Heftqelî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Heftqelî, qelandina pincaran, qeliya biharê, qeliya heftreng cureyeke xwarina pêjgeha kurd, pêjgeha Tirkiyeyê e.

Çiye heftqelî?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurd bi biharan sûdê ji xwezayê û pincarên werdigirin. Sedsala dawiyê stêrka kurdan her çû çilmisî. Ziman, çand û aboriya Kurdistanê serobino bû. Viya qîra xwe li xwezaya Kurdistanê jî da. Daristan hatin tunekirin, ajalvanî, cotyarî, bi kurtî jiyana asayî ber bi mirinê çû.

Niha xwarinên kurdî jî bûne yên xelkê, wekî dewlemendiya wan tê zanîn. Em kurd xwarinên xwe bi navên biyanî dixwin. Heger yek rêçên dewlemendiya pêjgeha kurd di wêjeya devkî de nebîne û neşopîne, nezanî her zêde dibe.

Heftqelî, ji qelandina pincaran e. Hejmara pincaran çendî zêde bibe, ewqas baştir dibe. Heft ne mecbûrî ye. Heft rengdêrek e, nîşaneyeke pirrbûnê ye.

Ev xwarin li rojavayê Ewropayê wekî xwarineke farisan tê zanîn û jê re bi îngilîzî gormeh sabzi (qelandina zebzeyan) tê gotin. Ev jî dişibe heftqeliya kurdî.

Niha heftqeliya berê ya xwezayî nemaye. Kurd jî ji zebzeyên navdar dixwin. Berkeliyên (melzemeyên) wê yên serek niha bûne bexdenûs û goşt. Lê berê goşt nedihatiye bikaranîn.

Cureyên heftqeliyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]