Henry VIII

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Henry VIII
Serwerî21 nîsana 1509an - 28ê kanûna paşîn 1547an (38 sal)
Tackirin24 Pûşber 1509 (17 sâli)
Yê pêşîVII. Henry
Yê paşîVI. Edward
Jînenîgarî
Roja jidayikbûnê28 Pûşber 1491, Greenwich
Mirin28 Rêbendan 1547, London
Consort toCatherine ye Aragon'ê
HevserAnne Boleyn
Jane Seymour
Anne ye Cleves'ê
Catherine Howard
Catherine Parr
DînXiristiyanî
XanedanXanedanâ Tudor
BavHenry VII
DayikElizabeth ye York'ê
ZarokI. Mary

I. Elizabeth

VI. Edward

Catherine Carey (nedadmend)

Henry Carey (nedadmend)

Henry Fritzroy (nedadmend)

Henry VIII (28 ê Pûşperê 1491 - 28 ê Rêbendanê 1547), keyê Înglistan'ê bû. Henry, piştî bavê xwe VII. Henry, mîrê duyem ê Xanedana Tudor bû. Lê gava birayê wî Arthur mir, wî text girt. Ew bi şeş caran zewicandin û damezrandina Dêra Anglîkanî, veqetandina Înglistanê ji Dêra Katolîk a Roma'yê û bi tevahî Îngilîzîkirina wê tê zanîn.

Salên pêşîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Henry zarokê sêyem û lawê duyem Henry VII û Elizabeth ye York'ê bû. Tenê sê ji şeş birayên Henry sax man; Mary Tudor, Arthur Tudor, û Margaret Tudor. Henry di 1494 de Duk yê York'ê hate ragihandin.

Zewaca yekem Arthur û mirina Arthur[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 1502 de, birayê wî yê mezin Arthur ji nişka ve ji sedemek nediyar mir. Dema ku Henry VII di 1509 de mir, Henry VIII di 22 ê Avrêl 1509 de textê xwe girt. Piştî çend mehan, ew bi jina birayê xwe yê mirî, Catherine ye Aragon'ê re zewicî.

Jinên wi[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji têkiliya Henry VIII bi Bessie Blount re, Henry Fitzroy ji dayik bû. Henry di şeş saliya xwe de bû Kont ye Îngilîz'ê, Duk ye Richmond'ê û Somerset. Du zarokên wî, Catherine Carey û Henry Carey; bi xanima duyem a naskirî ya Henry, Mary Boleyn re hebûn. Catherine Carey paşê bû bûkê xaltîka xwe, Keybanû Anne Boleyn. Henry, tê îdiakirin, ku têkiliyek bi Madge Shelton (pismamê Anne û Meryem) re hebû, ku di dema zewaca xwe de bi jina xwe ya duyem, Anne Boleyn re. Wî di heman demê de; Jane Seymour, jina xwe ya 3'emîn û diya Edward VI yê, yarikê xwe kir dema ku hîn jî bi Anne re zewicî bû. Ji ber vê sedemê, tê îdiakirin ku ew û Anne di dema zewaca xwe de gelek caran nakok kirine. Di heman demê de; jina wî ya pêncem, Catherine Howard, berî ku dev ji Anne ye Cleves'ê berde, bû mîrê wî.

Reformasyona Îngilîzî û zewaca duyem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Catherine ye Aragon'ê

Henry di dema zewaca xwe ya bi Catherine ye Aragon'ê re şeş zarokê wi çebûn. Lê tenê keçek, Prenses Mary, sax ma. Key, ji hezkirina xwe ya ji Anne Boleyn re bandor bû, xwest ku zewaca wan bi Catherine ye biqedîne, bi hinceta ku zewaca wan nifir û betal e, ku Catherine nikare kurek bîne. Lêbelê, biraziyê Catherine, Împerator Charles V yê Spanyayê, bi tundî li dijî daxwaza Henry derket. Piştî ku nêzî şeş salan ji bo jinberdanê têkoşîn kir, Henry dêra Anglicanîzmê bi Reformasyona Îngilîzî re damezrand û zewaca xwe ya yekem betal ragihand. Di sala 1533 an de bi Anne re zewicîn û zewaca wan 3 salan domand. Yekane zaroka ku ji zayîna Anne sax maye, Elizabeth I ye.

