Kendava Alaskayê
Kendava Alaskayê
| |
|---|---|
| 57°Bk 144°Ra / 57°Bk 144°Ra | |
| Dewlet | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
| Li beşa îdarî | |
| Welatê tejaneya çem | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Kendava Alaskayê (bi zimanê tlingîtî: Yéil T'ooch) yek ji milên Okyanûsa Pasîfîkê ku li başûrê Alaskayê di nêvbera Nîvgirava Alaskayê û li rojava ji girava Kodiakê li rojhelat heta Komgirava Aleksanderê dirêj bûye.[1]
Xeta peravê ya Kendavê ji daristan, çiya û hejmarek cemedên ava geliyê pêk hatiye. Mezintirîn cemedên Alaskayê, Cemedê Malaspina û Cemedê Beringê ye ku li ser xeta peravê ya li kêleka kendava Alaskayê dirêj bûne. Perav bi çemên Cook Inletê û Prince William Soundê ku du çemên herî mezin ên av a bi hev ve girêdayî ne bi giranî çalkirî û derketî ye. Kendava Yakûtatê jî di nav vê kendavê de ye. Kendava Lîtûyayê (fyordek li bakurê Cross Soundê û li başûrê Çiyayê Fairweatherê) cihê tsûnamiya herî mezin a ku di dîrokê de hatiye tomarkirin e. Kendava Lîtûyayê wekê lengergehek parastî yê ji bo keştiyên masîgiriyê kar dike.
Li gorî daneyên SeaWiFS ê kendava Alaskayê wekê ekosîstemeke hilberîner a Çîna I hatiye hesibandin ku di her metreçargoşeyê de salê zêdetirî 300 gram karbon hildiberîne.
Mercanên avên kûr li kendava Alaskayê têne dîtin. Primnoa pacifica bûye sedema ku ev dever wekê qadên jîngehê were parastin.[2] Primnoa pacifica mercaneke avên kûr e ku bi gelemperî li vir di kûrahiya di navbera 150 metre û 900 metreyan de hatine dîtin.[3]
Ji ber herika pasîfîka bakur ku ev herikîn jî ji aliyê herika Kuroshio ya germ ve hatiye xwedîkirin ku ji ber vê herikîna germ kendava Alaskayê di tevahiya salê de bê qeşa dimîne. Di sala 1977an de kendava Alaskayê dest bi guhertinek ji nişke ve kiriye û di wê demê de nehatiye şirovekirin di encamê de germahiya navînî ya rûyê deryayê zêde bûye û hebûn û cûrbecûriya cureyên masiyên bazirganî zêde bûne. Guhertineke avhewaya bi heman reng a bêîstîqrar di salên 1970an de li deryayên Bakurê Pasîfîkê jî hatine dîtin.[4]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Water, Diptarka Ghosh March 31 2021 in Bodies of (31 adar 2021). "Gulf Of Alaska". WorldAtlas (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 26 adar 2026.
{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ "Coral Reef Conservation Program | Home". coralreef.noaa.gov. Roja gihiştinê 26 adar 2026.
- ^ RG, Waller,; RP, Stone,; J, Mondragon,; CE, Clark, (2011). "Reproduction of Red Tree Corals in the Southeastern Alaskan Fjords: Implications for Conservation and Population Turnover". rubicon-foundation (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 13 kanûna pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 adar 2026.
{{cite journal}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ ""Marine regime shifts in ocean biogeochemical models: a case study in the Gulf of Alaska"" (PDF). bg.copernicus.org. Roja gihiştinê 26 adar 2026.