Kelhesen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Kelhasan, gundekî navçeya Cihanbeyliya ser bi Qonyayê ve ye. Ev gund yek ji gundên kurdên Anatoliyaya Navîn e.

Dîroka Kelhasan[biguherîne]

Anatoliya Navîn navçeyeke xwedî dîrokeke kevn e. Li Anatoliya Navîn pir qewîm jiyane. Dîroka pir mîletan li vir derbasbûye. Ji mimariya xaniyên kevn û nivîsên li ser van xanî û kevirên li goristanên kevn tê xuya kirin ku berî kurdan hinek ji miletên din jî jiyane. Mixabin li ber rewşa siyasî ya Turkiyê, lêkolînên zanistî yên ber bi çav li ser vê navçeyê nehatine kirin. Ji bo piraniya gundên Anatoliyê ji aliyê kurdan ve, di van 300-400 salên dawî de hatine avakirin, ji aliyê dewletê ve tu lêkolîn û agahdarî nehatine berhevkirin û ne jî di arşîvan de hatine parastin. Helbet dewlet li gor xwe xwedî agahdariyan e!.. Lê pirê caran kurdên me yên ku li vir dijîn baş nizanin ka gelo ev ji ku û ji bo ci hatine. Tiştê ku heta niha hatiye gotin û tê zanîn hemû li gor gotinên ku me ji dê û bav yan jî ji mezinên xwe bihîstiye.

Ji ber vê yekê jî dema em ê niha gundê Kelhasan bidin nasandin dê li gor agahdariyên ku me li derûdorê xwe bihistine an jiyane, em ê binivisînin. Loma jî agahdariyên ku ez dê li vir binivisînin dê bi kemasî bin. Ez hêvî dikim ku ev nivîsa kurt li ser gundê Kelhasan dê rê veke ku her malbatek bikaribe li ser malbata xwe agahdariyan berhevke ku di pêşerojê de em bikaribin bibin xwediyê dîrokeka gund a dewlemend.

Ji ber di destê me de tam dukoman tunene, tenê li gor gotinan û hinek jî ji arşîvên ku heta niha ji aliyê lêkolînerên ewropiyan ve hatine kirin, em dikarin bêjin ku li Anatoliyê kurd di dawiya sedsala 15an de hatine. Piraniya wan li derûdora Ankarê bi cih bûne. Gundê Kelhasan jî di sedsala 17an de hatiye avakirin. Tê gotin ku malbata Kelhasan ji derûdora bere; Amed peşi ji; Semsur'ê hatiye. Berê hatine Yunaxê, li Serî Golê mane. Dûre di navbera Kelhasan (Hesgur) û birayê xwe de dubendîtî dest pê dike, Kelhasan tê li bakûrê Kelhesen ciyê ku îro jê ra dibên Çalê malê Avê, konê xwe datîne. Li ciyê ku îro Şaredari Kelhasan li ava bûye, mala Hecî Temo dibane. Ev li wir bardikin, Kelhasan tê li wir bi cîh dibe. Piştî demekê malbata Hecî Temo bi paşte vedigerin tên li Kelhasan dimînin.

Xwerziyê Kelhasan Hewsên jî durê tê li ba xalê xwe dimîne. Kelhasan keça xwe ya bi navê Kurdê dide Hewsên. Îro gundê ku jêra bi tirkî dibên Turanlar(Hewsên) li ser wî hatiye avakirin. Tê gotin ku navê Kelhasan yê kurdî Hesgur buyê. Gur nexweşyek ku porê mirovên diweşe û Kelhasan jî bi vê nexweşiya dikeve û porê xwe diveşe. Wê demê bi kurdî jê ra Hesgur dihatiye gotin. Ji ber vê jî bi tirkî Kelhasan bi nav kirine. Wek piraniya gundên kurdan, navê vî gundî jî bi tirkî Kelhasan hatiye lêkirin. Malên ku îro li gund jê ra dibên; mala Sado, Lawîka û mala Hecî Alo giştik ji malbata Kelhasan in. Kurmanciya ku li Kelhasan tê qise kirin an ji axaftin nêzî Kurmanciya Amed, Semsur û Ruha ye. Şaredariya Kelhasan girêdayî Cihanbeyliyê ye. Ji Cihanbeyliyê 42 km dûr e. Li bakûrê rojavayê Cihanbeyliyê dikeve. Bi gundên Yunak, Kulu, Heymanê û Polatliyê re cîran e. Gundên herî nêzik, Bêşqevaxa Mezin, Qendîl, Hecî Omera, Xirave, Kavişoxlu, Gundê Xofê, Kadioxlu, Boyali, Oniska, Boxrîdelik(Tetera), Hecîlera, gundî Buldux û Yenîceobe ne. Taybetmendiya gundê Kelhasan, li gor gundên din ên Anatoliya Navîn ev e; gund ji eşirek an jî ji du eşîran pêk nehatiye. Ji 30î zêdetir malbatên ku ji her aliyê Kurdistanê û eşîran ve hatine bi cîh bûne. Kelhasanî wek Canbegî tên naskirin. Lê ev nê vê maneyê ku hemû Kelhasanî Canbegî ne. Her çi qas rastiya gund ev be jî îro piraniya gundiyên ji Kelhasan xwe wek Canbegî dizanin.

