Koçername (pirtûk)
Jump to navigation
Jump to search
Koçername pirtûkek ji Evdile Koçer e. Weşanxaneya ku ev pirtûk çapkiriye "Weşanên Do" ye.
“Koçername” ji gelek ceribandinên mîzahî pêk tê.
Nivîskar, di Koçernameyê de pirsgirêkên civakî û siyasî bi şêwazeke mîzahî vedibêje û bala xwendevanan dibe ser gelek meselokên kelevajîk. Di pirtûkê de bi zimanekî wêjeyî behsa gelek klîşe û tabûyên civaka kurd dike.
Evdile Koçer, di vê pirtûka xwe ya nû de bi kurdiyeke herîkbar, bi mijarên balkêş û bi hevokên sade ve di nava 'rêwî'tiyeke nû de ye!