Gulxenderan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gulxenderan
Zarok kundirê keran an xiyara gezok dibêjin
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
(ne aşkera ye): Eudicots
(ne aşkera ye): Rosids
Kom: Cucurbitales
Famîle: Cucurbitaceae
Cins: Momordica
Cure: M. charantia
Navê zanistî yê latînî
Momordica charantia
Descourt.
Charantiaya Momordica ya tevahî ku bi du nîv û du beş hene.

Gulxenderan (mormordica charantia) riwekek ji malbata kundiran cucurbitaceae ye ku li cihên tropîkal digihê. Lê Kurdistanê kêm be jî tê dîtin. Li hin deveran bi taybetî zarok jê re xiyara gezende (gezokî), kundirê keran dibêjin.

Havînê gupîk vedide. Gupîkên mê û nêr li ser heman qemçikê ne. Kulîlka wê zer e. Fêkiya wê berê kesk e, giha rengê wê tirincî-sor dibe. Herikbara rehê wê tal e. Rûyê fêkiyên wê pirtîkî, pizronekî ye. Dema digihê qalikên wê berepaş dikişin, fêkiyan ên sor, spî, çakar (qehqeyî, kafêyî) xwe didin der. Pelên wê ji aliyê mîneral, vîtamînan ve gelek dewlemend in. Kalsiyûm, hesin, fosfor, vîtamîna B dihewînin.

Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji reh û dendikên wê melhemekê tê çêkirin ku ev bo hemorhoîdê bikêr e, derdibe. Heman melhem dijî ragirtin, kunêran jî dihate bikaranîn. Ji vê riwekê bo jinên nezayok jî derman dihate çêkirin. Têkala ku rûnê zeytê jî tê tevlîkirin, bo derbirina egzamayê kêrbar e.

Bi rûnê zeytê û hingivê re bê tevlîhevkirin, ev têkel bo kesên nexweşiya şekir bi wan re hene baş e. Ev têkel bi qasî 5-6 mehan tê hîştin, paşê tê bikaranîn. Bi xurînî rojê kevçiyekê xwarin him pêdiviya şekir bicih tîne, him jî şekirê wê bo diyabetîkan ne ziyandar e, lewra rûnê zeytê pirraniya şekirê ziyandar dikişîne xwe, bêziyan dike.

Pêşangeha gulxenderanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]