Here naverokê

Jin TV

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jin TV
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jin TV televizyoneke xweser a jinên kurd e ji bo mijarên li ser jinan.[1]

Newa Women's Foundation, NWF (Weqfa Jinan a Newa, Weqfa Newa ya Jinan) da xuyakirin ku kanala Jin TV ya ku tenê ji bo jinan tê meşandin wê di 8ê Adarê de dest bi weşana xwe bike û weqf bang li hemû jinan kir ku li kanalê temaşe bikin. Weqfa Newa li ser kanala Jin TV ya tevahî jinan daxuyaniyek da. Weqfê di 9ê çileya 2018an de daxuyaniyek da û ragihand ku projeya Jin TV bi awayekî berçav bi dawî bûye. Weqfê di daxuyaniya xwe ya nû de ragihand ku Jin TV di 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de dest bi weşana testê dike. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 8ê Adara 2018an de jin li çar aliyên cîhanê careke din dadikevin qadan û daxwaza şikandina tundî û îstîsmara li ser bedena jinê, li ser keda jinê û hebûna jinê dikin. Armanc, îdîa û rêxistina xwe mezin dikin û xurt dikin. Di çarçoveya vê rêxistinbûnê de em ê di 8ê Adarê de dest bi weşana testê ya Jin TVyê bikin ku deng, axaftin û têkoşîna jinan ragihînin.”