Kelehên Anzafa Jor û Jêr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kelehên Anzafa Jor û Jêr du kelheyên dîrokî yên Wanê ne.

10 km’yan li aliyê rojhilatê bakûr li nêzikî rêya Wanê û Qerqeliyê ye. Ji keleha jor û jêr du beşan pêk tê. Ji aliyê Keyê Ûrartî Îşpûnî ve B.Z di navbera salên 830 û 810’an de hatiye çêkirin. Îşpûnî ji bo ku rêya leşkerî û bazirganiyê ya herêma Ûrnîyeyê bigire bin kontrola xwe ev kele daye çêkirin. Keleha jor 600- 700 mêtroyan li başûrê kela jêr hatiye çêkirin. Ev der di dema Menaû de B.Z di navbera salên 810 û 786’an de hatiye çêkirin. Di her du kelehan de jî sûr, birc, atolye, kîler û kîtabe hene. Deriyê Pagan’ê Ev derî li Yeşîlaliç (Pagan) a ku girêdayî navçeya Serayê ji aliyê Ûrartûyan ve hatiye çêkirin û deriyekî kevirîn e. Li ser nivîskeke ji bo Îşpûniyê kurê Sardûriyê Yekem hatiye nivîsîn heye. Kevir li ser girekî bilind hatiye çêkirin.

Deriyê Meher Ev deriyê kevirîn Deriyê Meher, ku ji bo Keyê Ûrartûyî Îşpûnî hatiye çêkirin 5 km’yan li aliyê rojhilatê Wanê cih digire. Çavkaniya herî girîng a vê nivîskê ew e ku di derbarê Dewleta Ûrartûyan de agahiyên olî tên dayîn. Navê hemû Yezdanên di nav dewletê de pîroz in û hemû qurbanên ji bo van Yezdanan hatine dayîn li ser vê nivîskê hatiye rêzkirin.

Deriyê Pîrî Hazîneyê 300 m’yan di aliyê başûrê Kela Zivistana Jor de cih digire û ev jî 12 km’ yan bi aliyê başûrê paytexta Tûşbayê ve ye. Ji aliyê xelkê ve tê bawerkirin ku di pişt vî derî de gencine heye û ku dê rojekê bê vekirin . Ji ber vê yekê ev nav lê kirine. Ji aliyê rojavayê vî kevirî hatiye sererastkirin û wekî deriyekî hatiye birîn. Ev derî 6 m’yan fireh û 28 m’yan jî bilindahî nîşek jê çêbûye. Ji ber ku ev deriyê kevirîn ê dema pêşîn a Ûrartûyan e bi qasî yên din berhemeke baş lê derneketiye. Çiqas xwestine ku derî bi yek çarçoveyî çarçove bikin jî lê ev pêknehatiye. Bi nivîsa bizmarî li ser derî “ Ev bax û baxçeyan ji aliyê Îşpûniyê kure Sardûr ve saz bûne”hatiye nivîsîn. “Ji bo ezbenî ev nivîsk da çêkirin” nivîsiye.