Ketina hespê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 1535 de, dema ku Henry fêr bû ku Anne bi zarokê xwe yê mirî ducanî ye, wî cejn û şahî organîze kir. Ew jî beşdarî van şeran bû, lê ji hespê ket û bi giranî birîndar bû. Birînek li ser lingê wî yê rastê vebû, heta ku mir û bêhneke gemar jê derdiket. Piştî birîndarbûna Key, zarokek di zikê pîreka wî Anne de jiberçûyî bû û bû sedem ku Key bawer bike ku zewacâ wi karekî sêrbaziyê ye.

Anne Boleyn

Xenaqkirina Anne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Anne Boleyn di sala 1536 an de; ji ber ku zinêkarî, xayîntî û ensest kir, bi 5 kesan re ku di nav wan de birayê wê George Boleyn, Viscount ye Rochford'ê jî hebû, hat girtin û dadgeh kirin. Di gel nebûna delîlên têr li dijî wî di van hemî mijarên ku ew li ser hatine darizandin, dîsa jî ew bi îdamê hate mehkûm kirin û di 19ê gulana 1536an de, du roj piştî birayê wî George, li Barû ye London'ê hate îdamkirin. Di nav kesên ku bi George re hatine îdamkirin; Henry Norris, Beg Francis Weston, Beg William Brereton û Mark Smeaton hene.

Jidayikbûna prens[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbatâ Henry VIII (Ji çepê ber bi rastê; Prens Edward, Henry VIII, Jane Seymour)

Henry, 10 roj piştî xenaqkirina Anne, bi Jane Seymour re zewicî û Keybanû çend meh şûnda ducanî bû. Prens Edward di 12 ê cotmeha 1537 an de, ji dayik bû. Jane, di 24 ê cotmehê de, 12 roj piştî zayînê mir.

Salên dawî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 1540 an de, çar sal piştî mirina Jane, Henry bi Anne ye Cleves'ê re zewicî û ew piştî şeş mehan zewaca hevdu berdan. Henry, di heman salê de bi pismamê Anne Boleyn, Catherine Howard, re zewicî. Piştî ku du salan bi Catherine Howard re zewicî, ku sî sal ji wî piçûktir bû, wî Catherine ji ber zînayê bi Thomas Culpeper û Francis Dereham re girt û ew bêyî darizandin xenaq kir. Di nav kesên hatin xenaqkirin de; jina George Boleyn, Jane Boleyn jî hebû. Henry, salek şûnda bi Catherine Parr re zewicî û heya mirina xwe bi Catherine re zewicî ma.

Zarokên wan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Catherine ye Aragon'ê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Henry Tudor (1 Rêbendan 1511 - 22 Reşemî 1511), (52 rojîn)

Keçek bênav (31 Rêbendan 1510) mirî hatiye zayîn.

Lawê bênav (17 Rezber 1513) piştî zayînê demeke kin mir.

Lawê bênav (Mijdar 1514) piştî zayînê demeke kin mir.

Mary I (18 Reşemi 1516 - 17 Sermawez 1558) Keyaniya Înglistan û Îrlendayê ji tîrmeha 1553an heta mirina wê di sala 1558an de.[1]

Keçika bênav (10 Mijdar 1518) di meha 8 an a ducaniyê de mirî ji dayik bûye an jî herî kêm hefteyek jiyaye.

Elizabeth Blount[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wê zarokê tenê yê nedadmend anî dinyayê, ku kurê Henry dihat hesibandin.

Henry FitzRoy (15 Pûşber 1519 - 23 Tîrmeh 1536) nedadmend; ji hêla Henry VIII ve di 1525 de hate pejirandin.

Anne Boleyn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Elizabeth I (7 Rezber 1533 - 24 Adar 1603) ji 17 ê Mijdarê 1558 an heta mirina wê di 1603 an de Keyaniya Înglistan û Îrlenda'yê bû. Elizabeth serwera dawîn a Xanedanâ Tudor bû û carinan "Keybanûya Dûşîze" hat binav kirin.

Lawê bênav (1534) jiberçûyî.

Lawê bênav (1535) jiberçûyî. [2]

Lawê bênav (29 Rêbendan 1536) zarokek, ku tê bawer kirin, di meha çaremîn a ducaniyê de hat jiberçûyî .

Jane Seymour[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Edward VI (12 Cotmeh 1537 - 6 Tîrmeh 1553) ji 28 ê Rêbendana 1547 an heta mirina xwe di 1553'an de keyê Înglistan û Îrlendayê bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Starkey, David (2003). Six wives : the queens of Henry VIII. London: Chatto & Windus. ISBN 0-7011-7298-3. OCLC 52312744.
  2. ^ Starkey, David (2003). Six wives : the queens of Henry VIII. London: Chatto & Windus. ISBN 0-7011-7298-3. OCLC 52312744.