Hêwana Bazara Moabit

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hêwana Bazarê ya Moabit, di sala 1891ê de bi navê Markthalle X hate vekirin, piştî ku di nav salekê tenê de li gorî nexşeyên avahîsaz Hermann Blankenstein hate ava kirin. Dergehê serek yê hêwana bazarê li ser kolana Arminiusstraße li navçeya Moabit a Berlînê dikeve. Avahî ji hêla kolana Bremerstrasse (rojava), kolana Bugenhagenstrasse (bakur) û kolana Jonasstrasse (rojhilat) ve tê dorpêç kirin.

Hêwana Bazarê

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo xweş nîşankirina cih, hêwan weku Arminiushalle (hêwana Arminius) yan Markthalle Arminiusstraße (hêwana kolana Arminius) jî tê binavkirin. Navê kolan û hêwanê ji navê Arminius mîrê Çerûskî ve hatiye, ê ku di şerê Varus de biserketibû. Ji çiriya paşîn 2010 ve ji avahiyê re Zunft[halle] Arminiusmarkthalle hate gotin lêbelê niha navê kevin lê vegeriya. Nîşaneyên pêş derî dîsa ji Zunfthalle bi Markthalle ve hat guhertin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev avahî ya dehem e ji 14 hêwanên bazarên jorgirtî li Berlînê, yên li gorî biryarnameyeke encûmena bajarê Berlînê di sala 1881ê de, gerek bû ku şûna bazarên servekirî, yên ku li wan nesaz dihate nerîn, bigirin. Avahî karibû bilez were lêkirin ji ber ku kerestene berêçêkirî û cesteyekî hesin, ku di wê demê de nûdem bû, hate bikar anîn.

Nerînek li rêçika serek, 1896

Li hêwanê 425 dezgeh di 10 rêkên firotinê de hebûn. naverêkek bi firehiya 12 mitran riya du larêkan vedike, ku her yek ji wan 2.48 mitro fireh e. Bi vî hawî kalîskeyên hespan û girrgirrok û komên segan karîbûn bi xweşkayî pertalan bigihînin pêş dezgehan. Hêwan, ya ku di şerrê cîhanê yê dudwan pirr ziyan dît, di salên 1950an de ji nû ve hate avakirin. Hikûmetê hêwan weku yadepeykerek da nasîn û wê di sedsaliya heyîna wê de da bi nûjenkirineke derander. Piştî pênc salan nûjenkirina xemla hundur li ser bingeha pirtikên terzê ya dîrokî bi serî ve hat. herweha hema ti firoşkar bikirê ne hate girtin, sekoyên dezgehên bazarê yên berê, ku ji bo yadepeykeriyê dihatin parastin, diviyabûn neyên guhertin. Ji ber wusa çarene demî peyda bûn. Yek ji kirêgirtiyên kevn yên kêm gulfiroş Karl-Heinz, yê ku li vê derê ji salên 1980an de gulên xwe difiroşe. Berê li rex wî pênc dezgehên masiyan û heft goştfiroş li hêwanê hebûn. Heta sala 2010 ev hêwana dîrokî weku mirî dihat pejirandin, dûvre veberhênerin ji Berliner Großmarkt destê xwe danîn ser hêwanê û wê di 20 çirya paşî 2010 bi navê Zunfthalle ji nûv re vekirin. Vêga berî her kesî mêvandarkar bar kirin hundurê hêwanê, û ji ber wusa piştî bidawî hatineke fermî ji bazarkirinê dîsa vejandineke li avahiyê bidest ket.

Vêga ji hêywanê re dîsa Arminiusmarkthalle tê gotin. Ji hingê ve li hêwana bazarê ji pêvî liqeke Norma hema bi tenê firoşkarên serbixwe hene. Li rex keresteyên jînwerî û kulîlkan pêşniyarên mêvandarkariyê, muzîkê û helkeftan peydadibin. Heta dawiya 2013an rasterast li hêwana bazarê kargeha bîra ya BrewBaker peyda dibû, lê bîraxaneya wan hîn jî li wir e.[1]

Amêra Gebetomat (xwekara nimêjan) ya Oliver Sturm li rêka serek berbiçav e. Ev xwekara ku mîna xwekara wêneyan hatiye pêkhênan, dikare 330 Nimêjan bi bêtirî 65 Zimanan bibêje.

Li taxê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2018an de, nezîkî Arminiusmarkthalle, li taxa Schultheiss, navendeke nû ya mezin ya bazarkirinê çêbû. Ji ber xweguhertina helwesta Berlîniyan li hêwanên bazarê yên xwe, rêveberî ji pêşbaziya pêşnîyara nû natirse. Mirov hêvî dike ku ew navenda bazarkirinê dê mirovan bêtir bîne Moabit.[2]

Girêdanên tevnê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Belgeyin tenane[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Homepage brewbaker.de
  2. ^ Burkhard Fraune: Die Rückkehr der Markthalle. In: Berliner Zeitung, 28. September 2017, S. 14 (Printausgabe).