Ileana D'Cruz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ileana D'Cruz
Jidayikbûn1ê çiriya paşîn a 1987an (36 salî)
EsilHindî
Hevwelatî Hindistan
PerwerdeZanîngeha Mumbaiyê
PîşeAktrîs, model
Salên çalak2006–niha
Malperileanaonline.com
biguhêreBelge

Ileana D'Cruz, (jdb. 1ê çiriya paşîn a 1987an; Mumbaî, Maharaştra, Hindistan) lîstikvan û modela hindî ye ku bi piranî di fîlmên telugû û hindî de cih digire. D'Cruz li Mumbaî ji dayik bû û piraniya zarokatiya xwe li Goayê derbas kir. Ileana, di sala 2006an de bi fîlmê bi zimanê telugû Devadasu lîst û bi vî fîlmî, di sala 2006an de xelata Filmfare Awards South ji bo lîstikvana herî baş a jin wergirtiye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

D'Cruz, di 1ê mijdara 1987an de li bajarê Mahîm a Mûmbaiyê di malbateke goayî ya katolîk de ji dayik bû.[1][2] Malbata wê di deh salî ya wê de li Parra Goayê bi cih bûn.[3] Zimanê wê ya dayikê Konkanî ye.[4]

Rêveberê otêla ku dayika wê tê de dixebitî, pêşniyar kir ku kenekî wê yê bi şirînek û zindî heye û divê ew dest bi modeltiyê bike û bi Marc Robinson re hevdîtinekî pêk bîne. Di destpêkê de ew karê modeltiyê nexwaze jî portfêla wê ya destpêkê di çileya 2003an de hat afirandin, wê vî yekê wekê "karesat" bi nav kir.

D'Cruz, bi kişandina wêneyan û pêşandanên rampê hate naskirin û portfêla wê ya duyem di sala 2004an de hate sazkirin. Wê di sê reklamên (danasîn) Lovely û Electrolux, Emami Talc û Fair & Lovely de lîst. Di danasîna paşîn, bi taybetî ku Rakeş Roşan derhêneriya wê kir bû de eşkere kir ku vê reklamê gelek pêşniyarên ji bo lîstikvaniya fîlman jê re aniye.[4][5]

Ew bi Andrew Kneebone wênekêşê awistralî re di nava têkiliyê de bû. Hatibû gotin ku her du jî berê zewicî bûn.[6] Di 28ê tebaxa 2019an de çapemeniya hindî nûçeyên ku ew jin ji hev cuda bûne, belav kir.[7]

Fîlmografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Fîlm Rol Ziman Nîşe
2006 Devadasu Bhanu Telugî
Pokiri Shruti Telugî
Kedi Aarthi Tamîlî
Khatarnak Nakshatra Telugî
Rakhi Tripura Telugî
2007 Munna Nidhi Telugî
Aata Sathya Telugî
2008 Jalsa Bhagyamathi/Bhagi Telugî
Bhale Dongalu Jyothi Telugî
2009 Kick Naina Telugî
Rechipo Krishna Veni Telugî
Saleem Satyavathi Telugî
2010 Huduga Hudugi Herself Kannadî Komeo
2011 Shakti Aishwarya Telugî
Nenu Naa Rakshasi Meenakshi/Shravya Telugî
2012 Nanban Ria Santhanam Tamîlî
Julayi Madhu Telugî
Devudu Chesina Manushulu Ileana Telugî
Barfi! Shruti Ghosh Sengupta Hindî
2013 Phata Poster Nikhla Hero Kajal Hindî
2014 Main Tera Hero Sunaina Hindî
Happy Ending Aanchal Reddy Hindî
2016 Rustom Cynthia Pavri Hindî
2017 Mubarakan Sweety / Supreet Gill Hindî
Baadshaho Rani Gitanjali Devi Hindî
2018 Raid Malini Patnaik Hindî
Amar Akbar Anthony Aishwarya/Pooja/Teresa Telugî
2019 Pagalpanti Sanjana Hindî
2021 The Big Bull Meera Rao
Based on Sucheta Dalal
Hindî
Unfair & Lovely TBA Hindî Temam bû

Muzîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nav Sal Rol Lîstikvan Albûm
"Pehli Dafa" 2017 Nediyare Atif Aslam Single

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Ileana D'Cruz turns 30: Let the birthday girl and her beau Andrew Kneebone give you relationship goals". India Today (bi îngilîzî).
  2. ^ "No one can contain me: Ileana D'Cruz - The Times of India". web.archive.org. 21 hezîran 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 hezîran 2014.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Bollywood Calling Ileana D'Cruz! | Viva Goa Online". web.archive.org. 17 kanûna pêşîn 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 kanûna pêşîn 2013.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ a b "rediff.com: The hottest heroine of Telugu cinema". specials.rediff.com.
  5. ^ "WebCite query result". www.webcitation.org. Ji orîjînalê di 9 tîrmeh 2019 de hat arşîvkirin. {{cite web}}: Çavkanî sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  6. ^ "Ileana D'Cruz Reveals Why She Chose A 'Foreigner Man', Andrew Kneebone As Her 'Life Partner'". web.archive.org. 15 tebax 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 tebax 2018.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ "കാമുകനൊപ്പമുള്ള ചിത്രങ്ങള്‍ നീക്കം ചെയ്തു; ഇല്യാനയും ആന്‍ഡ്രുവും വേര്‍പിരിയുന്നു". Mathrubhumi (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 27 tebax 2019 de hat arşîvkirin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]