Józef Rotblat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Joseph Rotblat hat beralîkirin)
Józef Rotblat
biguhêreBelge

Sir Józef Rotblat (jdb. 4ê çiriya paşîn a 1908an li Łódź; m. 31ê tebaxa 2005an li London; herwekî: Josef an Joseph Rotblat) fîzîknasekî Brîtanî yê bi eslê xwe Polonî bû.

Wekî pisporê fîzîka navokî (dendikî) di lêkolînên afirandina bombeya atomê de cihgirtiye. Lê piştre ji ber sedemên sincî û ûjdanî dest jê vedikişîne. Dîsa ji bo dawîanîna xebatên atomî têdikoşe, bi hinekan re Konferansa Pugwash dadimezirîne û heya dawiya jiyana xwe li dijî çekên atomî têdikoşe.

Sala 1995î Xelata Nobel a aşitiyê werdigire.