Hêz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Di fîzîkê da hêz bandorek e ko lezgîniyê didit tenekî. Hêz dibit ko wekî bilindkirin, paldan an kêşanê bihêt berhestkirin û meznahî û sû heye. Lezgînî ya rastîn ya tenî bi hêlberekî (vector) ko koma tevaya wan hêzan e ko karî li wî tenî dikin dihêt diyarkirin. Ev koma tevaya hêzan carina bi hêza bandordar dihêt binavkirin. Di tenekê berdirêj da, hêz mumkîn e ko zivirîn an jî dijşêwebûnê anko deforme bûnê çêbikit. Bandora zivirandinê li ser tenî bi zivirar anko torque û bandora dijşêwekirinê bi stires anko givaşê dihên diyarkirin.

Yekê hêzê Newton e, nîşanê xwe (ji inglîzî force) e.