê biguhêre]

Mı şablona gışi paqıj kır hıma gotıne te ne xeşı.Tu dı beji ki tu bı amı nekı eze fesadya te bıkım.Tu dızani kı çı hatıyı sere kurmanca jı fesada hatıyı.Turk dı vikipedia bı türkidı çırı karın bejın ez atatürkçimı em çırı nıkarın bejın em apocini mı te fam nekır.U tu dıbejı ki wejevan koministı fılan u bevan.Ez ne koministım.Ez ji wekte müslümanım.Ez bı kurmanci ji baş dızanım.Nivisandına mı hebiki ne başe ew qes.Ez xe dı elimînım bı nivisandıne ji.Daxazya mı evı ki wikipedia bu kurdi ji dewlemend bıbı u jı bo we ez dı xebıtım.Serkeftın jı terı hevale heja --wejevan 12:05, 21 pûşper 2008 (UT

Kekê Wejevan dilê xwe negre û ez naxwazim parastina Kek Bablekan jî bikim, ew hewceyî parastinê nîne, ez tênê dixwazim bêjim, ku kek Bablaken ne kesekî ku fesadiyê dikê ye, bila dilê te rihet bê. Lê divê neyê jibîr kirin, ku gelek kes dixwazin Wîkîpedia kurdî bikin cihê nîqaşên siyasî û ji naveroka wê dûr bixin. Ji ber ku Wîkîpedia kurdî xwe weke malperek bêalî dizanê û tene şertê objektîftiyê û zanistê ji xwe re bingeh digirê, ji kategorîkirina Bikarhener û Beşdarvanan direvê. Kesekî ji me ne li dije ku Bikarhênerek Apocî, Barzanîcî, Komakarcî u hwd cî bê, lê ew ramanên me ên taybetin, pêwistiya me bi eşkerekirina vê yekê tune, jixwe eger em hemû li şûna Apocî, Barzanîcî, Komakarcî u hwd Kurdistanî bûne, evyek wê baştir buye. Wekîdin tu dibêjî ku tu misilmanî û ne komûnistî, lê ji bîr neke, di nav kurdan de kesen ne misilman û komunist jî hene û kedeka mezin ji bo welatê xwe didin. Em çi bi wan bikin? Wan terorîze bikin? Binêre Kekê Wejevan, karekî wiha ne di berjewendiyê Kurdistanê û zimanê kurdî de ye. Kek Bablekan jî tenê dixwazê rê li van tiştan bigrê. Serkerfin Kekê Wêjevan û em li benda gotarên te ne. Silav --Kurdodino 09:45, 23 pûşper 2008 (UTC)
Temam uslûba min hinde nebaş bûye, bibore. Mesele safî bûye. Ma em çima dilê hevûdu bişkênînin.. Kekê delal gelek tişt li vir qewimîne, rexneya min hema ne li ser yek û duyan e.. Te behsa fesadiyê kiriye, ne xêr.. Min dikaribû bi xwe paqij bikira lê ez ne birêveber (admîn) im. Pirranî em wekî karber tevlî karên wan nabin. Ji bo ew karên xwe baştir bikin em alîkariyê dikin. Wiha dimeşe ev sazûman.. Bo mînak gotarên werin jêbirin lîste dikin. Heger evana fesadî bin, fesadî tiştekê din e. Te guh bidaya rexneya min a yekemîn bawer nakim min a duyemîn binivîsandiba.. Wayê bû. Niha dem dema xebatê ye. Kurdodîno hestên min anîne zimên, sipas jê re û dubarekirin jî nedibû, a rastî.. Silavên biratiyê.. --Bablekan 17:28, 23 pûşper 2008 (UTC)

Herfên tirkî û kurdî[çavkaniyê biguhêre]

Birayê Wêjevan, ji kerema xwe re di gotaran de herfê kurdî bi kar bîne. Ev herf di kurdî de nînin: ı anjî ü. En herfên tirkî ne. Li şûna ı --> i bikar bîne û li şûna ü --> u. Slavên biratî. serkeftin --Kurdodino 22:05, 24 pûşper 2008 (UTC)

tu dikarî herfên kurdî wiha pêk bînî(yanê çêkî)
û, î, ê-->shift+3 û pê re herfê ku tu dixwazî çêkî(ango bo ê ser e bitikîne û herwiha bo i û u)(shift û 3 tev bitikîne û pê re herfê ku tu dixwazî bi şewqê çêki bitikîne).

Slaw çawayı hevale wejevan

Dema te bash bê birayê Wêjevan. Eger tu binivîsînê klama Lawo ya kêye, li ser çi ye, li kijan herêman tê gotin, çavkanî kiye, ewê baş bibê. silav --Kurdodino 11:23, 14 tebax 2008 (UTC)[bersiv bide]

Silav li fotokêşê Serê Kaniyê[çavkaniyê biguhêre]

Wejevan rojbaş, xwezîka hemû gotarên bajarên Kurdistanê mîna vê gotara ha li ser Serê Kaniyê bûna, tijî wêneyin balkêş! Gelekî spas ji bo van wêneyên Serê Kaniyê! Pirseke min heye, zehmet nebe, tu dikarî wêneyên din bikişînî ji van deran, bo mînak cihên avên Cerceba Ibrahîmiyê, Cerceba Biçûk, Cerceba Mezin, cihên din ên cografîk, gir...? Serkevtin û pirr spas! silav --MikaelF 11:30, 4 kewçêr 2008 (UTC)

Silav Hevale MikaelF[çavkaniyê biguhêre]

Cırcıba Biçûk, Cırcıba Mezin, cihên din ên cografîk eze bikşinim.Roj baş hevale heja

Dema te xweş be hevalê hêja! Ev wêne jî pir xweşik e! Navê van kulîlkan beybûn in an na? Hertim serkevtin! silav --MikaelF 14:08, 28 adar 2009 (UTC)[bersiv bide]

Silav û li ser wêneyên te li Wîkîpediya kurdî[çavkaniyê biguhêre]

Roja te bi xêr be! Tu çawan î? Ez bikarhênerê MikaelF ê Wîkîpediya kurdî me. Me dest bi paqijkirina arshîva wêneyan kiriye û gelek wêneyên bê lîsans tê de hene. Mixabin divê em van wêyeyan jê bibin, prînsîpeke ensîklopediyê ye. Çend ji wan yên te ne, gelo tu dikarî wêneyên xwe bi lîsans dîsa bar bikî ser "Wikipedia Commons" ji kerema xwe re. Ji bo Wîkîpediya kurdî wêneyên te pirr hêja ne! Xwedê ji te razî be û bimîne di xweshiyê de. --MikaelF 12:00, 6 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Lîsansa wêneyan[çavkaniyê biguhêre]

Silav, vî wêneyî te kişand?--Ghybu (gotûbêj) 13:21, 29 tîrmeh 2013 (UTC)[bersiv bide]

mrb wejo

Hevalê delal te nasnavê xwe çewt nivîsiye; edebiyatçî bi kurdî wêjevan e.Serkeftin:)