Harpiya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Harpiya
Άρπυιες Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstOdîseya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Harpiya- Ulisse Aldrovandi (1642)

Harpiya di mîtolojiya yewnanî de wek xwedawendên tolhildanê ne û sucdaran ceza dikin. Ji sê xwişkan pêk tên.Wateya Harpiyayê digre direvîne ye. Keçên Thaumas û yên Elektrayê ne. Navê wan Aelo , Osîpete û Kelaîno ye(di hin çavkaniyên din de navê wan û hejmara wan diguhere). Ew serê wan jinekî zerîn û bedena wan wek sîqalkê tên teswîr kirin. Lewma tu car ji xwarinê têr nabin. Êşa wî dikişînin. Bi dizîna xwarinê navdar in. Xwarinên xwe ew qas qirêj dixwarin ku kes nedikarîbû bermayiya wan bixwe. Hêza wan a taybet ev bû ku dikarîbûn ji bayê leztir bifirin. Di yewnana kevnar de wisa dihat bawer kirin ku kesên di cih de winda dibin ji aliyê Harpîyan dihatin revandin.[1] Hin çavkaniyan de derheqê wan dibêje ku hem zarokan direvînin hem jî giyanên kesên mirî dibin binerdê, warê Hadêsê.

Gora li Ksanthosa(Kinika îroyîn) Lîkyayê hatiye dîtin, gelek xweş wan teswîr dike. Her du milên gorê de rolyefên Harpîyayên ku di nav destên xwe de giyanekê wek pitekekî girtiye û dibe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ E.M. Berens. Myths and Legends of Ancient Greece and Rome. r. 150.