Şiyana hespî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Hespxurtanî hat beralîkirin)

Şiyana hespî, hêza hespî, bi soranî: espetiwana (bi înglîzî: horsepower, bi kurtî: hp), navê çend yekînên ne SIyî yên şiyanê ne. Di axivtinên zanistî da şiyana hespî nahêt bikaranîn. Sedema vê jî ne zelalî ya zaravê û hebûna berdêlekê (Wat) di Sîstema Navneteweyî ya Yekînan da ye. Lê dîsa jî, di hindek biyavên mîna pîşesazî ya tirombêl anko automobîlan da, hêşta ev zarav ji bo şiyana herî mezin ya makîneya hundirîn-suj dihêt bikaranîn.

Li dema serederîkirina digel zarava şiyana hespî da dibê du hokran li ber çavan bin:

  • Pênaseyên cidacida yên yekînê bi xwe
  • Standerên cidacida ji bo pîvanê bi xwe

Lewma dema dihêt gotin ko xurtaniya makîneyekê 100 şiyana hespî ne, gelek ramanên cida yên vê gotine hene. Lê dema Wat, ko yekîneka SI ye, dihêt bikaranîn çi cidatî di navbera pênaseyan da nîne.

Pêçnase[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji sala 1782ê were ko James Watt zarav şiyana hespî bikaranî, gelek pênase ji bo wê hatine pêşberkirin:

  • Şiyana hespî ya mekanîkî: 0.74569987158227022 kW
  • Şiyana hespî ya metrîk: 0.73549875 kW
  • Şiyana hespî ya karevayî: 0.746 kW
  • Şiyana hespî ya Boiler: 9.8095 kW

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]