Helebçe (albûm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Helebçe, navê albûma hunermendê kurd Şivan Perwer e. Di albûmê de 10 stran cîh digrin.

Berhemên Di Albûmê De[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Zindan Tarî
  2. Hevalino
  3. Min Bêriya Te Kiriye
  4. Pêşmergên Me
  5. Serhildan Jiyan e
  6. Helebçe
  7. Koyê Dêrsîm
  8. Mamoste Can
  9. Bilbilê Dilşadî
  10. Halê Me Yamano

Gotina yek ji stranên vê albûmê ev e[çavkanî hewce ye]:

Wey lo lo, wey lo lo wey lo
Wezê daketim kel û kaşxanan
Wezê daketim serê birc û van dîwaran
Wezê bi serkela dilê xwe de mijûl bûm , ji xeman û kulan û derdan birîn in ax de wey lo lo lo wey lo...
Dîsa bombe û baran e
Her derê girtî mij û dûman e
Dîsa nale-nala birîndaran e
Dengê dayika tê li ser lorikê wan e
Bavik bi keder xwe davêjine ser zarokan e
Lê zarok mane bê nefes, bê ruh û bê can e
Ax birîndar im wey lo lo lo wey lo
Hey lê lê.... wey lê lê... Ferman e ûy... hawar... hawar...
Dîsa li me ferman e
Li jor tête gire-gir û hume-huma bavirok û têyaran e
Her der xistiye nava agir û mij û dûman e
Li jêr tête qîre-qîra zarokan, hawara dayik û bavan e
Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek ji caran e
Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim
Weke Mahabat û weke Berzan e
Îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê helebçê
Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e...
Dîsa hatin qelandin zarok û zêç tev dayik û bavan e
Ax hawar... li me ferman e... li min ay... ax birîndarê we me, li min oy...
Erê hey lê lê... Here hey lo lo...
Hawar Kurdno hûnê bikin bilezînin
Hûnê kaxiz û pênûsekê bibînin binivsînin
Dinya alemê pê bihesînin
Serok û rêberên Kurda li hev bînin
Bira yek bi yek bin ji halê me Kurdan re tiştekî ji dinyayê re binnivsînin
Bira xelq û alema pê bihesînin
Da ku çarekê ji halê me Kurdan re bibînin
Me ji bin vê bindestiyê derînin hawar hawar
Heyfa Kurdistan ku îro dişewitînin
Agir li serê me Kurdan dibarînin ax de ay ay... lo lo ax de li min birîndarê we me...

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]