Ji ber gund ji eşîr û malbatên cihê cihê pêk hatiye, dem dem di navbera malbatan de hinek bûyerên nexweş rûdane û ji ber vê yekê jî navê kelhasaniya li gundên cîran wek bi şerrûdî derketiye. Helbet ev nexweşiyên ku bûne ne tenê ji mesela eşîretiyê, bi ya min sebeba herî mezin ji cehaletiyê rûdane. Nifşê nû(neslê nû) hêdî xwenda û xwedî serpêhatiyên dewlemend in. Hêdî eşîrtî û malbatî li paş xwe hiştine. Hemû xwe Kelhasanî dizanin. Li gund û zimanê xwe dixwezin xwedî derkevin. Kelhasan heta 1992 an vek mixtari dihat rêvebirin kir. 1992 an de bû şaredar. Serokatiya şaredarê heta 1999an ji aliyê Ali Ceran ve hat meşandin. 1999an Mustafa Kargöz bûye serok. Piştî kuştina Mustafa Karagöz, Abdullah Bozkır heta 2004an serokatiya şaredarê kiriye. Ji 2004an vir de jî Resul Kara serokatiya şaredarê dimeşîne. Di hilbijartina 2004an de dengên partiyên siyasî weng bû; Partî hejmara denga ji sedî %

  • AKP 260 44,27
  • DYP 195 30,95
  • CHP 175 27,78
  • Yen din 0 0

Hejmara yên xwedî deng 854 bûn. Ên ku dengê xwe dane ji sedî 73,77 in. Serjimara Kelhasan li gor hejmartina giştî "genel sayim" a 2000î 2533 ye. Li gor rêvebirên şaredarê, du kat ji wan jî li derweyî Kelhasan dimînin. Yanî meriv dikare bêje kemzede hejmara Kelheseniya li ser hev 7500 e. Ji 1968an vir ve koçberiya Almanya û Danmarkê dest pê kiriye. Li welatên Ewropa; Almanya, Danmark, Swîsre, Swêd, Finlandiya, Norveç, Îtalya, Avusturya, Belçika û Fransayê bi cîh bune. Îro li Danmarkê êdî neslî sisêya dijî! Ji sedî 70 Kelhasanî li derveyî gund dijîn. Piraniya wan jî li Danmark in. Dîsan hejmareke zêde ji ber xwendin an ticaretê barkir kirine Qonyê. Ji neslê nû hema hema meriv dikarê bêje ji sedî 90î derketine welatên Ewropa. Li gund mekteba dest pêkê dibistana û dibistana amadehiyek heye. Ji ber neslê nû her bi xewnayên derketina welatên Ewropa dijîn, xort û civanên ku li Zaningehê dixwînin pir kêm in. Her çi qas xwesteka xwendina zarokan bilind be jî, ji ber rewşa aborî meyla ciwana her berbi welatên Ewropa ve ye. Di van salên dawî de hejmara kesên li zaningehê dixwînin hinek zêde bûne.

Rewşa aborî Li gor agahdariyên şaredarê, rewşa şaredara Kelhasan di warê aborî de baş e. Şaredarê tu deynên xwe tunene. Perê ku ji İller Bankasi ku li gor hejmara rûniştiyên li gund(nifusa belediyê) tên, têrî 6 memûr û 5 karkeran û lêçûnên din dike. pirsgirêka herî mezin riyên şaredarê ne. Ji ber di dest pêkê de avahîyên/xaniyên li gund, bê bername hatine çêkirin, aniha jî xirakirina van xaniyana pirsgirêka gund a herî mezin e. Ji ber vê jî serokê şaredarê yî duyemîn, Mustafa Karagöz 1999an de bû qurbaniyê vê!... pirsgirêka ka din a mezin jî bêkarî ye!... Wek piraniya gundên Kulu û Cihanbeylîye, aboriya Kelhasan jî li ser çandinî û xwedîkirina pêz e. Çandinî bi piranî ce û genim e. Aboriya gund ji sedî 70î li ser însanên li welatên Ewropa dijîn, e. Xortên ku li gund mane jî dewara xwe bi nakliye û çandiniyê ve dimeşînin.


Zozan malê Şilik û Hewsên (Turana) Kelhasan xwedî arazî û erdê çandinîyeke mezin e. Heta 1956an Kelhasan, Turana û Korkmeza giştik li ser hev bi gund (Kişlê) ve girêdayî bûn. Turana 1956an de ji gund veqetiya bi yayla Korkmeza ve bi serê xwe bun mixtariyet. Korkmeza jî di 1992an de ji Turana veqetîn û bi serê xwe bûn muxtariyet. Ji ber pireşîrî û meziniya gund piraniya malbatên mezin bi serê xwe bibun xwedî zozana. Jiber hem xwedîkirina pez û dewarên xwe û hem jî nêzî erdên xwe, ji xwe re zozan an gom avadikirin. A niha li piraniya van zozanana xaniyên modern hatine avakirin. Her çi qas piraniya van li bajerên wek Qonya û Ankarê an li welatên Ewropa jî dimînin, li havînan tên ser zozanên xwe. Ew warên ku berê ji bo dewara malê dihatin bi karanîn niha bûne wek havîngeh.

Çavkanî[biguherîne]