Keçbehrî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Keçbehrî li gorî John William Waterhouse

Keçbehrî, keçikên deryayê, Mîra yek ji lehengên çîroka Kurdî ye. Pirr rind in û li deryayê dijîn. Alîkar in, aştîxwaz in. Bi mereq in. Hin caran bo demekê kurt derdikevin reşayiyê. Kê bibîne dilê wê dikevê. Heger hûn di şîkê de ne ku hevala we keçbehriyek e, avê bi serde bikin. Heger gava we av bi ser de kir, lingên wan nebûn perikên masiyan, wê gavê şika we ne di cih de ye. Keçbehrî li bajarên deryayê dijîn. Bajarên wan veşartî ne. Şivanê deryayê serokatiya bajar dike. Toximê şivanê deryayê di deryayê de ye. Keçbehriyekê ji wan toximan bicanî dimîne û zarokek tîne. Ew zarok dê him dinya deryayê, him jî ya reşayiyê azad bike. Her kes li benda wê lehengê ne. Heger hûn mirovên nefispiçûk, aştîxwaz, bi şeref, zana, merd, zîrek, wêrek û bihest in, hûn dikarin dengê stranên keçbehriyan bibîhîsînin û wan bîbînin.