Kadiz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kadiz, Riya Kadizê
Wêneyekî înfraroj ê ku tê de dendika Riya Kadizê diyar e.
Observation data
TypeSBbc (barred spiral galaxy)
Diameter100,000 light years
Stûrî12,000 light years (gas)[1]
1,000 light years (stars)
Jimara stêrkê200 to 400 billion
Stêrka herî kevn13.2 billion years
Giranî5.8×1011 M
Sun's distance to galactic center26,000 ± 1400 light-years
Sun's galactic rotation period220 million years (negative rotation)
Spiral pattern rotation period50 million years[2]
Bar pattern rotation period15 to 18 million years[2]
Speed relative to CMB rest frame552 km/s[3]
binêre: Galaksî, List of galaxies

Kadiz an Kehdiz an jî Riya Kadizê, galaksiyek e ku di nav de sîstema rojê cih digire. Ji hêla pênaseya ku ji dinyayê ve dixûyê galaksî wekî ronahiyek mijdar e ku li ezmanan ji stêrkên ku bi çavên mirovan nayên cûdakirin pêk tê. Ew tenê yek ji gelek galaksiyên ku di gerdûna çavdêrî de tê dîtin e. Di 23ê cotmeha sala 2015an, nexşeya galaksiya Kehdizê bi 46 milyar pikselan "855,000X54,000" ji aliyê stêrnasên alman, endamên Ruhr-Universität Bochum ve hatiye weşandin.

Bêjenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê kadizê ji mîtolojiya kurdan tê[çavkanî hewce ye]. Gorî çîrokê yek dihere diziyê kayê xwedê. Tûrî xwe tijî dike heldide xwe dihere lê tûrî xwe yî qul bûye. Wê lomê li şopa wî wek rîyeka gewr dimê. Li ser vê meseleyê bi vê galaksiyê re dibêjin kadiz. Navê wê yê tirkî jî dîsa wek mîna kurdî ye û ew dibêjin samanyolu (riya kayê). Çima tirkan dibêjin ne bawere lê îhtîmale ku navê xwe ji eynî çîrokê tê.

Lê belê, li gorî Beghyanî Shadî Sharîn[çavkanî hewce ye], bi kurdî "kadiz" ji peyva "kâ-/kah-" û "-diz/-dîz" tê. Lê peyva "diz/dîz" di rastiyê da mehneya "lod, qurch, nijîn" dide û ti têkîliya xwa bi ya "dizz" ra tun e. Di kurdiya kevin da wekî "kasu-daiza-" bû. Bêjeya "dîz" hîn di nav gelek peyvên din yên kurdî da mewcud e (wm.: parêz/parîz < *parî-daiza-, dîsk/dîzik, dîz < *daiza-, payîz < *pati-daiza-). Li gorî nivîskar, ti eleqeya mîtolojiya li jor gotî û bêjenasiya peyvê bi hev ra tun e[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "The Milky Way is twice the size we thought it was". University of Sydney News. University of Sydney. 20 sibat 2008. Ji orîjînalê di 25 sibat 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 sibat 2008.
  2. ^ a b [astro-ph/0212516] Gas Dynamics in the Milky Way: Second Pattern Speed and Large-Scale Morphology
  3. ^ Kogut, A.; Lineweaver, C.; Smoot, G. F.; Bennett, C. L.; Banday, A.; Boggess, N. W.; Cheng, E. S.; de Amici, G.; Fixsen, D. J.; Hinshaw, G.; Jackson, P. D.; Janssen, M.; Keegstra, P.; Loewenstein, K.; Lubin, P.; Mather, J. C.; Tenorio, L.; Weiss, R.; Wilkinson, D. T.; Wright, E. L. (1993). "Dipole Anisotropy in the COBE Differential Microwave Radiometers First-Year Sky Maps". Astrophysical Journal. 419: 1. doi:10.1086/173453. Roja gihiştinê 10 gulan 2007.{{cite journal}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)