Kêf

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şabûn/Kêf

Hest hêza pêderxistina tiştên razber û nedîtî yên ku bi sehekan tên zanîn e.[1]

Di psîkolojiyê de behsa hesteyên bingehî tên kirin. Ji wan yek jî kêf/şabûn e. Şabûn halekî derûnî yî mirove û hestekê ji hestên bingehîn ên mirov û giyanewer e. Hemû mirov xwedî wê hestê ne û tunebûna wê kêmasiyek mezin e. Bi xwe sedemek nexweşiyên derûnî xerakirina wê hestê ye.

Mîna henû halên derûnî tarîfkirina hesta şabûnê jî weqas asan nîne. Di wî warî de curecur peyîv/kelîme û biwêj hene. Her çiqas di axaftina rojane de pir caran va biwêjana di cîhên hevûdin de bên gotin jî carna di navbera wan de hinek cudatîyên giring jî derdikevin holê. Şabûn ji vê hestê re bê gotin jî gor eşkerekirin û domandina wê cure bi cure biwêjin din jî hene. Hinek ji wan: Kêf, zewq, şabûn, kêfxweş, bikêf, şênahî, şahînî, dilxweş, dilşad, hezkirin, eşq, evîn û hwd. Va biwêjana ji hevûdin re pêwendîdar bin jî her tim nayên bi maneyekê / wateyekê.

Dema mirov dunya ronî bibîne û xwe sivik hîs bike şa dibe. Hîsa ku mirov xwe di tê de tam baş hîs dike re şabûn tê gotin. Di dema şabûnê de mirov xwe wer hîs dike ku qey hemu hewcîyên wî yên derûnî hatine cîh. Şabûn dikare di carekî de, bê hesab û bê plan, ji ber rewşekî, mirovekî an jî bîranînekê jî derbikeve holê, halekî dilhinavî û hissî ye. Mirov ji wê rewşê, ji vî kesî an jî ji wê bîranîyê razî ye. Wê demê mirov dixweze zêdetir di wê rewşê de bimîne, li ba wî/wan kesî/kesan bîmîne, an jî wê bîranîyê bidomîne.

Di dema şabûnê de mirov bi ken e, dilxweşîya wî bi her hal û hereketên wî re xwe aşîkar dike. Carna bi tebessûm, bi ken an jî qêrînek bi kêf xwe aşîkar dike. Şabûna mirov ji rûyê mirov tê dîtin, masûlekên li ber çavan û li dora devê mirov sist û rehet dibin.

Di derheqê vê hestê de curecur gotin û raman hatine bilêvkirin. Gor hinekan ew di hawirên/nêvengên bi maddî re girêdayî ne. Gor hinekan jî ew di yên bi manevî re girêdayî ne. Hênek jî ji bona jîyanek dilşad him hawirên/nêvengên maddî, him jî yên manevî pêvist dibînin. Mirovên ku jîyanek bi dilşadî didomînin xwe di jîyana xwe de azad jî hîs dikin.

Di Quranê de ji Xwedê û pêxamberên Wî hezkirin şert e û îbadet e. Di tesavufê de eşq girîng e û her tişt ji bona eşqa îlahî ye. Di Încîlê de şabûn bi Xwedê re mîna çavkanîya jîyanê tê tarîfkirin. Filosof û helbestvanê Elman Friedrich Schiller şabûnê mîna unsûrek ji Xwedê dibînê, ku hêza domandina jîyanê ye. Fîlosofê grek/yunan Epîkûr şabûnê armanca jîyanê ya herî mezin dibîne. Erîh Fromm şênahî û şabûnê ji hevûdin cuda dibîne. Gor wî şênahî kêfa kurtdomî ye, şabûn ku hesta mirov ji xwe dihesî ye. Şabûn mîna unsûrek jîyanê li hember şênahîyê ye. Jîyana şabûn ji halê/rewşa xwe memnûn bûn e. Şênahî kêfa ku di demek kin de ji ber sedemekî derdikeve ortê û dû re derbaz dibe ye. Şênahî gor Fromm unsûrek civatên ku xwe ji kêf û zewqê re berdan e.

Di jîyanê de qasî sedemên mirov ji pê xemgîn dibe sedemên mirov ji pê şa dibe jî hene. Jîyan di navbera wan de diçe û tê. Her dem şabûn nemumkîn e, lê bê şabûnê jî jîyan nayê kişandim.

1. Umîd Demîrhan (2007). Ferhenga destî. Sewad, Bazîd.

http://de.wikipedia.org/wiki/Freude

http://tr.wikipedia.org/wiki/Sevin%C3%A7

http://tr.wikipedia.org/wiki/Mutluluk

http://de.wikipedia.org/wiki/Grundgef%C3%BChl

http://tr.wikipedia.org/wiki/A%C5%9Fk

http://rojaneya-min.blogspot.de/2013/04/ez-u-ziman_29.html