Mîkrobiyolojî
(Ji Hûrjînewerzanist hat beralîkirin)
Jump to navigation
Jump to search
Mîkrobiyolojî, yan jî hûrjînewernasî (bi înglîzî microbiology), zanistek e ko li ser hûrjîneweran lêkolînan dikit. Babetên vî zanistî êkaryotên mîna pendefok anko kivarikan û prokaryotên mîna bakteriyanjî vedigirit. Herçind e jînewerbûna vîrusan hêşta cihê gengeşeyê ye, lê ev zanist lêkolîna liser wan jî vedigirit. Kesên ko liser hûrjîneweran lêkolînan dikin hûrjînewernas in.