KGB

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Remza KGByê

KGB anku Komîteya bo Ewlekariya Dûgelê (bi rûsî: Комитет государственной безопасности, Komîtet Gosudarstvennoy Bezopasnostî) navê saziya sixûriyê ya navdar a YKSSê bû.

Di sala 1954'î de hatibû damezrandin. Navenda xebatên wê li Lûbyanka ya Moskowê bû. Serî de wekî saziyeke hundirîn hatibû plankirin.

Piştî hilweşîna YKSSê, di 6'ê sermawezê 1991'î de bi fermî dawî li xebata wê hatiye dayîn. Karên sîxuriyê niha FSB dike.

Birêxistinbûn û peywirên KGBê[biguherîne]

Ji bo sîxuriya (îstîxbarata) navxweyî hatibû plankirin lê bi destpêka şerê cîhanê yê duyemîn û Şerê Sar, di qada navneteweyî de jî kar kir. Xwe bi rêbazên klasîk (agahî berhevkirin - agahî belavkirin) birêxistin dike. Di dema şerê sar de bo gelek caran dibe saziya herî serkeftî. Bi rêbazên xwe yên gelek zîrekî û nûjen, zora dijbrên xwe CIA, MOSSAD hwd biriye.

Bi giranî li ser hêza mirov a di warê sîxuriyê de radiweste û xebatkarên xwe bi teknîkên gelek serkeftî perwerde dike. Di deşîfrekirina agahiyan de serokatiyê nedaye ti saziyekê din. Gelek metodên tevlîhev jî bikaraniye. Bo mînak, hiyerarşiya xwe di nava navendên saziyên dijber an guman lê nabin re derbaskiriye.

Peywirdariya saziyê ya sereke parastina YKSSê bû. Dîsa parastina alîgirên xwe û berjewendiyên Pakta Warşawê li seranserê cîhanê jî.

Şaxên bingehîn ên KGBê[biguherîne]

  • Beşa derveyî welêt.
  • Pêşîlêgirtina agahiyan.
  • Hêzên taybet û çekdar.
  • Beşa têkiliyên sîvîl.
  • Sîxuriya aborî (berhevkirin û belavkirin).
  • Hêzên taybet ên teknîkî.
  • Şopandin.
  • Beşa nîv-dizî/nîv-fermî ya birêvebiriyên rojane.