Izet Findî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Izet Findî
Navê rastî
Izet Findî Yehya
Jidayikbûn1960
Duhok
Navên dinDr. Izet Findî
PîşeNivîskar, Rojnamevan, Mamosteyê zanîngehê
Zimanê nivîsinêKurdî, Ingilîzî, Erebî
NeteweKurd
HevwelatîKurdistan (Iraq)
PerwedeDiktora
Berhemên navdar
Bêder, Bêdera Peyiv û zaravên Kurdî
Malperwww.findi.info
biguhêreBelge

Izet Findî nivîskar û psîkologekî kurd e.

Izet Findî di sala 1960'î de li Duhokê ji dayik bûye, xwendina destpêkî û amadeyî her li Duhokê bi dawî aniye. Ji salên 1980-1981'ê li Zanîngeha Silêmaniyê pişka Psîkolojiyê hatiye wergirtin, piştî rêjîma Bexda zanîngeh veguhestiye Hewlêrê du salên dî li wê derê dewam kiriye û sala çarê hatibû kirin. Piştî xwendina xwe bi dumahî aniye û bawernama bekeloryos bi zanistên psîkolojiyê wergirtiye, di 23.11.2000´î de bawernama Masterê jî ji Zanîngeha Duhokê wergirtiye.[1]

Her digel damezrandina zanîngeha Duhok, li zanînegahê karkirîye, wek (tomarkerê giştî, mamosta li kolîjên endaziyarî, çandin).

Di sala 2013 an de bûye alîkarê serokê zanîngeha polîteknîkî ya Duhok bo karûbarên kargêrî û darayî û qutabîyan.Di sala 2017 an bûye alîkarê serokê zanîngeha Newroz bo karûbarên kargêrî û darayî û qutabîyan.

Di sala 2018 an heya sala 2020an bûye serokê zanîngeha Newroz.[2]

Nivîskariya Izet Findî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yekemîn nivîsîna wî di sala 1977´an de di rojnama "Hawkarî" de li Bexda hatiye weşandin; wek nivîskar ji sala 1980´ê were berdewame û pişikdarî di piraniya rojname û kovaran de kiriye bi berhemên xwe her ji berî serhildanê û ta nuha jî wek Hawkarî, Beyan , Roşinbîrî niwê, Karwan, Bizav ,Dicle, Botan, Gazi, Metin, Peyman, û hwd. Ji 1992-1993´an li televizyona Kurdistan karkiriye, ji 1994-1996´an wek nivîskar di rojnameya "Peyman" de karkiriye.

  • JI 1996-1998 wek endamê desteya nivîsînê di kovara "Gazi" de karkiriye
  • Ji 1998 û ta nuha wek rêveberê nivîsînê di kovara "Dicle" de kardike
  • Nuha nivîser e li kovara "Metîn" jî
  • Di sala 1986´an de bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd/Duhok
  • Enadamê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê ye
  • Ji sla 1992´an ve sikretêr û endamê Komela Sîkolocî Kurdistanê/Duhok e
  • Pirtûkek bi navê "Hindek Babetên Sîkolocî" li sala 1992´an çapkiriye
  • Pirtûkeke din bi navê "Çend Babetên Zanistî" berhev e bo çapê
  • Niha wek rêveberê Tomargeha Zanîngeha Duhok û mamostiyê zanîngehyê berdewam e[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]