Hekîm Sefkan
Hekîm Sefkan | |
|---|---|
| Jidayikbûn | 1970 |
| Esil | Kurd |
| Hevwelatî | Almanya |
| Pîşe | Helbestvan, bestekar û şanoger |
| Salên çalak | 1986 heya îro |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Hekim Sefkan (jdb. 1970 Amûde), helbestvan, stranbêj û şanogerê kurd e.
Nivîskarê bi dehan stranên nav û deng e. Wek mînak: Ey Şehîd (Xelîl Xemgîn gotiye), Roj Baş Gerîla (Beser Şahîn gotiye), Ez Şehîd im Pakrewan im (Comerd gotiye) Hekîm Sefkan nivîsiye. Sirûda 15ê Tebax (Koma Berxwedan gotiye) jî wî nivîsiye.(1)[1]
Hekîm Sefkan 21ê Sibata 2002an hevpeyvînek daye rojnameya Özgür Politikayê û rojnameger Aslan Saraç re axiviye. Saraç gotiye: "Hekîm Sefkan li Amûdê ji dayik bûye. Di 13 saliya xwe de dest bi şanoge kiriye. Di 14 saliya xwe de helbesta xwe ya yekemîn nivîsandiye. Di 16 saliya xwe de li şanoya bajêr bi awayekî profesyonel lîstiye. 7 sal di nav xebata şanoyê de maye.” (2)[2]
Hekîm Sefkan di nav fîlmê "Soro" de wek lîstikvanêkî mêvan cih girtiye û rola "Fermandarê Şervanan" lîstiye.
Firaz Baran gotiye: "Du pirtûkên helbestê ya Hekîm Sefkan çap bûne û sê kasetên wî derketine. Navê pirtûkan “Bîstikek Tije Sal” û “Xwedana Siye” ye. Ji kasetên wî “Helbestên Behna Şevê” û „Ez Qedexe Me“ ji stran û helbestan û kaseta “Zaroken Deşte” jî tenê ji stranan pêk tên."(3)[3]
Sefkan yek ji endamên Koma Berxwedan bû. Eslê wî ji gundê Tixûbê ye.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Sitranên Qedexe album helbeat û stran bi Ganî Nar re
- Helbest ên bêhna şevê Albûm helbest û stran
- zarokên deştê Albûma staranan
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ 1. Baran, Firaz (2007). Hunerkom Akademî Mîr: 1978-2006 (Çapa Çapa 1.) Neuss [Germany]: Weşanên Mezopotamien. ISBN 978-3-931885-84-7.
- ^ Saraç, Aslan: 21.02.2002, Özgür Politika
- ^ 3. Baran, Firaz (2007). Hunerkom Akademî Mîr: 1978-2006 (Çapa Çapa 1.) Neuss [Germany]: Weşanên Mezopotamien, Rûpela 103-105, ISBN 978-3-931885-84-7.
| Ev gotara ji bo stranbêjeke/î kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |