Józef Rotblat
Sir Józef Rotblat (* 4'ê sermawezê 1908 li Łódź; † 31'ê gelawêjê 2005 li London; herwekî: Josef an Joseph Rotblat) fîzîknasekî Brîtanî yê bi eslê xwe Polonî bû.
Wekî pisporê fîzîka şane (selûla) di lêkolînên afirandina bombeya atomê de cihgirtiye. Lê piştre ji ber sedemên sincî û ûjdanî dest jê vedikişîne. Dîsa ji bo dawîanîna xebatên atomî têdikoşe, bi hinekan re Konferansa Pugwash dadimezirîne û heya dawiya jiyana xwe li dijî çekên atomî têdikoşe.
Sala 1995'î Xelata Nobel a aşitiyê werdigire.