Hilûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hilûr yek ji cureyên leyîstikên zarokên Kurd e.

Bi du koman tê leyîstin. Koma ku "li ser pireyê ye", ango di cezayê de ye bi destên hevûdû digrin û heya serkeftinê qet bernadin. Koma din direvin û divê koma li ser pireyê (koma pirê, koma pirrikê, koma mastxwuran, koma keçikan, koma cezayê hwd tê binavkirin) bêî ku ji hev biqetin divê ji koma hember yekê biqefilînîn. Heger ne qefilandin dê her û her "li ser pireyê" bimînin. Yek ji leyîstikên ku hevalbendiya zarokan di nava komê de pêşdixe ye.