Çandgeha çayê ya Happy Valley
Çandgeha çayê ya Happy Valley | |
---|---|
27°02′54″Bk 88°15′05″Rh / 27.04829°Bk 88.25142°Rh | |
Dewlet | Hindistan |
Li beşa îdarî | |
Nifûs | 1310 (2011) |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Çandgeha[1] çayê ya Happy Valley (bi inglîzî: Happy Valley Tea Estate, bi bengalî: হ্যাপি ভ্যালি চা বাগান), plantasyoneke çayê li devera Darjeeling a Bengala Rojava a Hindistanê ye. Ev çandgeh di 1854an de hate sazkirin û yek ji plantasyonên herî kevn ên Darjeelingê ye. Happy Valley ji 177 hektar erd pêk tê û bilindiya wê 2.100 m ye ji rûyê deryayê. Warê çandgehê dikeve sê kîlometre li başûrê Darjeelingê. Pitirî 1500 karkerên vê çandgehê hene.
Şirketa DOTEPL
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xwediyê vê plantasyonê û hin çandgehên çayê yên din ên vê deverê şirketa DOTEPL (Darjeeling Organic Tea Estates Private Ltd) e û li Ambootia, Changtong, Happy Valley, Monteviot, Moondakotee, Mullootar, Nagri, Noorbong, Sepoydhurah (Chamling), Sivitar, Rangmook Ceder, Rangaroon, Pandam û Aloobari çayeke organîk a bi nav û deng çêdikin[2].
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Abdurrahman Önen (2008). Ferhenga erdnîgariyê. Doz, Stembol.
- ^ "The Finest Organic Teas". Our Evergrowing Family. Darjeeling Organic Tea Estates Private Ltd. Ji orîjînalê di 22 kanûna paşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 sibat 2020.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |