Hezar û nîv

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hezar û nîv peyveke bisêhr e, dêvan gêj dike. Yek ji elementên çîroka Kurdî ye. Leheng dema dikeve astengiyê ji dêvan "hezar û nîv" tiştan dixwaze, an hezar û nîv car tiştekê dibêje. An ji dêv re dibêje "heya hezar û nîvê bijimêre, heger te hejmart tu dikarî min bixwî". Mixabin hişê dêv heya hezarî dikare bijimêrê.