Kardî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kardî
Kardî
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Magnoliophyta
Çîn: Liliopsida
Kom: Alismatales
Famîle: Araceae
Cins: Arum
Cure: A. maculatum
Navê zanistî yê latînî
Arum maculatum
L.

Kardî (bi latînî Arum maculatum), riwekek ji famîleya kardî û zîlgurzan e, mîna siyaleyê (ispenax) ye. Du cureyên xwe hene. Kardiyê erdan yî pelç biçûke û pelçê xwe çirtikçirtikî ne. Kardiyê zinaran yî pelç gir û direjtir e.

Kardî xamxamî nayê xwarin. Nolanî şîva siyaleyê dikelînin. Zêde tirş tevlî dikin ku tirşbûna xwe kêm be, devî mirov digidgidîne. Ku kardî qert dibe di ortê de pelçeka mihor vedibe û di orta pelçê de nêriyeke mihor dertê. Bêhna wê giran e.

Li hin deverên Kurdistanê kardiyê ji bo bikaranîna zivistanê hişk dikin. Kardî wekî werisan an guliyan tê ristin û bintavîkirin. Xwarina kardiyê ya xavî dikare xeterdar be û jengariyê bitetikîne.

Kardî bêyom e?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gorî baweriyan kardî giyayeke bêyom e û li herkesê nayê. Di foklora Kurdî de jî kardî wekî giyayeke majîk derbas dibe. Gorî hin baweriyên nazanistî, kardî li hin malbat, eşîr an beran nayê. Dema ew bixwin bûyerên nebaş li wan diqewimin.

Kurd dibêjin ku kardî ji hezar derdî re derman e. Zemanekî yekî bi çav xwe re kirîye ku reqekî marek girtî ye û hêd î hêdî dixwîye. Ku mar dixwerîye diçûye serda jî kardî dixwerîye. Kurd dibêjin ew ew qas bi fayda ye ku mitikê maran dikane bikuje.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]