Here naverokê

Koçek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Koçek zanayên di hiyerşiya dînî ya êzdîtiyan de ne.

Ji şêx, pîr, feqîr û mirîdan ko kîjan bibe xwedî keramet, dikare haya Îxtiyarê Mergehê bike. Gava ji Îxtiyar re bide xwiya kirin ko xweyî keramet e, hingê dibe koçek. Çiqas ko koçek di nav Êzdiyan de hindik e, jî qedra wî gelek mezin e. Karê koçekan, her gav ji pêşendeyê nûçeyan didin û nexweşan bi dian xweş dikin, an bi axa awahiyeke pîroz teberikê salixî nexweşan didin. Hemberê van dian salixana tebarikê sedeqeyekê digirin ko riya debara wan di wê da ye.

Prof. Dr. J.İ. Kızılhan li ser koçek weha dinivîse: "Gotina koçek ji du peyvên kurdî pêk tê, guh û çak yanî gelekî baş. Her du peyv bi hev re tên wateya guhên pir baş, bi veguhestina hest, tê wateya ku koçek dengên ji dinya ku nayê dîtin dibihîzin... Karê koçek yê girîng ew e ku li ser çarenûsa giyanê kesê mirî agahiyan bide. Ew xewn û diwa, di demên wêranî û nebaşiyê de şîrove dikin. Koçek di dema aheng û kevneşopiyan de, têkiliyê bi dinya veşartî re çêdike. Ew xwe li ser erdê dirêj dike, dikeve mestiyê û dest pê dike bi zimanekî ku nayê fam kirin diaxive.

Êzdiyekî ku xwe digihîne koçektiyê, pêşî hest bi heskirinek bihêz dike û xewnan dibîne... di wan xewnan de, ew bi rihê kesên pîroz yên êzîdiyan re diaxivin. Êzîdiyekî ku bibe xwediyê vî awayê jiyankirina giyanî û van serpêhatiyên rûhanî bijî, dikare bi rêya rêberê rûhanî yê êzîdiyan bibe koçek. Di rewşek weha de, divê kesê koçekiyê dixwaze têkiliyê bi Bavê Şêx re bike û jê bixwaze da ku pileya koçekiye bidiyê.

Koçek di salê de deh caran, li peristgeha pîroz ya êzîdiyan, Lalişê, bi Bavê Şêx re dicivin. Di van civînan de, li ser berpirsiyarî û delametan tê axaftin. Ji bilî vê, koçek li ser xewnên xwe diaxivin û serpêhatiyên xwe bi hev re par ve dikin. Eger êzîdî bikevin astengiyan, wek mînak ziwayî, şer yan jî arîşeyên din, Bavê Şêx, li şûna ku xwedê şiyar bike, ji koçekan dixwaze ku diwan bikin da ku ev astengî sivik bibe.

Koçek bi alîkariya xêra gundiyên êzdiyan dijîn.

Di serpêhatiyên êzdiyan de, navên pir koçekan tên ziman ku kerametên wan hebûn."[1]

  1. ^ Prof. Dr. J. İ. Kızılhan: Êzîdî kî ne? Rûpelên 51 û 52. VWB – Verlag für Wissenschaft und Bildung, Berlin, 2013; ISBN 978-3-86135-298-3