Hol (riwek)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ilex aquifolium, ji holên jehrdar e

Hol (li hin deveran, holik, holê) (Ilex) navê cinsekî riwekên famîleya holan (Aquifoliaceae) e ku di koma holan (Aquifoliales) de cih digire. Li ser riwekên kulîlkdar (Magnoliopsida) tê hejmartin. Hin cureyên holê bo bexçevaniyê tên çandin.

Cinsên holê pirranî li cihên avhewaya wê tropîk e diçên lê li seranserê erdxanê jî tên dîtin. Herwiha hin endamên vê famîleyê li Kurdistanê jî cihwarbûyî ne. Tenê li Çînê rastî 204 cureyan tên ku ji wan 149 jî tenê li vî welatî diçên.

Hin ji wan jehrdar in[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ilex aquifolium axûdar e (bi jehr e). Him pelên wê, him jî fêkiyên wê yên sor pirr jehrdar in. Hol, îlîsîn, rûtîn, ûrsolîk asîd, nîtrîl menûsdaûrînê dihewîne. 20 heya 30 cureyên holê yên fêkîsor in, jehrdar in. Jehra wê dikare mirov bikûje.

Sîmptomên jehrbûnê lihevketina madeyê, verêşîn, vartoyîbûn (îshel, vîrik), êşa gurçikan, felç û xerabûna rîtma dil ango diltepîn in.

Hol di dermanfiroşî û kozmetîkê de tê bikaranîn.

Di edebiyata devkî de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku fêkiya holê û xuyana riwekê balkêş û dilbijêr e, lê di heman demê de hol jehrdar e, di edebiyata gel de, ji bo mirovên ji derve baş û rind, ji hundir ve jî nebaş û xeterdar gotina hol tê bikaranîn.

Holê bernavkekî jinan e jî. Li herêma Serhedê bi navê Holo mêr jî hene. Di stranan de herwiha navê holê derbas dibe.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]