Gotûbêja kategoriyê:Rojname

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Heval, li gora min navên gotarên ser rojnameyan navên rast ên rojnameyan be. Yanî, "Özgür Gündem" be. "Ozgur Gundem" nebe. Ez nîqasê li vê derê vêdikim, ji ber ku li vê derê hemû rojname derdikevin. Eger tisteki ser vê mijarê binivîsin, ji kerema xwe îmzeyê xwe ji bî nekin. Erdal Ronahi 21:46, 22 Sep 2004 (UTC)

Divê Nav Orjînal bin
Mirov nikare li gor dilê xwe navan biguherînin. Bi taybetî dema George W. Bush tê nivîsandin, her kes orjînal dinivîse, lê dema tirk navên kurdan dinivîsin û dema kurd navên tirkan dinivîsin vê yekê bi cih naynin. Özgür Gündem, Özgür Ülke, Özgür Gençlik... Ev navên tirkî ne û divê wisa bên nivîsandin.
Heke ez edîtorê ensîklopediyekê bim, ez nahêlim ku navê Ozgur Gundem wekî sernivîs di ensîklopediyê de hebe. Lewre rojnameyeke wisa ne bi kurdî û ne jî bi tirkî nîn e. Bi navê Özgür Gündemê rojnameyek berê hebû, dema qala wê rojnameyê bête kirin, divê navê wê were nivîsîn, ne tiştekî din. RezanTovjin 09:26, 23 Sep 2004 (UTC)
Ez jî tevlî dibim. Jixwe yên ku bi orjînal nehatine nivîsandin ê min in. Ez niha sererast dikim. --wasfi 14:40, 23 Sep 2004 (UTC)