Kartol

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kartol, patat
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Bineçîn: Asteridae
Kom: Solanales
Famîle: Solanaceae
Cins: Solanum
Cure: S. tuberosum
Navê zanistî yê latînî
Solanum tuberosum
L.

Kartol, ew zebze ye ku di binê axê de çêdibe, û xwediyê çend navên cuda ye, wekî Kartol, qompîr, kepole, pulge, petetêz/petetîz û petete/petat. Bi latînî jê re dibêjinSolanum tuberosum. Çend texlîtên kartolan hene wekî kartolên zer, sipî û sor.

Kartol li hin herêmên Kurdistanê pirr û bi hêsanî çêdibe. Çandina kartolê weha ye: Kartola sax li gor çaviyên ku tê de hene, bi kêrê qet dikin. Divê di her qetekê de, çaviyek hebe da tê re zîl bide û hêşîn bibe. Di zeviyê de kortik vedidin û her kortikekê du-sê pariyên ku çavî di wan de heye dixinê û ax pê dadikin. Yan jî dema bi gîsin û halet cot dikin, yek li pişt yê ku cot dike, ew perçeyên kartola qetkitî dixe nava xeta cot. Bi xeta cot a duyem re, ax dikeve serê. Lê li hin deveran bi trektorê(motor) cot dikin, li ser kotanê (gîsn) wê, sindoqa tije kartol datînin û ew kartol libo libo bera nêv axê dibin.

Kartol avî çêdibe. Dema ku hêşîn bû, dora kemê bi tevrik dikolin û axa sist li dorê didin hevûdu, heta ku kem bibin kewik. Piştre av bera ser didin û li gir germiya kêm û zêde, di heftiyê de du-sê caran avdanî dikin. Piştî ku kema kartolê kulîlk da, hin bi hin avdaniyê kêm dikin. Di dawiya meha heşt û serê meha nehan de, kalrtolên ku di binê avê de gihane, derdixin derva. Derxistina kartolan ji binê axê, bi gelek hawayên cuda çêdibe.

Teşîtek kartol heye ku çêja wê şêrîn e. Lê li Kurdistanê bi piranî kartolên ne şêrîn têne çandin, karton ji bo kelandin û qelandinê têne bikaranîn. Gelek cureyên xwarinê ji kartolan çêdibe.

Li herêmên pir sar, Kurdên li gundan bi çewalan kartol di hundirê mala xwe de dixin nava axê.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]