Karesata kana rejûya kevirî ya Somayê
Xuyakirin
(Ji Karesata madenê li Somayê hat beralîkirin)
Karesata kana rejûya kevirî ya Somayê, Manîsa (Tirkiye) | |
---|---|
Bûyer | Teqîn û agir li kana rejûya kevirî ya Somayê. |
Eger û encam | Ji ber teqîn û agirpêketina transformatoran û di encamê de jehrdayîbûna karbonmonoksîdê, 301 karkerên kanê canê xwe ji dest da. |
Cihê rûdanê | Li Soma, parêzgeha Manîsayê, Tirkiye 39°11′38″Bk 27°38′25″Rh / 39.19389°Bk 27.64028°Rh |
Dema rûdanê | 13.05.2014 |
Hejmara karkerên mirî | 301[1] |
Hejmara karkerên birîndar | 80 |
486 | |
Karesata kana rejûya kevirî ya Somayê yek ji karesatên herî giran ên kanên rejûyê yên Tirkiyê ye ku di 13ê gulana 2014an de li bajarê Soma yê parêzgeha Manîsayê li rojavaya Tirkiyê çêbû. Di rûdanê de piştî ku agir ketibû trafoyên kanê zêdeyî 301 karkeran tê de jiyana xwe ji dest da. Gelek karkerên birîndar û windabûyî jî hene. Pirraniya qurbanên rûdanê ji ber jehrdayîbûna karbonmonoksîdê mirî bûn.
Xwedî û kompaniya derhêner a rejûya kevirî ya vê kanê Soma Kömür İşletmeleri A.Ş. ye.
Eger û pêşveçûyîna bûyeran
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tê zanîn ku ev peqîn ji egera berbûna agirekî rû da, ku li vê demê zêdeyî 780 karkeran tê de kar dikir, li dû amarên dumahiyê 301 kesan canê xwe ji dest da û 486 kes ji mirinê rizgar bibûn.
Encam
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 15ê gulanê de tê ragihandin ku hejmara miriyan digehe 301 kesan.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Wikipedia bi zimanê îngilîzî, 15.05.2014
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Rûdaw, Zêdetirî 200 karkerkan li Tirkiyê hatin kuştin
- Diyarname, Ji Wan û Amedê daxuyaniyên alîkariya ji bo Somayê
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |