Kilîla Fayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kilîla Fayê (îngilîzî:F-clef) ji xêza duyemîn a jorê ya porteyê xêzkirina wê dest pê dike. Notaya li ser xêza duyemîn a jorê Fa ye. Kilîla Fayê ji bo nivîsandina dengên di frekansa pesê de tê bikaranîn. Ji ber ku bi Kilîla Solê nivîsandina van dengan dê bi gelek xêzan pêk were, ji bo nivîsandina notayên enstrumanên wekî bas gîtar, çello, kontrbas û piyanoyê (sol el) ku di frekansa pesê de dengan didin, Kilîla Fayê tê bikaranîn.

Kilîl Nav Nota Xet
Kilîla Solê G4 di çembera kilîlê de ye.
Kilîla Doyê Doya navîn (C4) di navenda kilîlê re derbas dibe.
Kilîla Fayê F3 di navbera du nuqteyên kilîlê de ye.